Hoşeng Broka
Hoşeng Broka

1- „Asta absurde“ yan „çanda absurdekirinê“?

Demeke dirêj e, ku ez birêz Ezîzê Cewo (Aziz Mamoyan), wek rewşenbîrekî Kurd, nivîsandin û nivîsandin, dinasim û heta ji min tê nivîskariya wî di rêya gotar û berhemên wî re, dişopînim. Birêz Cewo yek ji nivîskarên serdema „şerrê sar“, yên „Sovîyêta berê“ ye, ku „ruh“ bi „materiyê“ (madê) û Xwedê jî bi siyasetê dixwîne. Ew, heman heman di hemî berhemdariya xwe a derbarê olê û gotara olî (bi taybetî ola Êzîdiyatiyê) de, hewl didie ku dîn bi siyasetê şiove bike û xîtaba olî jî, di serî de, wek xîtabeke siyasî-îdeolojî nîşan bide. Helbet ev mafê wî yê rewa ye, ku wek xwe nerîna xwe be, û wek siyaseta xwe jî nerîna xwe bi Xwedê û olên wî bide. Lê ya ne rewa ew e, ku ew di polîtîzekirina pirsa Xwedawendiyê de, hertim hewl dide, di mantiqê „Xwedayê xwe“ de, hemî Xwedayên din yên cuda tune bike, û di berzkirina dînê „Xwedayê xwe“ de jî dînên din „absurde bike“.

Di nivîsa xwe ya bi sernavê „HELWESTA BÊSÎNOR A ASTA ABSÛRDÊ Û NEDÎTINA R’ASTÎYAN“ de, birêz Cewo herçende nivîsa xwe li ser binaxeya „çîroka Xwedayekî sextekar“ avakiriye, lê mixabin wî çîrok û Xwedayê wê yê „sextekar“ tev danîne aliyekî û xwe di ser rastiyan re çengkiriye û heta jê hatiye serê rastiyan tewandiyê û berê wan dayemarjînalkirin, hişkirin  û  „absurdekirinê“.

Di nivîsa xwe a bi sernavê „Êzdaname: Çîroka Xwedayekî sextekar“ de[1], min bi hûrgilî û têrûteselî basa pirtûka „Êzdanamê“, danerên wê û herweha siyaseta li paş wê, ku li saranserî 25 salan li ser Êzîdiyan berdewam e, kiriye.

Ev pirtûka li jor binavkirî (Êzdaname)[2], ku min di wê gotarê de biriye xwendinê û rexne kiriye, yek ji pirtûkên herî „sexte“, „absurde“ û „bêterşe“ yên „sextekirina“ Xweda û Xwedawendiya Êzîdiyan e. Ev pirtûk ne Erebên şovinit, ne jî nivîskarên bîrodoz yên dixwazin berê Êzîdiyan bidin „Erebkirinê“ nivîsandiye, belê „Kurdên Êzîdî“ û saziyên wan (YÊ û FKÊ) yên ser bi siyaseta ku birêz Cewo wê diparêze, daniye û belavkiriye.

Di nirxandin û rexnekirinên xwe de, min tiştek ji berîka xwe dernaniye, belê hemî rexneyên xwe sipartine vê pirtûkê û ew belge bi belge, li pêş xwêneran, beramberî qewl, beyt û duwayên Êzîdiyan yên berdest kirine.

Ji xeynî vê jî, min wek „şahidekî pirtûkê“, bi nav, dem û cih, qonax bi qonax, basa çîroka peydabûn û berhevkirina vê pirtûkê û „sextekirina“ Xwedayê wê kiriye. Pirtûk jî jixwe berdest e, û dibe ku berî kesî jî ketibe destên birêz Cewo û di pirtûkxaneya wî de, cih girtibe. Ya balkêş cwanmêr ne ji dûr ne jî ji nêzîk basa vê pirtûka „sexte“ û çîroka „sextekirina“ Xwedê di nav rûpelên wê de nekiriye, mîna ku haya wî qet jê nebe û pê jî nebihîstibe.

Gelo çima birêz çewo berê xwe ji vê pirtûka „absurde“ (Êzdaname) wergirtiye; çima wî „absurdeyîya“ mantiqê wê û Xwedayê wê yê „absurde“ nexwendiye; çima wî xwe di ser „absurdayetiya“ danerên wê û siyaseta wê  ya „absurde“ re, ku ji „absurdetiyê“ heta bi „absurdetiyê“ ye, çengkiriye?

