Komkujiyek terorîstên Dewleta Îslamî (ji vîdêoy propaganda DÎ)
Komkujiyek terorîstên Dewleta Îslamî (ji vîdêoy propaganda DÎ)


Karesata Şingalê ku di 03.08.2014 destpêkir, di qada navnetewî de tê behskirin û ev yek jî bi pirsa jênosîdê jî girêdayî ye. Qebûlkirina komkujiyek wek jênosîd hertim herwiha pirseke siyasî ye ji ber ku qebûlkirin an ne-qebûlkirina jênosîdbûn bi berjewendiyên dewletan ve girêdayî ye. Lê ne tenê pirseke siyasî ye, herwiha jî pirseke hiquqî ye. Wiha jî pirsa bê ka karesata Şingalê jênosîde an na, ev pirs jî mijareke siyasî û hiquqî ye. Di vê gotarê de em dixwazin bala xwe bidin nirxandina keraseta Şingalê ji aliyê hiquqî ve û herwiha ji aliyê siyasetê ve, li vira bi tayebetî siyaseta kurdî.

Siyaseta kurdî di pirsa jênosîd de

Heta niha gelek siyasetmedar, nivîskar û rojname derbarê keraseta Şingalê nivîsîne û axivîne. Ji bo me balkêşe derbarê pirsa jênosîdê heta niha çi hatiye gotin. Em ê gotinên hinek kesên naskirî li vira vebêjin.

Berpirsiyarê hikumetê yê karûbarên derbarê êzîdiyan (!) Dr. Nûrî Osman Abdurrahman di hevpevîna bi Rûdawê re, pirsa ku armanca DAEŞ jênosîd bû an na, wiha dibersivîne: “Şingal armanceke stratejîk bû: ti girêdana vê yekê bi Êzîdiyan ve tuneye. DAEŞ dixwast guhertinek demografîk bike ji ber ku ev herêmeke kurdî ye. […] Ev kampanyeke erebîzekirinê ye.”

Derbarê helwesta hikumeta Kurdistanê gotinên Dr. Mîrza Dinnayî di programa “2 alî” (Rûdaw, 23.01.2015) de balkêş in: “Me Hikûmenta Herêma Kurdistanê heye. Jînosayida ku xelk hemû di medya de behsê dike û dibêje jînosaid – ev 5 mehin projeya qirarekê ber destê parlamenê ye; kes nizane bo çi qerarê jênosaidê nake. Lîjnek çêkirine di hikumeta herêmê de, lîjnek ku kesekî pispor têde nîne. Me birader hene ên ku pisporin di mesela jênosîdê de, bi wî re axivîne, jê re gotin ‘em ê navê te bikin lijneyê de, bes nebêje êzîdî jînosayid bûne’.”

Di nava nivîskarên kurdan jî gelek nêrînên bi vî rengî hene, em ji nivîsek a nivîskar Zinarê Xamo mînakek derxin: “[Bi] dîtina min mesele ne dîn û îslamiyet e, mesele siyasî ye û bindesthîştina miletê kurd e. Misilman, êzdî ji bo van qatilan qet ferq nake, hemû kurd misteheqê kuştinê ne.”

Herwiha balkêşe ku êzîdî bi xwe hene yên gotinên bi vî rengî dikin, wek mînak endamê PDK Mahma Xelîl ku ji aliyê partiya xwe bêyî biriyara Şingaliyan wek qeymaqamê Şingalê hatiye diyarkirin. Wî got: “Êzîdî ji ber kurdbûna xwe bi kom hatin şehîdkirin.”

Wek encam dikarê were gotin ku di siyaseta kurdî de têndensek xurt heye ku jênosîda êzdiya naye dîtin. Helbet siyaseta giştî a kurdî di nêzikbûnên xwe de ne yekrenge. Lê bi taybetî siyaseta hikumeta herêma Kurdistanê ku baştirîn nûnertiya netewperestiya kurdî dike, di pirsa jênosîde de gelek caran wisa nêzik dibe: An tê gotin ku jênosîd “ji ber kurdbûna” şingaliyan pêk hat, an jî behsa ti jênosîdbûnê naye kirin. Ji ber vê siyaseta kurdî, pirs derdikevin holê: Karesata Şingalê jênosîd bû? Eger erê, jênosîda kurdan an jênosîda êzîdiyan bû?

