BarberYazda
Matthew Barber, dîrektorê Yazda

Matthew Barber xwendevanê doktora li zanîngeha Chicagoyê ye û niha ji bo salekê karê xwe yên li ser doktoriyê rawestand ji bo ku li Iraqê bi rêxistina Yazda re alîkariya êzîdiyan bike. Peyama wî ji bo rojiyên êzîd ev e:

“Îro yekemîn roje ji sê rojên pîroz yên rojîgirtina di dînê êzîdîtiyê de. Ev sê roj wek “rojiyên êzîd” tên binavkirin. Di van rojan de êzîdî ji dema ku roj hiltê heta roj diçe ava, xwe ji xwarinê û vexwarinê dûr digrin. Ev demeke taybete ji bo mêvandariya malbatî û parvekirina xwarinê bi însanên din re. Rojîgirtin derfetek dide ji bo ku meriv dêhna xwe bide jiyana ruhî, ji bo hevxemiya bi belengazan, û ji bo ku em bînin bîra xwe ku divê em li dinyayê baş xeber bidin û tiştên baş bikin.

Li vira cem Yazda em îro hemû bi hevre rojî digrin, tevî ku em xebata xwe ji bo civaka êzîdî berdewam dikin. Werin em îsal vê rojiyê ji xwe re wek derfet bibînin ji bo ku em bifikirn em çawa dikarin alîkariya hev bikin. Divê ji armancên xwe yên şexsî bêtir em bala xwe bidin bihêzkirina civaka êzîdî. Miletê êzîdî miletek çak e bi kevneşopiyeke û dîrokeke zengîn e, û herkes divê li ser vê yekê xebat bike ku keramet û ewlehyia vê çivaka di xeteriyê de dîsa ava bike. Heqê hemû miletan heye di ewlehiyê de û bi rêzgirtinê bijî, û adetên xwe yên dînî bicih bînin. Hêvî me di van rojên pîroz de em van armancan bînin ber çavan, û bi hezkirin  hem alîkariya hev bikin û miqatî hev bin.”

@ÊzîdîPress, 15.12.20015