Helbet bersiv (ji kêmanî ji aliyê min de) diyar e. Ew jî ji ber ku siyaseta nivîskariya birêz Cewo ji siyaseta vê pirtûkê û saziya wê ye, ku yek ji saziyên Êzîdiyan yên rastûxo ser bi siyaseta PKK ve ne. Helbet siyaset û siyasetşêkirin ne sûc e, belê mafek ji mafên mirovan e, lê sextekirina Xwedayekî jibo jiholêrakirina Xwedayekî din, yan polîtîzekirina Xwedayekî ji bo tunekirina Xwedayekî din, ne ji mafê ti kesî ye. Ev zor e; zoreke manewî ye, ku di serencamê de, mafê Xwedê di mirovan de û herweha mafê mirovan di Xwedê tê binpêkirinê.

Pirsa dîn û Xwedawendiyê bi a min pirseke takekesane ye, di navbera Xwedê û bawermendên wî de ye; her kes bi qasî baweriya xwe nêzîkî Xwedê dibe; mafê her kesî di perestin yan jî neperestina Xwedê de, bi qasî mafê her kesî ye: Kî dixwaze Xwedê dibe asmanan û jê re sucdê dike, kî naxwaze jî Xwedê dike gok û pê dilîze. Şert li vir tenê azadî ye; azadiya Xwedê di mirovan de û herweha azadiya mirovan di Xwedê de[3].

Birêz Cewo basa asta gotara min a „absurde“ dike, bêyî ku yek belgeyî bi tenê jî ji belgeyên pirtûka „Êzdaname“ wek pirtûka „Xwedayekî absurde“ nîqaş bike.

Ew ji me re diyar û şirove nake, çima „Êzdaname“ wisa „absurde“ xwe wek pirtûka Xwedayekî „absurde“ pêşkêş dike?

Eger çîrok çîroka rastiyê yan jî ya sereraskirinê be, di ilmê dîn û dîndariyê de, baweriya rast û baweriya nersat, yan jî Xwedayê rast û Xwedayê derewîn tune ne: Kî bi çi bawer dike, ew ji bo wî rast e. Lewma hemî bîr û bawerî rastiya hemî mirovên bi wan bawer dikin e; rastiya her bawermendekî jî bi qasî baweriya wî bi Xwedayê wî ye: Lewre Xwedê wek afrênerekî „nediyar“ li gorî mirovan û baweriya wan, guherbar e: Xwedê roj be, çiya be, çem be, birûsk be, derya be, ba û baran be, teyr be, çêl be, qûmistan û çol be, erd be yan jî asman be, ne giring e. A giring azadî ye, ku bi qasî azadiya Xwedê di mirovan de, mirov jî di Xwedê de, azad bin.

Êzîdî jî wek her miletekî bawermend, îro roj, bi çi bi kî û jibo çi bawer dikin, ew baweriya wan e û heqê hîç kesekî tune, were baweriyeke din ku bi sedên salan di nav wan de rûniştiye, ji nuh ve, bi behaneya vê siyasetê yan jî wê siyasetê, ji wan re, durust bike. Bawerî mafek ji mafên mirovan e; Êzîdî bi çi, çawa û ji ber çi, û çima bi kî bawer dikin, ew mafê wan e, herwekî çawa ji mafê her kesekî din e, ku baweriya xwe bi çi, çima û jibo çi bi kî bîne?

Birêz Cewo ji baskirina „asta absurde“ ku mijara gotara wî ye bihtir, ew „çanda absurdekirinê“ dide pêş. Wate, pirsa gotara wî ne ew e, ku „çi û çima absurde“ ye, bi qasî ku pirsa wî bihtir ew e, „kî û çima gereke absurde be“!

Ev ji nirxandineke objekîv bihtir nirxandineke subjektîv e; û ji xwendineke positîv jî wêdetir xwendineke negatîv e. Eger na bila birêz Cewo û hemî denerên li paş siyaseta wê pirtûka „absurde“ (Êzdaname), ku „çîroka Xwedeyekî absurde“ ye, vekirî, bi belge û dokument, pêşberî xwêneran, nîqaş bikin, ne çavên xwe liser miç bikin û xwe di ser re çengbikin.

Birêz Cewo, li şûna ku basa „asta absurde“ a pirtûka „Êzdanamê“, ku pirtûka saziyeke ser bi siyaseta nivîskariya wî ve ye, bike, ew xwe di ser re çegdike û bi „çanda absurdekirinê“ danûstandinê dike û rexneyên bêbingeh li asta rexnekirin û rexnegirê wê dike.

Ha va ye „Êzdaname“; ha ve ye xwendina wê; ha va ne belge, û ha va ye Xwedayê wê yê „absurde“, lê kanî xwendina te ji „absurdayetiya“ wê re kekê Ezîz?

Wek Kurd dibêjin: „Şam dûr e, lê mişar ne dûr e“!