Jênosîd çi ye?

Berî ku em bikaribin bersivê bidin, divê em bizanibin jênosîd çi ye, anku destnîşankirin (pênas, definisiyon, tarîf) a jênosîde zelal bikin.

Di sala 1948 de Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna giştî de biryara Peymana Rêlibergirtin û Cezakirin a Jênosîde da, û heta niha 146 dewletan tevlî vê peymanê bûne. Têgeha hiqûqî a jênosîd a di vê peyamê de ji aliyê zanistê va hatiye qebûlkirin û vedigere ser hiqûqnasê polonî Raphael Lemkin. Ev têgeha jênosîd a Lemkin bûye bingeh ji bo hemû nirxandinên komkujiyên ku wek jênosîd hatin qebûlkirin, bo nimûne jênosîd a ermeniyan li Tirkiye, a cihûyan li Almanya, a tutsiyan li Ruanda, a boşnakan li Srebrenica.

Di peymana NY de (madeya 2.) jênosîd wiha tê destnîşankirin:

“Di vê peymanê de jênosîd tê wateya yek ji van kiryaran, ku bi armanca tunekirina komeke netewî, êtnîkî, nijadî an dînî bi temamî an beşek jê, tên kirin:
1. Kuştina endamên vê komê;
2. li ser vê komê anîna ziyanên giran ên canî an ruhî;
3. bi armanc, li ser vê komê ferz kirina şertên jiyanê bi hesaba tunekirina wê a fîzîkî bi temamî an beşek jê;
4. çalakiyên bi armanca sekinandina zayînên di vê komê de;
5. bi zorê derbaskirina zarokên vê komê bo komeke din.”


Ji bo fêmkirina vê hejayî gotinê ye, ku ji bo jênosîdbûne hejmara kuştiyan ne girînge, ya girîng armanca kujerane. Eger ew bi armanca tunekirina temamiya komê dest bi kuştinê bikin, lê tenê bikaribin hejmarek biçûk bikujin, dîsa dibe jênosîd. Lê eger bêyî armanca tunekirina komekê hejmarek mezin jî bikujin, armanca din a kuştinê çi bi bila bi, ev nabe jênosîd, lê dikare bibe “sûcek li dijî mirovatiyê” ku ew jî di peymanê de hatiye destnîşan kirin.

Gelo keraseta Şingalê ligor peymana NY jênosîd e?  
Gorreke komî li Xanasorê ku destpêka sala 2015 hatiye dîtin (wêne: Yusuf Sayman/BuzzFeed News)
Gorreke komî li Xanasorê ku destpêka sala 2015 hatiye dîtin (wêne: Yusuf Sayman/BuzzFeed News)


Ji bo em bizanibin bê ka karesata Şingalê jênosîde an na, pêwist e bûyer ku çawa bi rastî qewimîn, werin ravekirin û di bin têgeha jênosîdê ya Peymana NY werin nirxandin. Heta niha gelek rapor li ser bûyerên keraseta Şingalê derketin, û heta niha jî lêkolîn û tomarkirin berdewamin.


