Kombi8Hevpeyvîna ÊzîdîPress bi Rûdaw re  | Ji aliyê AGİT BOZTEMUR 2/11/2013

Düsseldorf (Rûdaw) – Malbata wî di salên 1980an de ji Midyada ser bi Mêrdînê koçî Almanyayê kir û ew sala 1992yê li Almanyayê hatiye dinyayê. Ew niha li Zanîngeha Bremenê li bakurê Almanyayê beşên zimanê almanî, zanistên siyasî û pedagojiyê dixwîne. Bi navê fermî Mizgîn Ciftçi, lê bi navê li gor dilê wî Mizgîn Cengîr, xwedî vizyoneke mezin e. Ew dixwaze ligel çend ciwanên din yekemîn televizyona serbixwe ya Êzdiyan damezrîne û weke yekemîn bêjerê wê jî kar bike. Weke destpêk ew dixwazin heftane xelekeke bernameya xwe bi rêya Youtube belav bikin, pashê televizyoneke ku li ser satelîtê weshanê dike damezrînin. Derbarê projeya Ezîdîpress, armanc û vîzyonên Mizgînê 21 salî, hevkarê xwe Agit Boztemûr pê re axivî.

Rûdaw: Êzîdîpress çi ye, armanca Êzîdîpress çi ne?

Mizgîn Cengîr: Destpêkê Êzîdîpress sala 2012ê ji aliyê Hayrî Demir ve weke bloga wî ya şexsî hate destpêkirin. Lê gellekî zû pêhisîn çêbû ku pêwîstî bi portaleke nûçeyan ya serbixwe heye, ku bûyerên di nava civaka êzdî de dişopîne, herwiha xebatên zanistî diweşîne, ku dûrî îdeolojiyan têne nivîsandin.

Armanca sereke ew e ku em derbarê bûyerên li Kurdistanê û welatên ku Êzdî li wan dijîn de nûçeyan biweşînin, da ku wêneyekî temam derkevê ortê. Em pê hesiyan ku gellek Êzdî derbarê bûyerên Êzdiyên li welatên din bi ti awayî ne haydar in, bi taybetî di vî alî de em dixwazin hişyarbûnê pêşbixin. Mesele ku li Mûsilê sê Êzdî hatin qetilkirin, kêm hes li diyasporayê pê hesiyan. Ev valahiya ku bi salan peyda bûye, em dixwazin bi projeya xwe êzîdîPressTV û portala xwe ya nûçeyan dagirin. Ji ber ku emê bi zimanê kurdî weşanê bikin, herwiha bi zimanên almanî, îngilîzî û rûsî jî jêrnivîsan biweşînin, emê karibin xwe bigihînin hemû Êzdiyan û kesên eleqedar.

Tîma me ya êzîdîPressTV ji çend kesên êzdî pêk tê, ku li dûv heman armancê ne û bêpere kar dikin. Bêalîbûna me ya siyasî garantiya wê yekê ye, ku em hertim di berjewendiya Êzdiyan de tevbigerin. Hemû xerciyên malperê û herwiha êzîdîPressTV emê bi xwe bidin. Ji bo êzîdîPressTV jî ezê bêjerê nûçeyan bim.

Bi çi rengî hûnê weşanê bikin?
Em dixwazin di êzîdîPressTV de derbarê hemû babetan de weşanê bikin, ji siyasî û çandê, heta sporê. Me wisa plan kiriye ku destpêkê weşaneke heftane hebe, eger ku îmkanên me destûrê bidin. Destpêkê êzîdîPressTV wê li ser înternetê weke podcast li ser Youtube were belavkirin.

 

Hûn dixwazin xwe bigihînin kê?
Em dixwazin xwe bigihînin hemû kesên eleqedar, lê bi taybetî ciwanên êzdî. Weke ku me behs kir, pêwîstiyek mezin bi portaleke nûçeyan ya serbixwe bi zimanê kurdî heye, ku mixabin heta niha ji aliyê ti kesî ve nehatiye pêkanîn. Gellek kes pê nehesiyane ku her ku diçe ciwanên êzdî zanatir dibin û gellek tiştan êdî dişopînin û pirsa rastiya wan dikin. Mixabin em Êzdî hêj li gor berjewendiyên siyasî tên meşandin, ku ev yek jî li xweşiya pirraniya ciwanan naçê. Ji ber wê yekê me biryar standiye ku em hertim serbixwe bimînin û li gor berjewendiya ciwanan kar bikin.

 

Mijarên we yên sereke wê çi bin?

Em dixwazin beriya her tiştî li ser babetên siyasî rawestin. Ji bo mînak eger weke di hilbijartinên borî yên parlementoya Kurdistanê de kesekî Êzdî nekevê parlementoyê, em dixwazin li ser sedem û bandora vê yekê rawestin. Lê emê li ser babatên din yên giring jî rawestin, yên ku eleqeya civaka êzdî dikişînin, ji bo mînak avakirina saziyeke Êzdiyan li Gurcistanê, ku ji bo Êzdiyên Gurcistanê xwedî giringiyeke mezin e. Em dixwazin bala xwe bidin hemû aliyan, lê giraniya me wê li ser analîza bûyerên siyasî be.

Armanca we ya mezin çi ye?

Ji ber ku em hemû kar dikin, dema me ya ji bo vê projeyê sînordar e. Lê emê xwe biêşînin ku heftiyê xelekekê biweşînin. Armanca me ya domdirêj ji bo  êzîdîPressTV kanaleke televizyonê ye, ku bi rêya satelîtê weşana xwe bike. Ev armanc me di destpêka êzîdîPressTV de diyar kiriye.