Wa pirtûka „Êzdanmê“ li ber serê te ye, de here wê baş bixwîne û bi objektîvî beramberî „defterên Îmanê“ yên Êzîdiyan bike, em dê paşê ji hev re bibêjin, ka asta kî ji kuderê heta bi kuderê, „kelevajî“, „bêbingeh“ û „asurde“ ye, û herweha çanda kî ji kîjan Xwedayî heta bi kîjan Xwedayî „çanda absurdekirinê“ ye!?

II- Zeredeştiyatî û Êzîdiyatî: Wexta ku siyaset stuyê dîrokê badide

Yek ji hîmên bingehîn yên siyaseta „YÊ“ û „FKÊ“ ew e, ku Êzîdiyatiyê di Zeredeştiyatiyê de bide helandinê û wisa bi Êzîdiyan bide qebûlkirin ku „Êzîdiyatî“ (yan jî Êzdiyatî) Zeredeştiyatî bixwe ye. Lewre, ew li seranserî 25 salên dawiyê hemî hewlên xwe dikin, daku vê têzê bi darê siyaseta ji zorê, li ser Êzîdiyan bidin sepandinê. Bingeha vê têzê jî noteke serokê PKKê birêz Abullah Öcalan e, ku tê de dide diyarkirin, „Êzîdî zeredeştî ne, yan jî „Êzdiyatî Zeredeştiyatî“ bixwe ye, ku ola Kurdan a neteweyî ye“. Birêz Öcalan li vir ne tenê şaş çûye, belê ew ji dîrokê jî derçûye. Ne Êzîdiyatî Zeredeştiyatî ye, ne jî Zeredeştiyatî rojekê di dîrokê de bûye ola Kurdan a neteweyî. Li gorî belgeyên dîrokî yên berdest hîç bingehek ji vê notê re tune ye.

Ev not ji dîrokê bihtir siyaset e û ji ethnolojî, anthropoljî û theolojiyê jî zêdetir ideolojî ye. Rast e, Zeredeşt wek pêxemberî Medî bi koka xwe ji Rojavayê Îranê (Îrana kevn) bûye, lê ola wî di herêmê Medan de, li rojavayê Îranê, wek oleke „bi Kurdî“ fêrmî, rojeke bi tenê jî, di dîrokê de nehatiye qebûlkirin û hebandinê. A rast, Zerdeştiyatî li seranserî dîrokê hertim wek ola Farisan a netewî hatiye hebandin û qebûlkirinê. Li seranserî dora 645 salan Zeredeştiyatî bi berdewamî wek dînê fêrmî yê herdu imperatoriyên Farisî; Imperatoriya Haxamanîşî (550-330 b.z.) û Imeperatoriya Sasanî (226-651 z.), hatiye qebûlkirinê[4]. Hizra ku dibêje Zeredeştiyatî ola Kurdan a neteweyî ye, ne tenê hizreke bêbingeh, belê ew hizreke li derveyî dîrokê û rastiya wê ye jî.

Herçende birêz Cewo qebûl dike, „Êzdîtî ne zerdeştiyatî“ ye û bi gotina wî  „hîç kes nikare vê red bike!“ jî, lê, dîsa bi a wî „ji ber ku êzdîtî (ne êzîdîtîya Şîxadî) ola gelê kurd a berî zerdeştîyê  bûye, di nava bingehên wê û zerdeştîyê da gelek tişt hene, yên ku hevbeş in û wan nêzîkî hev dikin, lewra ku zerdeştî, mîna êzdîtîyê, oleke k’urdan a Medyayî-K’urdistanî ye, û di derbarê vê da jî delîlên dîrokî hene“[5]!.

Ha li vir ji birêz Cewo dipirsim, kanîn ew „delîlên te yên dîrokî“?

Kengî, li kuderê û çawa Zeredeştiyatî bûye ola „Kurdan a „Medyayî-Kurdistanî“?

Li gorî belgeyên dîrokî, di dema impeartoriya Medan de, hîç oleke fêrmî a dewletê nebû, belkû pirrxwedayî, pirrolî û pirrbawerî hebû (Êzîdiyatî, Mîthraperestî, Rojperestî, Magoşî.. htd). Bi hatina Imperatoriya Haxanamenîşî re, ku li ser hilweşandina Ipearatoriya Medî hate damezarndinê, êdî Zeredeştiyatî bû dînê resmî yê dewletê û hemî olên Medî (di nav de jî Êzîdiyatî) hatin qedaxekirinê û bi „Ehrêmanperestiyê“ hatin tawanbarkirinê[6]. Bi hatina Haxemenîşiyan re, dîn û dewlet yekem car di dîroka mirovahiyê de, bûn yek; dînê Zeredeşt bû dewlet herwekî çawa dewlet jî bû dîn.