NY heta niha du raporên dirêj li ser bingeha gotinên şahîdan weşandin. Rapora yekemîn di 26.09.2014 û ya duyemîn di 19.05.2015 de.
Li gorî vana, wiha li êzîdyan hat: Dewleta Îslamî gundên êzîdyan kontrol kirin. Li hemû gundên êzîdyan tevgerîna Dewleta Îslamî dişibe hev: mêr li alîkî û jin û zarok li alîkî din hatin cûdakirin. Ji wan hatin pirsîn ku ew dê îslamê qebûl bikin an na. Mêr û kurên ji 14 salî mezintir hatin kuştin. Jin û zarok xistine nava koletiyê. Jin hatin cûdakirin li ser jinên zewicî bi zarokan, jinên zewicî bê zarok û jinên ne-zewicî. Dewleta Îslamî ji bo her jin û keçek li gor xweşikbûnê dereceyek cem xwe tomar kirin. Keç û jin wek cariye tên firotin û tecawizkirin, kurên biçûk ji dêyên wan hatin cûdakirin û perwerdeya şerietê û cîhadê dibînin.
Hejmara kuştiyan heta niha qasî 5.000 e û hejmara jin û zarokên hatin revandin bi temamî 7.000 e, niha jî bi dîtina gorrên komî hejamara kuştiyan zêdetir dibe.

Pirsa herî girîng derbarê jênosîdbûnê: Armanca (subjektîv a) kujeran 
Kovara Dewleta Îslamî "Dabiq"
Kovara Dewleta Îslamî “Dabiq”

Ji bo jênosîdbûn divê armanca Dewleta Îslamî tunekirina êzîdiyan bi temamî be. Di gelek nîqaşên li ser jênosîdbûne de (wek mînak a ermeniyan) tenê nelihevkirina li ser hebûna armancek wiha nêrînên cûda bi xwe re tîne. Lê derbarê karesata Şingalê, Dewleta Îslamî bi xwe armancên xwe di kovara xwe a mehane de bi navê “Dabiq” vekirî diyar dike. Armanca wan li ser bingehek têolojiya îslamî a sîstematîk rûdinê.

Di Dabiq de gotarek bi sernivîsa “Vejandina koletiyê berî seatê” hatiye weşandin. Tê de êzîdî wek “muşrîk” û “pûtperest” kû “îblîs dihebînin” tên dîtin.

Di gotarê de tê gotin: “Berdewamiya hebûna van [êzîdiyan] heta roja îro tişteke ku misilman divê ji xwe bipirsin ji ber ku di roja axretê de ew ê ji wan bê pirsîn, anegorî ku Allah berî 1.400 salan ayeta şûr [ayat as-sayf] ji me re diyar kirye”. Ev ayeta pêncemîn a sûret al-tewba jî di gotarê de tê ravekirin: “Û eger mehên pîroz derbas bûne, li kuderê hûn muşrîkan bibînin wan bikujin, êrîşî wan bikin, wan dorpêç bikin û li her deverê li dû wan bin. Lê eger ew ji ya xwe vegerin, nimêja xwe bikin û zekatê bidin, wan azad berdin.” Bi vê yekê Deweta Îslamî armanca xwe a tunekirina temamiya êzîdiyan diyar dike.

Gotar dibêje ku “berî zeftkirina Şingalê, xwendevanên şerietê ên Dewleta Îslamî ji bo lêkolînkirina êzîdiyan hatin şixulandin daku diyar bikin bê ka ew [anku êzîdî] divên wek komeke muşrîk ê eslî an wek komek di eslê xwe de misilman lê paşê ji îslamê veqetiyan, werin bikaranîn”. Di encamê de wek muşrîk hatin dîtin, ji ber ku ew di zemanê “cehaleta berî îslamê” de hebûne. Gotar wisa berdewam dike: “Ji ber vê, Dewleta Îslamî vê komê bikartîne wek pirranyia feqiyan [hiquqnasên şerietê] diyar kirine ku çawa muşrîk tên bikaranîn. Ne mîna cem cihû û mesîhya, ji bo êzîdyan derfeta dayîna cizyê [bacê] tune ye. Herwiha jinên wan dikarin werin kolekirin, berovajî jinên murteddîn [anku kesên îslamê berdane] ku pirranî feqiyan dibêjin ew nikarin werin kolekirin […]. Piştî girtinê, jin û zarokên êzîdî li gorî şerietê li çekdarên Dewleta Îslamî ku beşdarî operasiyona Şingalê bûne hatin belavkirin, berî vê jî para pênca [anku 20%] jê weke xums [kîs] radestî rêvebirya Dewleta Îslamî hat kirin”. Di gotarê de gelek qeydên derbarê bikaranîna koleyan tên gotin. Ji bo çekdarên “xwediyê cariye” lîsteyeke ji 27 pirs û bersiv derbarê bikaranîna cariyan hatin belavkirin, ku bêexlaqiyek ecêb nîşan didin.

