Newaf Mîro
Newaf Mîro

Weke ku gelek ol û ola îslamê bi taybetî, êzdiya weke bra na pejirînin. Di olê de tenê yên „ehle kitêb“ ango, yên xwedî pirtûk dikarin weke ol werin pejirandin. Di heq û edaleta misilmana de, ciyê êzdiya nîn e. Weke ol bi fermî nehatiye pejirandin. Li Tirkiyê di xala ol têde tê nivisîn, yan îslam yan jî vala dihêlin. Ango tevî ku êzdî bi regeza xwe kurdin, yan jî pêşiyên kurda ne. Nabin brayê kurdên misilman. Çendko kesên ne misilman, nabin brayê misilmanekî. Ango ereb, ecem, tirk, teter û endonêzî dibin brayê kurdên misilman, lê êzdiyê ku pêşiyê wan tête hesêb nabe brayê wan.

Ev li cem olê din jî ne zêde cûda ye. Lê ger ne bra be, nabe bi çavê neyara jî bête dîtin. Heta ne bra be, hemwelatiye, xwediyê heman maf û xakê ye. Ger ew baca xwe dide vî welatî, û leşkeriya welêt dike, ew endamek ji wê civakê ye. Divê xwedî heman mafî û erkî be. Lê êzdî xwedî heman maf û erkî ne? Bi qasî tête dîtin, na! Li vî welatî û bi taybetî jî li Herema Başûrê Kurdistanê, ne xwedî heman mafî ne. Helbet li parçeyên din jî rewş ne cûda ye. Heta xwezîka cûda, yan jî baştir bûya. Lê çima her herem dikeve ber fokûsê? Çendko ew desthelateke kurd heye li vê heremê. Ma dibe kurd bi çavê erebekî li êzdiya binerin, heta jê xirabtir? Helbet na! Lê mixabin xelkê heremê bi çavê neyara li êzdiya dinerin. Heta niha çendîn car êrîş çûne ser êzdiya, weke ya Zaxo û Beadirê.

Heta niha bi dehê cara video û peyama Mella di mizgeftan de, ola êzdî û êzdiya heram îlan kirine. Li gellek deveran mast û penîrê êzdiyan nayê kirîn. Jixwe ger ev bibûna mijar û bihatina gengeşe kirin, wê rewş niha zelaltir bûya. Ev tewan ne tenê ye xelke yan jî girseyê ye. Rewşenbîr û tezgehên ragihandinê jî tewanbarin. Nabe mafê hindikyayiyan bête binpêkirin. Û divê bi yasayên taybet mafê wan bête parastin. Lê ne parastin, tunekirina êzdiya û ferasta tunekirina êzdiya desthelatdare.

Ev ne parastin û xwedî derketina êzdiya, rasterast bi ferasatê ve bi ferastê ve grêya de. Em dizanin ku êzdî qala heftê û du fermana dikin. Tevî ya Girhizêr û Şengalê dibin heftêûçar. Gava mirov van fermana vedikole, bi hêsanî tête dîtin ku yan rasterast bi destê axa, beg û şexên kurdên misilman, yan jî bi alîkariya wan hatine kirin. Ev tewanbarî û rûreşiya. Lê mixabin û sed mixabin, ev têgeh hêjî di nava civaka kurd de nehatiya guhertin. Helbet herî zêde di nav kurdên misilmanê sunne de.

Xelîfê ereban, ango yê misilama bi darê zorê ev yek, bi kurdên misilman da pejirandin, kurdên misilman jî, ev têgeh bi darê zorê bi gellek heremên êzdiya dane pejirandin. Yên mayî jî her bi talan û fermana re rû bi rû diman û hêjî dimînin. Yê fermana êzdiya hêjî tîne, têgeha Bedirxaniya û Mîrê Korê Rewandûzî ye. Weke mînak mîrê botanê Bedirxan bi xwe bi dehan jinê êzdî kirine „xenîmet“ olî û mara xwe li wan biriye. Pîrika Celladet jî êzdibûye. Lewma jî di helbesta xwe ya bi navê „bilûra min“ de qala xalanê xwe yên êzdî dike. Her weha strana ku hêji di nav êzdiya de, tête gotin; Qeşema Gelho jî ketiye ber talana botiya. Her weh li herema Xerzan qet ne rewş baştir bû. û hêjî ne başe.

Min beriya demekê ji devê rihspiyekî êzdî bihîst, ku Cemîlê Çeto tê gundê Hemdûna ku gundê êzdiya ye. Gava jina êzdî xwarinê datîne ber, ew dibêje; Errik rûyê te ew qas bedew e, ka xwe tazî bike ger canê te jî wûsa xweşik be, ez te ji xwe re bibim! Di wê kêliyê de, xortekî êzdî di bizive û dibêje; Bênamûsê dibe, lê ev çend jî! Zilamê wî didin pey wî xortî ku bikujin. Cemîl her fermana dibarîne. Xwe dide ser girê Hemdûna û lê dinere çawa ku wî xortî bigirin. Diya wî xortî jî baweşînkê li Cemîl axa dide. Gava Cemîl axa dipirse; ev kî ye? Yekî gundî dibêje; Ev dayika wî xortî ye. Cemîl dibêje; ev çima? wa tu dibînî emê kurê te bikujin! Dayik dibêje; Kureke min di oxira te axa yê min! Cemîl; hema tu çi bikî jî ewê were kuştin. Kela Ridwanê bi dehê cara ketiye ber şapa kurdên misilman û heta niha jî, ji êzdiya bêxwediye. Ger ev yek bi hata ronî kirin, wê halê êzdiya ne ev bûya. Ma êzdiya xiyanet bi kurd û Kurdistanê kirine? Helbet na! Sedema kuştina wan tenê wan histûyê xwe ji dagerkeriya îslamî re ne tewandiye! Dagerkerî her dagerkeriye, bi çi navê dibe bila bibe. Welatek dager bibe, dikare were rizgar kirin. Lê mejî dager bibe zehmete. Wa diyare mejiyê kurda dagerkiriye. Lewma jî Êzdî nabin û nikarin bibin brayê dagerkiran.

Bi hêviya ev mijara di nava civaka kurd û raya giştî de were gengeşe kirin.

Ger êzdî ne brayê we bin jî, lê parçeyek ji vê civakê ne. Divê civak û dewlet wan bi parêz e. Bi xwedî derketina Êzdiya re, encex kurd bibin xwedî dewlet. Weke êzdî di qewlên xwe dibêjin; „Ez çûme dîwana îlahî, min li wir dît xweşî û şahî. Serê gişkî tifaq û tevahî“. Heta kurd û xelkên vê heremê bi hev re nebin bra wê bibin berxikê li ber devê gura.

Newaf Mîro, 16.09.2014
newafmiro@gmx.de