Ne bese mirov bibêje, ku „delîlên dîrokî“ hene, belê gereke were zelalkirin ka ew „delîl“ çi ne û ji kîjan „dîrokê“ ne?

Di yek belgeyê dîrokî re derbas nabe, ku Zeredeştiyatî di dema imperatoriya Mediyan de, bûye dînê fêrmî yê dewletê.

Li hêlekê birêz Cewo mantiqekî „absurde“ dike, lê li hêla din mantiqê wî bixwe ji „bêdelîlî“ di „absurdeyetiyê“ de werbûye!

Cewo di Êzîdiyatiyê de, basa dîrokê, „delîlên dîrokî“, rastiya Êzîdiyan di Zeredeştiyatiyê de, û herweha rastiya Zeredeştiyan di Êzîdiyatiyê de nake; ew basa dîrokê, çi têde heye, çi bûye, çi çima bûye qet neka, belê ew tenê basa wê yekê dike, ku çi gereke bibe; ew jî bi darê siyaseta ji zorê!

Ew qebûl dike, ku Êzdî ne tenê ne Zeredeştî ne, belê Êzdiyatî berî Zeredeştiyatiyê jî. Tevî qebûlkirina wî ji vê rastiya dîrokî re, lê ew bi xurtî piştgiriya têza „zeredeştîkirina“ Êzîdiyan dike û vê yekê weha didie behanekirinê: „Û ev jî bûye (û îro jî dibe) sedem, ku hinek van herdu olan (zerdeştîyê û êzdîtîyê!) bigihînin hev. Helbet, bi vê cîhanê wêran nebe! Dibe ku ev jî r’êyek e, ji bo ku di nava t’omerîyekê da bingehên êzdîtîya r’esen a kezî bên dîtin (hîç nebe, li ser asta zanistî!)“[7].

Helbet mebest li vir ji zanistiyê bihtir siyaset e; û ji dîndariyê jî wêdetir helwest e. Wate, jibo ku „Êzdîtî“ li reseniyatiya xwe vegere, gereke „Êzîdîtî“ were zedeştîkirinê! Bi gotineke din, jibo ku „Êzîdî“ bibin „Êzdî“ (wek çawa Birêz Cewo bikar tîne) gereke ew „Şêxadî“ û hemî fîgûrên din yên dorûberên wî bikujin û fîgûrên Zeredeştiyatiyê têxin şûna wan! Mebesta dawî jî ji vê siyaseta „resenkirin“ û „orîjînalkirnê“ „nasyonalîzm“ e; anku „paqijkirina“ „Êzdîtiya resen“ ji „Êzîdîtiya sexte“ ye, û herweha „paqijkirina“ zimanê Xwedayê „Êzdî“ yê xurû bi Kurdî ji zimanê Xwedayê „Êzîdî“ yê bi Erebî ye!

Bi gotineke din; jibo ku Êzîdî tam bibin Êzîdî, gereke (li gorî vê têzê) di serî de ew tam bibin Kurd! Pirsa ku li vir dikare were kirinê ev e: Gelo di dema Êzîdiyatiyê de, ku dîroka wê vedigere 4-5 hezar sal, Kurdiyatî û fikra nasyonalîzma bi Kurdî hebû?

Mirov dikare bi hesanî dînekî berde û here ser dînekî din, baweriyekê ji xwe bike û yeke din li xwe bike, ev mafekî rewa ji mafê mirovan e, lê mafê ti kesî tune ku Xwedayekî bi Xwedayekî din bide kuştin, û dînekî bi dînekî din bide serearstkirin.

Di dîrokê de Êzîdî her Êzîdî bûne, herwekî çawa Zeredeştî jî her Zeredeştî bûne, lê çima îro gereke herdu ol bibin olek?

Dîn, ne pratî, komapnî û Fabrîke ne, ku bi kêfa vî mirovî, wê siyasetê yan jî wê ideologiyê, bibin yek û dînekî nuh çêbikin, kekê Ezîz!

Dîroka hemî dînên dinyayê bixwîne, hertim dînek bûye pirr dîn, lê ticarî pirr dîn ne bûne dînek, ev jî fakt kekê Ezîz!

Ji Islamê Sunne, Şîhe, Nesîrî, Elewî, Ismayîlî, û bi sedan Terîqetên cuda derketine, ku tev jî xwe dînek û baweriyek nabînin.

Ji Chrityaniyê jî Katholîk (Dêra Rojavayî), Arthodox (Dêra Rojhilatî), Arthodoxên Qubtî (Dêra Qubtî), Protistant, Evangelî, Lutherî û bi dehan rêgeh û dêrên Christyanî rû dane, ku tev ji hev cuda ne û cuda jî li Xwedê, Yesus, dîn û dinyayê temaşe dikin.

