ivanak
Îvana Kulî (18)

Hesekê – Di 11. Gulana 2014 xwendekara êzîdî ya 18-salî bi navê Ivana Kuli ji Hesekê hat revandin û niha li Tirkîyê ye. Piştî windabûna wê, 3 rojan tu agahî derheqa wê tunebûn. Bi lêpirsîna meriyên wê eşkere bû ku ew bû qurbana revandinekê.

Li gor meriyên Ivana, hevaleka vê keca êzîdî ban wê kiriye ji bo were zanîngeha xwe ya berê. Hevala wê jê re got ku dixwaze „pê re derheqa tiştekî biaxive“. Ivana ji dê û bavên xwe û ji kirêciyên wan yê xristîan re dibêje ku ew diçe zanîngeha xwe ya berê (Ivana Kuli zanîngeha xwe guhert). Piştî ew gihîşt zanîngehê ew tê revandin. Dê û bavê Ivana ji hevala wê dipirsin ka ew ku de çûyî, lê hevala wê îdiyayên nakokî hev dan û xuya bû ku ew di bin zordariya hin kesên din de bû.

Dê û bavê Ivana hêzên ewlekarî agahdar dikin, wan jî lêgerîneke dan destpêkirin. Polîseke ser sînor di wêneyê de Ivana nas dike û agahdarî dide dezgeha polîsan. Ew polîs dibêje ku Ivana bin navekî sixte sînorê Tirkiyê derbas kiriye û wê çaxê bêhîş xuya dikir.
Meriyekî Ivana ji polîsên sînorê xwest ku videoyên kontrola sînorê temaşe bike. Ew behsa dîtina video dike çawa kesekî Ivana li ser piyê xwe rakiriye û derbasî sînor dike. Piştî Ivana sînor derbas dike, wê dikin otobosekê û dajon nava Tirkîyê. Di heman wextê de hinek meriyên Ivana ji Almanya diçin hinda deriyê sînor ji bo ku lêpirsînan bikin. Şofêrê otobosê kesê herî dawî ye ku Ivana dîtiye dibêje ku piştî otobos gihîştî cîhê xwe, Ivana pêya nebû heta mêrekî destê wê girt û kaş kir. Bawerî niha ew e ku Ivana li bajarê Qoserê (Kiziltepe) tê veşartin.

Îvana Kulî
Îvana Kulî

Malbata Ivana ji siyasetmedarên BDP daxwazî kirin ku ew bi malbata kesê ku Ivana revandiye re têkîlî deynin. Siyasetmedarên BDP soz dan wan, lê heta roja îro tiştek ne kirin. Ji ber vê niha partî tê tawanbarkirin ku malbata wî kesî diparêze. Meriyên Ivana li Almanya herwiha berî dide Federasiyona Komelên Êzîdiyan (FKÊ) ya nêzîkî PKK, lê ew jî heta îro bê encam man an hewl jî nedan ku tiştekî bikin. Dozgerîneke hiquqî ji alîyê dewleta Tirkîyê jî bê encam maye.

Niha jî bi taybetî gelek kurdên misilman îdiya dikin ku Ivana bi dilê xwe reviyaye. Lê malbata Ivana dibêje ku wê hemû dokûmentên xwe û hemû tiştên xwe yên lazimî li malê hîşt û tu nîşanek tuneye ku Ivana bi dilê xwe reviyaye. Îfadeyên polîsên sînor didin bawerkirin ku Ivana di bin tesîra dermanên ku hişên mirovan dibe de bû ji bo ku nikaribe li hemberî revandina xwe li ber xwe bide.

Malbata Kuli û malbata ew kesê ku Ivana revandî hev re nas in. Berî ku zelal bibe ku wî kesî Ivana revandiye, malbata wî jî tevî kulî xemginya xwe li gel malbata Kuli nîşan dan, piştre ew tevlîbûna xwe di vê meseleyê de red dikin û li gor wan haya wan ji kirinên kurê wan tune bû. Xûşka wî jî piştî revandînê winda bû.

Revandina kecên êzîdiyan di paşerojê de ne hindik bûn û îro jî wisa ye. Berî çend rojan kecek êzîdî ya 13-salî li Başûrê Kurdistanê hat revandin. Berî salekê Sîmon Dawid ya 11-salî hat revandin.

êzîdîPress, 09.06.2014