AntiEzidenDemoDuhok
Xwepêşandana li Duhokê li dijî êzîdiyan

Duhok. Îro li Duhokê li pêş avahiya PDK xwepêşandanek li dijî êzîdiyan pêk hat. Nava riyê de gelek kurdên misilman bi pankartan û alayên Kurdistanê daketin ser kolanan, û êzîdian bi “bikaranîna şidetê li dijî kurdên misilman” tohmetbar kirin. Beşdarên xwepêşandanê êzîdiyan herwiha bi “kuştina kurdên misilman” tohmetbar kirin û digotin ku êzîdî “xeteriyek in ji bo ewlehîya netewî” ne.

Xwepêşandanan ji hikumetê xwestin ku ew “li Şingalê şîdeta êzîdîyan li dijî kurdên misilman” bisekinînin. Wexta Dewleta Îslamî Şingalê kontrol kiribû, gelek kurdên misilman ên ji Şingalê beşdarî kuştin û revandina bi hezaran êzîdî bûn. Gelek akincîyên Duhokê û bajêrên din jî wê demê alîkariya Şingaliyan kiribûn.

Li Herêma Kurdistanê pêşdarazên li dîjî êzîdyan gelek belavbûyî ne. Êzîdî ji aliyê gelekan wek “şeytanperest” tên dîtin. Destkujiya wan û xwarina destên wan “heram” tê dîtin. Êzîdî ji ber vê gelek caran nikarin karê restorantê û bazarê bikin. Mîrê êzîdiyan Tehsîn Beg vê yekê gelek carî anî ziman.

Gelek meleyên misilmanan li Herêma Kurdistanê di camiyan de li dijî êzîdiya bi kîn û nefret diaxivin. Meleyek carekê banga kuştina êzîdiyan kir. Docentê zanîngeha li Herêma Kurdistanê Dr. Abdûl Latif piştî hatina Dewleta Îslamî li Şingalê di televîziyonê de got ku ew zarokên kuştî û ji tîna mirî “wê bikevin dojehê, ji ber ku ew ne misilmanin”.

@ÊzîdîPress, 23.11.2015