Ev daxwaz (Zeredeştîkirina Êzîdiyatiyê) ji rastiyeke dîrokî bihtir ew rastiyeke siyasî û îdeolojî ye; ji realîteyê jî zêdetir ew Utopî ye!

Bi qasî ku Zeredeştiyatî rastiya herî berz a dînê împeartoriya Farisan e, hewqasî Êzîdiyatî jî rastiya herî berz a dînê împeratoriya Mediyan e.

Dîrokê hertim ev ji me re gotiye, lê ya ku birêz Cewo û hin nasyonalîstên Kurd ji me re dibêjin tenha îdeologî ye. Ev siyaset hemî hewlên xwe dike, ku bi darê zorê stuyê dîrokê di Êzîdiyatiyê de, û stuyê Êzîdiyatiyê jî di dîrokê de, babide. Lê encam her yek e: Sextekirina dîrokê, yan jî dîrokkirina sextekariyê!

III- „Fobya“ Şêxadî yê „Ereb“ û Ilmê wî yê kurt û Kurmancî

Şêxadî (1075-1162),  di zihniyeta nasyonalîstên Kurd (û bi taybetî „Kurdên Êzîdî“) de, êdî ji hetişt bihtir „fobya“ (phobia) ye. Tirsa nasyonalîstên Kurd a herî mezin li ser asta vê„fobyayê“ ew e, ku Êzîdiyatî wek dînekekî kurt û Kurmancî, di serdema Şêxadî de, hatiye „Erebkirinê“! Jibo ku Êzîdiyatî ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê bimîne dînê Kurdan yê resen, gereke Êzîdî li pey vê hizrê Şêxadî, ku ew birine „Erebkirin“ û „Misilmankirinê“, di dînê xwe bikujin û dawiyê li „Ilmê wî“ bînin!

Li gorî belgeyên dîrokî, ethnolojî û anthropolojî yên berdest, helbet Êzîdiyatî dînekî ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye û wek dînekî bi Kurdî berdewam jî maye. Nîşana herî berz jî, „Ilmê Sîngê“ û „defterên îmanê“ yên Êzîdiyan e.

Herçende ku çanda Şêxadî wek irfannas û sufîstekî mezin bi Erebî jî bûye, lê dîsa „Ilmê Êzîdiyan“ ku bi „Ilmê Şêxadî“ tê naskirinê, wek ilmekî bi Kurdî (Kurmanciya jorîn), kurt û Kurmancî berdewam di dîn û dinya Êzîdiyan de maye.

Eger mebesta Şêxadî bi rastî „Erebkirina“ Êzîdiyan û Êzîdiyatiya wan baya, naxwe ev çi „Ilmê“ wî, ku 97% bi Kurmancî ye, li pey xwe hiştiye?

Ha îro jî, piştî zêdetir ji 950 salan, Erebiya di zimanê nasyonalîstên Kurd de ji Erebiya di zimanê „Ilmê Şêxadî“ de, bihtir e. Jixwe Tirkî hîn kambaxtir û wêrantir e!

Bê guman Erebî, Tirkî, Farisî di nav Kurmanciya „Ilmê Şêxadî“ de heye“, lê ew 3% jî tune. Gelo kîjan nivîsakarê Kurd, yê kevn û yê nuh heye, ku zimanê wî ji zimanê „Ilmê Şêxadî“ Kurdîtir yan jî Kurmancîtir e?!

Eger mebesta Şêxadî „misilmankirina“ Êzîdiyan û Êzîdiyatiya wan baya, naxwe ew çi ferman bûn, ku pirraniya wan paş serdema Şêxadî bi serê Êzîdiyên wî de hatine?

Ma gunehê Şêxadî çi ye, ku wî xwe Êzîdî naskiriye, lê çanda wî bi Erebî bûye?

Ma gunehê zarokên Başîkî û Bahzaniyan çi ye, ku xwe Êzîdî dinasin, lê zimanê wan bi Erebî ye?

Ma gunehê zarokên bi sedhezaran Êzîdiyên diyasprayê çi ye, ku xwe Êzîdî binasin, lê çand û zimanê wan, ji ber rewşa koçberî û derbederiyê, Rûsî, Ermenî, Gurcî, Elmanî, Holandî, Fransî, Inglîzî, Siwêdî, Danmarkî yan jî Nerwîçî ye?

Gelo ev têza „rasîst“ (Kurtûpuxtkirina Xwedayekî di zimanekî de) di mantiqê kîjan dînî û kîjan dîndariyê de, heye?

