ImageThumb
Qasim Şeşo

Şingal. Fermandarê Pêşmerge û endamê PDK Qasim Şeşo ji nûçegeha fermî ya partiya xwe re ragihand ku ew tenê guh didin serokê xwe Barzanî û ew qebûl nakin PKK li Şingalê bimîne. Qasim Şeşo gotinên xwe wek bersiv ji daxûyaniyên Mala Êzîdiyan li çiyayê Şingalê gotiye.

 
Qasim Şeşo wiha digot: “Ew gotina Mala Êzîdiyan ragihandiye ku dibêje, Şingal ne mala PDKê ye, ne ti gotin e. Mala Êzîdiyan ji aliyê hejmarek serokeşîr û Yekîneya Berxwedana Şingalê ve tê birêvebirin. Ew mal pêwendiya wê bi PKKê ve heye û ew serperiştiya wê dikin. Em wek kurdên êzîdî guh nadin ti kes û aliyekî, jibilî Serok Barzanî. Ew her fermanekê derbixe em amade ne cihbicih bikin, ji ber ku eger Şingal ne mala Serok Barzanî û PDKê be, ma kî xwe li Şingalê û xelkê wê kiriye xwedî. […] PKKê rêgir e li rizgarkirina Şingalê. Em nahêlin PKK li Şingalê bimîne, ji ber ku cihê wan ne Şingal e, cihê wan Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye, bila biçin li Sûriye û Tirkiyê navçeyên xwe rizgar bikin, ne bên pirsgirêkan ji Pêşmerge û Şingalê re derxînin.”

 

Gava di 03.08.2014 Dewleta Îslamî ketibû nav Şingalê, heta 12.000 pêşmergên bê berxwedan ji Şingalê vekişiyan, xelkê Şingalê bi tenê hiştin û bi vî awayî rê ji despêkirina jênosîda êzîdiyan vedibû. Dewleta Îslamî bi hezaran jin û zarokên êzîdî dîl girtin, bi hezaran mêrên êzîdî bi awayên pir hovane hatin qetil kirin. Heta îro hîn bi hezaran zarok û jin di destê Dewleta Îslamî de ne, kurên êzîdî bi îdeolojiya Dewleta Îslamî tên perwerde kirin û keç û jînên êzîdî weke cariye tên tecawizkirin. Gerîlayên YPG ji bo deh hezaran êzîdiyan serê çiyayê Şingalê ku ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatibûn dorpêç kirin, piştî gelek rojan bê nan û av korîdorek vekiribûn û wan xilas kirin.