Gotar derbarê kolekirina jinên êzîdiya şîroveya xwe ya şerietê li hemberî şîroveya ku dibêje dewrana koletî di îslamê de derbas bû, heq dike û ji bo vêya hedîseke ji berhemên Buxarî û Muslim dide: “Resûlê Xwedê […] got ku yek ji nîşanên wê seatê ew e ku ‘keça cariye [koleya jin] ji bo xwediyê xwe zayînek dide’ ”. Peyva “seat” di hedîs û quranê de tê wateya “roja qiyametê”. Di vê gotarê de behsa “mezintirîn şerê berî seatê” [ al-malhamah al-kubrā] tê kirin, Dewleta Îslamî di baweriya xwe de xwe niha ji bo vî şerî hazir dike: Li gorî hedîsan, rûm [anku mesîhî] dê werin Dabiq. Dabiq wareke li Suriya îroyîn e (kovar Dewleta Îslamî navê xwe jê digre), gorî hedîsan bi nêzîkbûna roja qiyametê (“seatê”) wê li Dabiq şerek mezin navbera ne-misilmanan û misilmanan biqewime û di dawiyê de şeriet bi ser dikeve. (ev îdeolojî bandoreke kişandinê dike û sebebeke ku çima bi deh hezaran mirov tevlî Dewleta Îslamî dibin). Di ilmê îslamê de ev şer wek nîşaneke nêzîkbûna roja qiyametê tê dîtin.

Niha argûmanta ji bo berdewamiya cariyetî di îslamê de wiha temam dibe: Eger li gor gotinên pêxemberê wan, zayîna ji cariyekê “nîşanek wê seatê” (qiyametê) be, û “mezintirîn şerê berî seatê”  hîn di pêşeroja wan de be, cariyetî jî dê berî wê (anku niha) nikaribe tune be. Gotar di şîroveya xwe de li vira nasekine û hîn kûrtir diçe, tefsîr (anku şîrovekirinên quran û sunna) ên îbn Rajab, an-Nawawî û îbn Hejar (her sê di cihana îslamî de naskirî ne) derbarê hedîsa li jor, amaje û gotûbêj dike. Argûmana dawî ya wan ew e ku cariyetî di bin hukmê qanûnên “taxût” (anku ên ne-îslamî) hatiye rakirin, ji ber vê jî terikandina cariyetî naye qebûlkirin. Di dawiya gotarê de tê gotin ku “divê were bibîranîn ku kolekirina malbatên kafiran û birina jinên wan bo cariyetî xaleke şerietê ye ku bi awayekî qewî hatiye qebûlkirin.” Hêjayî gotinê ye ku ji ayetên quranê jî bi awayekî pir zelal destûriya cariyetî xuya dibe (4:3; 4:24; 23:6; 70;30).

Karesata Şingalê jênosîda êzîdiyan e
Cil û bergên Êzîdiyên Şingal li Hardan, ku ji aliyê DAÎŞ ve hatin kuştin
Cil û bergên Êzîdiyên Şingal li Hardan, ku ji aliyê DAÎŞ ve hatin kuştin


