Şingal. Li Şingalê operasiyona leşkerî li dijî Dewleta Îslamî (DÎ) berdewame. Bi tevahî qasî 11.000 şervan ku ji Pêşmerge, gerîlayên PKK/HPG û Fermandariya Êzîdxanê (YBŞ, YJÊ, HPŞ) beşdarin. Pirraniya Pêşmerge jî êzîdî ne.
Vê sibehê li aliyê rojhilatê Pêşmerge li nêzîkî Hardanê êrîşî terorîstên DÎ dikin, daku bigihêjin rêya 47 ku bi bajarê Şingalê ve girêdayî ye. Heta niha ev rê li cihê başûrê Gabara û li nêzîkî Şîlo ket destê wan.Li ser çiyayê Şingalê hêlikopterên hevpeymaniya navdewletî digerin. Pêşmergeyan gelek xalên kontrolê ên DÎ şikênandin û du gund zeft kirin.
PKK/HPG û YBŞ/HPÊ li bajarê Şingalê aliyê rojhilatê êrîşî terorîstan dikin, doh gelek şervanên PKK/HPG ên nû gihaştin wê derê. Di nava bajarê Şingalê DÎ dest bi êrîşên xwekujî kirine, gelek ji wan hatin hatin kuştin berî bigihêjin armanca xwe. Di nava bajarê Şingalê şerê cahdeyan heye, êşîrên ereban ên Şingalê alîkariya DÎ dikin.
Fabrîkeya çemento ya li Şingalê kete destê Pêşmergeyên êzîdî. Li gor agahiyan, DÎ gelek lawaz bûye û mikune ku ji Şingalê vekêşin. Eşîrên ereban ku li Şingalê alîkariya DÎ dikirn û di komkujî û revandina êzîdiyan de beşdar bûn, niha ji Şingalê dixwazin derkevin, DÎ rê li ber wan digre.