Şervanên Êzîdî li çiyayê Şingalê
Şervanên Êzîdî li çiyayê Şingalê

Piştî êrîşa doh ya Dewleta Îslamî li Şingalê, îro rewş li Şingalê arame. Hezên Parastina Şingalê li mezargeha Şerfedîn erîşên DÎ bersivandin. Niha li Rabia di navbera Pêşmerge û DÎ şer heye, tenê îro qasî 30 terorîstên DÎ hatin kuştin. Herwiha erîşên hewayî yên balafirên iraqî li dijî DÎ li Til Afar û Mûsilê hebûn.

Îro fermandarên HPŞ di beyaneke xwe de gazinên xwe anînen ziman ji ber ku ji aliyê hikumenta îraqî û ya herêma Kurdistanê ve hewldanên alîkariya ciddî ji bo êzîdiyên li çiyayê Şingalê ne xuyane. Qasî 9.500 sivîl li çiyayê Şingalê dimînin. Alikariya leşkerî û insanî ku heta niha hatiye kirin têrê nake.

Rexneyên HPŞ bi taybetî li hemberî hikumenta herêma Kurdistanê hene, ku gorî nêrîna wan li berpirsiyariya xwe xwedî dernakeve. Herwiha çapemeniya kurdî tê rexnekirin ji ber ku li gorî berjewendiyên partiyên xwe radigihînin û derheqa gelkûjiya êzîdiyan, kêm û agahîyên nerast diwşînin û keraseteke mezin biçûk didin xuyakirin.

êzîdîPress, 18. Nov. 2014