DAÎŞ
DAÎŞ

Mûsil/Rebîh (Iraq) – Li gor agahiyên televîziyona erebî Al-Ghadeer TV îslamîstên DAÎŞ ji Mûsilê ber bi Rebîhê diçin. Berî çendekî Rebîh ji aliye 5000 Pêşmerge hatibû bidestxistin.

Rebîh ji bo îslamîstên terôrîst navendeke lojîstîke, ji bo ku destkeftiyên xwe yên madî ji Mûsilê derbasî Sûriyê bikin. Rêya navbera Mûsil û Rebîhê di navbera Şingalê anku deverên Êzîdî lê dijîn diçe. Ji ber vê yekê Êzîdî niha di xeterê de ne.

Heta niha şerê di navbera îslamîstên DAÎŞ û Pêşmerge li Riyad (Kerkûk) berdewame.

êzîdîPress, 12.06.2014