Belê rast e, Êzîdiyan Xwedayê xwe bi Kurmancî naskiriye. Ev dîrok û fakt e. Lê ev nayê wê wateyê, ku sînorên Xwedayê Êzîdiyane tenha sînorên Kurmanciyê bûne!

Li ser bingeha vê hizra nasyonalîst, birêz Cewo têza „zerdeştîkirina Êzîdiyan“ wek „mefer“ û „rêya çareseriyê“ bo Êzîdiyan dibîne û dibêje: „Û bi dîtina gelek k’urdên êzdî yên têgihîştî, ev ji wan têgeh û têrmînên îslamî çêtir e, yên ku piştî hatina Şêx Adî (Şîxadî) û bi “r’êformên” wî êzdîtî pê xeşivandine û kirasekî îslamî li stuyê wê danîne û ew kirine êzdîdîtî. Û ev jî êdî ne êzdîtîya pêşîyên me ye, ew êdî êzîdîtî ye – ev jî ji navê Sult’an Êzîd (Yezîd bên Muawîya Ebî Sifyan) tê“[8].

Di dîrokê de, ne dînê „zelal“, ne zimanê „zelal“, ne jî netewa zelal heye. Tiştek heya navê wî mirov e, ku ew jî bi qasî dinyayê mezin e. Yên daxwaza „zelalbûnê“ di dîn, ziman û netewê de dikin, ew di serî de, daxwaza dabirrana dinyayê ji dinyayê, mirovahiyê ji mirovahiyê, dînan ji dînan, zimanan ji zimanan û neteweyan ji neteweyan dikn, ku ew jî bingehek ji bingehên rasîzmê bixwe ye.

Êzîdiyatî a îro gihiştiye ber destên Êzîdiyan rastiya Êzîdiyan û dîroka wan a seranserî 74 fermanên wan e.

Şêxadî wek fîgûrekî pîroz di Êzîdiyatiyê de, ku Êzîdî li seranserî  bihtirî 950 salan, bi „ilmê“ wî radibin û rûdinin û herweha seqa, seremonî û rewişt û tîtalên xwe pê derbas dikin, rastiyeke dîrokî ji rastiya baweriya Êzîdiyan e.

Ji mafê birêz Cewo û xwediyên „teoriya zerdeştîkirina Êzîdiyatiyê“ ye, wek takekes, ji Zeredeşt wek pêxember hez bikin (Ez jî ji fîlosofiya wî hez dikim) û ji Şêxadî jî wek „reformîst“ nefret bikin, lê mafê wan tune ye, ku bi darê zora ji siyasetê heta bi siyasetê dînê Êzîdiyan wek çawa ew xwe Êzîdî (yan Êzdî) nasdikin, bi wan bidin betalkirin û tunekirinê.

Birêz Cewo û nasyonalîstên Kurd yên xwedanên têza „Kurdîkirina Êzîdiyatiyê û paqijkirina wê ji Şêxadiyetiyê“, Şêxadî bi „Erebkirina Êzîdiyan û Êzîdiyatiyê“ tawanbar dikin. Lê ez pirs dikim: Gelo zimanê ilmê kî bihtir bi Kurdî kurt û Kurmancî ye; zimanê ilmê „Şêxad ê Êzîdî“ yê berî 950 salan, yan zimanê siyaseta kekê Cewo û nasyonalîstên ku mîna wî difikirin?

Ha va ye Kurmanciya „Ilmê Şêxadî“, qewl, beyt, duwa, dirûze, qesîde û payîzokên Êzîdiyan, û ha wa ye zimanê siyaseta we!!!

Yên Şêxadî bi „Erebkirina Êzîdiyan“ tawanbar dikin, bila herin pêşî xwe hînî Kurmancî bikin, baş pê biaxifin û binivîsin, û paşê werin doza bi Kurdî li Kurmanciya Şêxadî vekin!

IV- Ne Şêxadiyetî bê Êzîdiyatiyê dibe, ne jî Êzîdiyatî bê Şêxadiyetiyê dibe

Di dîroka Êzîdiyan de, 74 feraman bi ser wan de hatine, tev jî ji hêla îdeolojiya misilmantiyê û desthilatdarên dewlet û mîrîtiyên islamî ve (di nav de jî hindek mîrtiyên Kurdan, wek mîrtiyên Bederxaniyan û mîrtiya rawendozê bi serpereştiya mîrê kor) rabûne. Para bihtir ji van fermanan paş serdema Şêxadî bi ser Êzîdiyan de hatine, lê pirs ev e: Eger Şêxadî ev îdeologî biparasta û qebûlbikira gelo çima dê ferman bi ser Êzîdiyên wî de biqewimîne?

