Matthew Barber (aliyê rastê)

Duhok. Matthew Barber, dîrektorê rêxistina alîkariya êzîdiyan bi navê Yazda, piştî saleke xizmeta xwebexşî xilas dike û vedigere welatê xwe Emerîka. Matthew Barber xebatkarê zanîngeha Chicagoyê ye û li ser xebata xwe ya doktoriyê derbarê êzîdiyan de dixebitî. Di 03.08.2014, gava Dewleta Îslamî ket Şingalê, ew li Duhokê bû ji bo karê xwe yê lêkolînê. Piştî vê wî heta îro karê alîkariya êzîdiyan kiriye, vê sala dawiyê jî weke dîrektorê rêxistina Yazda.

Matthew Barber dibêje: “Xizmeta ji bo Yazda ya salekê û ji bo miletê êzîdî ya du salan, ji bo min karê herî dilxweş û biwate bû di jiyana min de.” Matthew Barber beşdarî gelek berhemên alîkariyê bû, ya tendurustî, ya çêkirina dibistanên xwendevanan, ya tomarkirina jenosîdê, ya rizgarkirina êzîdiyên di destê Dewleta Îslamî de, alîkairiya jin û zarokên rizgarbûyî, û gelekên din.

Amber Webb

Piştî Matthew Barber niha jina emerîkî Amber Webb dibe dîrektorê Yazda. Amber Webb di zanîngeha Maryland xebata doktoriyê dike û di gelek berhemên hikumet û wezaretên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka de serokatiya rêveberiyê dikir.

©ÊzîdîPress, 07.08.2016