Eger em bûyerên li Şingalê di bin peymana NY derbarê jênosîdê binirxînin, ji me re zelal dibe ku jênosîdek heye û jênosîd tenê ji ber dînê êzîdyan pêk hat. Ji ber ku: Dewleta Îslamî dixwaze êzîdyan bi temamî tenê ji ber dînê wan, wan tune bike; ew hemû mêrên êzîdî ku dikevin destê wan dikujin (Nr. 1); li ser êzîdiyan “ziyanên giran ên canî û ruhî tînin” (Nr. 2); êzîdî di dorpêça çiyayê Şingalê ji kêmasiya nan, av û dermanan mirin, anku armanceke “li ser vê komê ferz kirina şertên jiyanê bi hesaba tunekirina wê a fîzîkî bi temamî” (Nr. 3); zarokên wan cûda dikin û derbasî nav xwe dikin bo perwerdeya şerietê û cîhadê (Nr. 5). Ev hemû ji aliyê Dewleta Îslamî tê kirin bi armanca tunekirina temamyia êzîdiyan. Anku “jênosîda êzîdiyan” heye.

Ji ber rastiyên li jor hatin gotin, raporên NY û gelek raporên din jî tên vê encamê. Rapora NY a 19.05.2015 pêşniyar dike ku endamên Dewleta Îslamî werin darizandin û dibêje: “Dibe ku endamên Dewleta Îslamî jênosîdek li dijî civaka êzîdî kiribin, bi kuştin, anîna ziyanên giran ên canî û ruhî, û bizor derbaskirina endamên vê civakê, tê de zarok […] bi armanca tunekirina vê komê.”

Dozgerê bêrê yê Dadgeha Navnetewî ya Cezayê li Lahay, Luis Morêno Ocampo, got ku karesata êzîdiyan jênosîdeke ku hîn jî berdewam dike. Şêwirdarê taybet ê NY ji bo rêlibergirtina jênosîdan Adama Dieng jî vê nêrînê parve dike. Cîgirê sekreterê giştî ê NY derbarê mafên mirovan, Ivan Simonovic, jî wisa: “Rastiyan diyar dikin ku kiriyarên Dewleta Îslamî li dijî êzîdiyan hewldana jênosîdek in”. Barack Obama jî got: “Dewleta Îslamî banga tunekirina temamiya miletê êzîdî kiriye, ev jî dê bibiya jênosîd”. Wezîrê amerîka John Kerry got: “Ew êzîdiyan dikujin ji ber ku ew êzîdî ne.”

Lê armanca Dewleta Îslamî derbarê kurdên misilman, şîî, mesîhî û yen din çawa ye? Lir vira armancên jênosîdê hene? Dewleta Îslamî şîîyan wek murteddîn dibîne û armanca wan heye ku wan jî bikujin eger “îslama rast” qebûl nekin, anku dixwazin şîîyan wek komek bi temamî tune bikin (lê jinên murtedd kole nakin), anku armanca jênosîdê li vir heye. Ji ber ku heta niha Dewleta Îslamî erdê şîî lê dijîn zeft nekirine, ev nebû mijarek mezin.
Derbarê mesîhiyan nêzikbûnek cûda heye. Ew wek “ehlê kitêbê” tên dîtin û ji ber vê sê rê ber wan datînin: an ew ê îslamê qebûl bikin, an di dewleta îslamî de bimînin û ciziyê bidin, an ji erdê Dewleta Îslamê bar bikin. Wiha jî hemû mesîhîyên Mûsilê tevî jin û zarok ji bajar bar kirin, li ser sînorê bajar hatin sekinandin û hemû hebûna wan ji wan hat stendin, lê saxî hatin hiştin û berdan. Li vira “armanca tunekirina komekê bi temamî” tuneye, loma jî ne jênosîde.  

Kurdên sunnî wek misilman tên dîtin ku divên li gorî “îslama rast” bijîn. Keç û jinên wan nayen kolekirin, mêrên wan nayen kuştin. Malbatên wan ji hev venaqetin. Herçiqas Dewleta Îslamî “ilmê tekfîrê” (anku beyana ku misilmanek ji îslamê derketiye) li hemberî kurdan bikarbîne û ji ber vê kurdan bikujin, lê dîsa jî nabe jênosîd, ji ber ku “armancek tunekirina kurdên sunnî bi temamî ji ber kurdbûna wan” tune. Wiha jî gelek malbatên kurd tevî jin û zarok di destên Dewleta Îslamî de sax mane. Jê wêdetir jî gelek cînarên êzîdiyan ên kurdên sunnî tevlî Dewleta Îslamî bûbûn, li gor gotinên kesên ji gullebaranê sax filitîne, yên ku komkujiyê kirin hemû kurdên derûdorê gundên wan bûn