Eger Şêxadî Misilmantî jibo xwe wek dîn û bawerî qebûlbikira, gelo ew çi mecbûrî Êzîdiyan û Êzîdiyatiyê bû, ku li gorî „şerîhetê“ hertim wek „dînê kafiran“ hatiye liqelemdanê?

Ya Şêxadî û gelek irfannasên din yên „Ne-Kurd“ digihîne Êzîdiyan û dînê wan, ji her tiştî bihtir sufîzm e, ku bingeha wê jî ji islamê wêdetir e.

Sufîzm di koka xwe de, wek rêya naskirina Xwedê, ji „şerîetê“ bihtir rêgeh û terîqet e, û ji dînnasiyê jî bihtir irfannasî ye, û ji Xwedanasiyê jî bihtir mirovnasî ye. Lewre, Hisên Bin Mensûrê Hellac (858-922) digot: „Ez heq im.. û ji xeynî Xwedê jî di bin cubbê de tune“!

Pirsa Êzîdiyatiyê, ne îro ne jê berê, ne pirsa „kuştin“ û „bidarvekirina“ Şêxadî yan jî „zindîkirina“ Zeredeşt e, bi qasî ku ew bihtir pirsa nûjenkirin û reformkirineke realîst û aqilane, di çarçeweya bingehên Êzîdiyatiyê de ye, ku Şêxadiyetî yek ji hîm û bingehên wê ye. Pirsa di navbera Êzîdiyatî û Zeredeştiyatiyê de, ne ew e, kîjan bawerî ji kîjanê baştir e, yan Xwedayê kî ji Xwedayê kî bilindtir, bihêztir û mezintir e.

Pirs bi qasî ku bîra herdu dînan dibêje, ne pirsa anuhayî û paşerojê ye, bi qasî ku bihtir pirsa pêşerojê a ji dîrokê heta bi dîrokê ye.

Dîn, bîr û bawerî di serî de, ji pirsa aqil bihtir ew pirsa dil e.

Tu dikarî ji mirovekî bipirsî: Tu ji Xwedî hez dikî an nakî; tu Xwedê diparêzî an naparêzî, lê qet nikarî bipirsî, çima tu ji Xwedê hezdikî, yan çima tu Xwedê diparêzî?

Pirsa dîn pirsa „dogma“ ye, ku têde her tişt li Xwedê û ruh, wek „sebeba“ her tiştî di her tiştî de, vedigere.

Yesus wek „kurê Xwedê“ jibo Christyaniyan çi ye, Şêxadî jî jibo Êzîdiyan dikare tiştekî weha yan jî nêzîkî wî be. Ev rastiya dînê Êzîdiyan e, ne min daniye, belê Êzîdiyan xwe bixwe daniye, çêkiriye û bi sedên salan jî parastiye û wek bîrûbawerî qebûlkiriye.

Ji mafê birêz Cewo ye, wek materyalîstekî wekî xwe bi mantiqê xwe, wek çawa dilê wî dixwaze, li Şêxadî temaşe bike, lê Êzîdî, wek çawa bîrûbaweriya wan dibêje, wî wek pareke nebiçûk ji xwedawendiya xwe liqelem didin. Lêkolînvanî jî li vir ew e, ku mirov Êzîdiyatiyê (di nav de jî Şêxadiyetî) bi çavên Êzîdiyan li şûna çavên xwe bixwîne. Lêkolînvanî ne xwendina xwestek û daxwazan e, belkû xwendina û analîzekirina rastî û faktan e. Şêxadî (kî jê hez dike yan hez nake, wî dixwaze yan naxwaze, ev pirseke din e) di Êzîdiyatiyê de, ne tenê fakt belê rastiyek ji rastiyên herî mezin yên vê olê ye. Zanist jî ew e, ku tu vê rastiya mezin bibîne, bixwîne û analîze bike. Zanist di xwendina Êzîdiytiyê de, ne ew e, ku tu li gorî „gêwilmendiya“ vê siyasetê yan jî wê siyasetê, „x“ li ser Şêxadî bide û bi behaneyeke îdeolojî wî ji holê rabike.

Ne te, ne jî min Şêxadî kiriye yan jî daniye Şêxadî, belê Êzîdiyan ji 950 salî û vir de ew wek „Şêxadî“ ku mîna Xwedê „herî temam e“, qebûl kiriye.

Birêz Cewo dikare Şêxadî qebûl neke, jê nefret jî bike, wî „Misilman“ yan jî „Ereb“ bike, lê nikare wî, ilmê wî, Kurmanciya wî, rola wî, pîroziya wî di dîroka Êzîdiyatiyê û jiyana rûhî a Êzîdyian de, ji holê rabike.

