EilmeldungEP
Şingal. Li gundê Cîdara li Şingalê îro 7 şervanên êzîdî ku di Wezareta Pêşermge de qeydkirî bûn, di xaniyekî bombekirî de bûne cangorî. Dewleta Îslamî gava ji deverek vedikêşin, li wir mayîn û bombeyan datînin daku xelkê piştî vegerê ziyanê bibîne. Li deverên rizgarbûyî tîmên taybet ji bo paqijkirina ji bombe û mayînan divên xebat bikin. Endamê PDK Mahma Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku hêjmara tîmên pûçkirina bombe û mayînan li Şingalê kême û ev yek sebaba vê teqînê ye.
Ji aliyê medayaya kurdî Rûdaw nûçeyek hatiye weşandin ku ev kesên êzîdî jiyana xwe ji dest dane ji bo diziyê ketibûn xanî. Lê heta niha tu piştrastkirinek ji bo vê îdiyayî re tune ne.

@ÊzîdîPress, 02.12.2015