Nirxandina dawî

Piştî van rastiyan meriv ecêbmayî dimîne ku çawa di siyaseta kurdî de, çawa ku me li jorê diyar kir, hewl tê dan ji bo nenaskirina jênosîda êzîdiyan: “ti girêdana vê bi êzîdiyan ve tineye […] ev kampanyake erebîzekirinê ye” (Dr. Nûrî Osman Abdurrahman), “êzdî ji bo van qatilan qet ferq nake” (Zinarê Xamo), “Êzîdî ji ber kurdbûna xwe bi kom hatin şehîdkirin” (Mahma Xelîl).

Komkujiya êzîdiyan bi ti awayekî ne jênosîdek ji ber kurdbûnê bû. Û rastiya jênosîda êzîdiyan bi ti awayî jî ne girêdayî wê pirsê ye ku êzîdî kurd in an na. Pirsa kurdbûn an ne-kurdbûna êzîdiyan ji bo bersiva pirsa jênosîdbûnê bi temamî bê bandore. Akademîsiyenek divê ne ewqasî jîr be ji bo ku têgeha jênosîda fêm bike.

Çawa dibe ku li seranserê dinyayê behsa jênosîda êzidiyan tê kirin, lê di derûdorên netewperestiya kurdî de tê înkarkirin an berovajîkirin? Sebeba vê yekê netewperestiya (nasiyonalîzma) kurdî bi xwe ye, ku gelek êzîdî jî – çi rewşenbîr, çi nivîskar, çi siyasetmedar- nûnertiya wê dikin. Û balkêşe ku ji aliyê êzîdiyên alîgirên netewperestiya kurdî bi ti awayekî parastina berjewendiyên êzîdiyan di vî warî de tune, di ser de jî gelek ji wan beşdarî înkarkirin û berovajîkirinê dibin. Di gelek “dewletên medenî” wek Almanya an Fransa, înkarkirina jênosîda tên cezakirin. Lê êzîdî hene ku jênosîda êzîdiya înkar dikin an berovajî dikin. Jênosîda êzidiyan mijareke ku di asta cîhanî de tê nîqaşkirin, ji ber vê jî rastî ji aliyê netewperestiya kurdî nikare were veşartin. Tevlî vê yekê dîsa jî tê berovajî kirin. Eger wisa be, meriv dikare baş texmîn bike, ku di berjewendiyên din ên êzîdiyan wê çawa bibe di bin desthilatdariya netewperestiya kurdî de, eger baldariya cîhanê li ser tune be. Wê yekser werin binpêkirin bêyî ku êzîdî bikaribin xwe biparêzin. Wê “kurdên êzîdî” jî tevlî vê binpêkirinê bibin.

Netewperestiya kurdî ku di eslê xwe de xweparastinek e li hemberî netewperestiyên ku dixwazin kurdan tune bikin, bûye mezintirîn xeter ji bo nasname û berjewendiyên êzîdiya. Çawa înkarkirin û berovajîkirin di mesela jênosîda êzîdyan de heye, wisa jî înkarkirin û bervojîkirin di dîroknivîsa êzîdiyan de heye, di siyasetên êzîdiyan de heye, di dînê êzîdiyan de heye, di nasnameya êzîdiyan de heye. Êzîdîtiya ku rewşenbîr û siyasetmedarên êzîdî ên ku xizmeta netewperestiya kurdî kirin, di sed salên çûyî de xira kirin, ne tenê nifşek, belê serdemek lazim e ji bo dîsa avakirina wê. Ne misogere ku qeweta êzîdyan têrê bike ji bo vî barî. 

© Yilmaz Algin, ÊzîdîPress – 19ê Mijdar 2015