Mala Êzîdiyan Osterholz-Scharmbeck
Hevgirtina Êzîdiyan li Osterholz-Scharmbeck

Komela Mala Êzîdiyan Osterholz-Scharmbeck, ku hem jî bi nave Hevgirtina Êzîdiyan li Osterholz-Scharmbeck tê naskirin û ji sala 2011 heta niha xebata olî, çandî û civakî dimeşîne, di kongreya xwe ya duyemîn de komîteya rêveber a malê nû hilbijartiye. Di komîteya nû de gelek xwendekar û ciwanên êzîdî jî cîh digrin. Serokê malê yê berê, rêzdar Yunus Cengiz, dîsa wek serok hatiye hilbijartin. Ev cara duyemîn e, ku Mala Êzîdiyan Osterholz-Scharmbeck rêveberiya xwe bi dengdan hildibijêre. Her du sal kongre bi bêşdarbûna hemû endaman tê lidarxistin.

Di destpêka kongreyê de serokê malê, birêz Yunus Cengiz, xêrhatina endaman dike û tevlîbuna ji 70 kesan bêtir pîroz dike. Cengiz diyar dike, ku birêxistinkirina Êzîdiyan di diyasporayê de ji bo parastina çand û baweriya Êzîdiyatiyê gelekî giranbiha û pêwist e. Hem jî Cengiz destnîşan dike, ku xebata malê di dema buhurî de gelekî serkeftî û pirrengî bû. Lê belê, ew dîsa jî şermezar dike, ku gelek Êzîdiyen bajare Osterholz-Scharmbeck û derdora wê hê jî tevlî tifaqa malê û xizmeta civakê nebûne. »Ji bo jiyan û saxbûna Êzîdiyatiyê li dervayê welat«, ew wiha dibêje, »perwerdekirina zarokên êzîdî bi awayekî profesiyonel lazim e, eger na«, Cengiz di axaftina xwe de berdewam dike, »emê di nav civaka almanî de asîmîle bibin, ango bihilin.«

Piştî silavkirina kongreyê ji aliyê Cengiz ve hemû bêşdarvan biryar didin, ku îsal cîhgirên komîteya rêveber ji bo pêşketina xebatê zêde bibin. Dûvre endamên malê rêveberiya xwe nû hildibijêrin. Di komîteya nû de ev kesan cîh digrin:

Serokê Mala Êzîdiyan Osterholz-Scharmbeck, birêz Yunus Cengiz di axaftina xwe de
Serokê Mala Êzîdiyan Osterholz-Scharmbeck,
birêz Yunus Cengiz di axaftina xwe de

Yunus Cengiz dîsa wek serokê malê hatiye hilbijartin. Hanjûr Axirman, ku hem jî stranbêjê malê ye, wek berdevkê serok cîhe xwe di komîteyê de digre. Behdîn Çîftçî wek Kasedarê malê hatiye hilbijartin. Ciwanê bistûsêsalî, Şêx Amer Tozo, bûye berpirsiyarê olî yê malê. Abîtûrvana ciwan, Hulya Cengiz, wek berpirsiyara keç û jinan hatiye hilbijartin. Xwendekar û ramyarînasê bistûdusalî, rêzdar Mizgîn Çîftçî, di pêşêrojê de wek berpirsiyarê ciwana di komel de dixebite. Aborînas Ismet Çîftçî wek berpirsiyarê xwendewariyê hatiye hilbijartin. Herwiha ev kesan cîhe xwe ji nû ve di komîteyê de digrin: Xwendekar û çandnasa nozdehsalî, Şêxa Ceylan Gulî, wek berpirsiyara çand û kelepûra Êzîdiyatiyê hatiye hilbijartin û Ramî Îbrahim bûye berpirsiyarê civakî. Wek şêwirdarên malê, Şêx Bedran Tozo û rihspî Nedîm Îbrahim, hatine veguhêztin.

Paşe, endamên komîteya rêveber a nû bi tevlîbûna endama sûnd dixwin, ku ew tu caran xiyanetê li malê û bêbextiyê li civakê nekin. Herwiha, komîte ji xwe re dike armanç, ku xebata malê di pêşerojê de pêş bikeve û pirsgirêk û astengiyên civakê bêne çareserkirin.

Komîteya rêveber a Mala Êzîdiyan Osterholz-Scharmbeck ji niha ve heta sala 2016 hatiye hilbijartin. Tevahiya kongreyê ji aliyê qamîrevanê malê ve, B.C. Photography, hatiye tomarkirin.

Têkilî û malpera malê: info@yeziden-ohz.de | www.yeziden-ohz.de

êzîdîPress, 19.06.2014