LailaShamoeva
Leyla Şamoyêva

Tîflîs. Keça êzîdî Leyla Şamoyêva di pêşbirka mûzîkê ya naskirî ”Deng” (Golos) de, li Gurcistanê dilê jûrîyan bend kir. Dengbêja 23 salî strana Elton Jon a ”Sorry Seems To Be The Hardest Word” pêk anî û bala bi mîlyonan temaşevanan kişand ser xwe. Li dawiyê çepikên endamên jûrî û temaşevanên li stûdyoyê de rûniştî nedisekinîn.

Leyla li Gurcistanê malbateke Êzîdiyan de çê bûye. Ji bereka bendûrî ye. Ji mûzîkê ji zaroktiyê hez dike. Bavê wê û birê wê jî sazbend in. Leyla bixwe ziman û wêjeya înglîzî xwendiye. Bi çar zimanan xeber dide.

Di hevpeyvîna bi ÊzîdîPress de Leyla jiyaneke aram ji êzdiyên cîhanê re xwest. Eyda Êzîd li hemû êzdiyan pîroz kir û xwest, ku keraseta wek ya Şingalê êdî tu caran neyê li serê êzdiyan.

[youtube]https://www.youtube.com/watch?v=KQLdUuG8tAg[/youtube]
[youtube]https://www.youtube.com/watch?v=umcel0fv2FE[/youtube]

@ÊzîdîPress, 04.12.2015