QasimRudaw
Qasim Şeşo di Rûdaw TV de

Şingal. Piştî rizgarkirina Şingalê fermandarê êzîdî ê Pêşmerge Qasim Şeşo derket ser ekranên Rûdaw TV li ber avahiya mezin li navçeya bajarê Şingalê ku alayek mezin a Herêma Kurdistanê hatiye pêvekirin.

ShingalAlaRengin
Ala ya Herêma Kurdistanê li navçeya bajarê Şingalê

Axaftina Qasim Şeşo di Rûdaw TV de bû sebeba nerazîbûnek mezin di nava êzîdiyan de, gotinên wî ku rexnê lê tên kirin ev in: “Ez bawer dikim raste birînên wan kûr in û gelek ji wan ezîzên wan çûne, çi keç û jinên wan di destê DAEŞê irhabî de ne, çi hatin kuştin. Ez bawer dikim wextê vê alayê bibînin, teqrîben wê wan ji bîra bikin, wê gelek kêfa wan bê.”

Dewleta Îslamî bi hezaran jin û zarokên êzîdî dîl girtin piştî di 03.08.2014 ew ketibûn Şingalê, heta 12.000 pêşmergên bê berxwedan ji Şingalê vekişiyan, xelkê Şingalê bi tenê hiştin û bi vî awayî rê ji despêkirina jênosîda êzîdiyan vedibû.

Heta îro hîn bi hezaran zarok û jin di destê Dewleta Îslamî de ne, kurrên êzîdî bi îdeolojiya Dewleta Îslamî tên perwerde kirin û keç û jînên êzîdî weke cariye tên tecawizkirin. Gerîlayên YPG ji bo deh hezaran êzîdiyan serê çiyayê Şingalê ku ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatibûn dorpêç kirin, piştî gelek rojan bê nan û av korîdorek vekiribûn û wan xilas kirin.