A rast, Şêxadiyetî pareke mezin ji rastiya Êzîdiyan a li seranserî dora zêdetir ji 950 salan e: Ne Şêxadiyetî bê Êzîdiyatiyê dibe, ne jî Êzîdiyatî bê Şêxadiyetiyê dibe. Bi qasî ku Êzîdiyatî rastiya Şêxadiyetiyê ye, hewqasî Şêxadiyetî jî rastiya Êzîdiyatiyê ye.

Yê bawer jî neke, bila here dîrokê di Êzîdiytiyê de, û Êzîdiytiyê jî di dîrokê de bixwîne!

V- „Êzdî“ û „Êzîdî“.. „Kurdên sipî“ û „Erebên reş“

Di serî de dixwazim bidim diyarkirinê, ku problematîkiya binavkirina Êzîdiyatiyê ne ji îro de destpêkiriye. Di lêkolînên xwe de, min qet Êzîdiyatî bi „Yezîdê kurê Muawiya kurê Ibin Sufyan“ ve, rastûxo girênedaye. Pirtûka min a bi zimanê Erebî (دراسات في ميثولوجيا الديانة الإيزيدية)[9], ku di sala 1995an de derçûye, ku têde bi hûrgilî min basa rola „Yezîdê kurê Muawiya“ kiriye, belgename ye. Di vê pirtûkê de, ez rola „Yezîd“ û herweha Şêxadî di Êzîdiyatiyê de inkar nakim, lê Êzîdiyatiyê jî di şexsiyeta wan de kurtûpxt nakim. Dîrok çi dibêje, ez wê, li gorî boçûnên xwe, şirove û analîz dikim. Di ser dîrokê û faktên wê re xwe çengnakim. Lê di heman demê de heq jî nadim xwe, ku wan ji dîroka Êzîdiyan bi darê zorê „meqes bikim“, yan jî bibim „meqeskirinê“.

Eger ez bi vê têzê bawer bûma û min bi rastî Êzîdiyatî tenha di Şêxadî û Yezîdê kurê Muawiya de, bidîta û liqelem bidaya (wek çawa birêz Cewo min tawanbar dike), min jî dê wek pirraniya nivîskarên Ereb, Êzîdiyatî wek „YEZÎDÎTΓ yan jî „YEZÎDIYATΓ (li pey navê „Y-E-Z-Î-D“) bi nav bikira. Lê bo zanîna birêz Cewo, di vê pirtûkê li jor binavkirî de, li seranserî beşekî sax ji wê, min bersiva vê têza „Erebkirin û Misilmankirina Êzîdiyatiyê“ daye. Wekî din jixwe pirrcaran bi nivîskarên Ereb yên mezin re, çi bi rêya gotar û lêkolînan, çi jî bi rêya name û e-mailan, ketime gengeşeyan, ku di wan de, min teoriya „Erebikirina Êzîdiyan û Êzîdiyatiyê“ vala, bêbingeh û li derveyî dîrokê derxistiye. Hêjayî destnîşankirinê ye, ku di gengeşeyeykê ji wan gengeşeyan de, bi Prof. Dr. Seyar Elcemîl re[10], ku yek ji ronakbîrên Ereb yên naskirî ye, lêborîna xwe xwest û biryar da ku êdî li ser vê mijarê nema binivîse.

Ya balkêş ev e: Wek çawa duh nerînên min ne li gorî kêfa hin nasyonalîstên Ereb bû, îro jî nerînên min ne li gorî kêfa dilê birêz Cewo û hin nasyonalîstên Kurd e. Sedem jî bê guman her yek e, ew jî NASYONALÎZM e.

Cihêwazî jî tenê ziman e: Li vir bi Kurdî ye, lê li wir bi Erebî ye!

Binavkirina min ji dînê Êzîiyan re wek „Êzîdî“ yan jî „Êzîdiyatî“, ne ji ber xatirê çavê „Yezîdê kurê Muawiya“ ye, wek ku birêz Cewo difikire, belê ji ber wê ye, ku dîroka vê gotinê (ÊZÎDÎ) li gorî hin çavkaniyên dîrokî û arkyolojî, vedigere dora sê hezar sal berî zayînê[11]. Bi ya min hîç cudahiyeke wisa berbiçav di navbera „Êzdiyatî“ û „Êzîdiyatiyê“ de tune ye; herdu jî bi her hal ne „Yezîdîtî“ ne, wek birêz Cewo texmîn dike.

Helbet ne rast e, ku Êzîdiyatî tenha di qonaxa Şêxadiyetiyê de were naskirinê, lê ne rast e jî ku Şêxadî wek fîgûrekî pîroz ji Êzîdiyatiyê were „meqeskirinê“. Birêz Cewo Êzîdiyatiyê li ser du beşan parve dike; „Êzdî“ wek paşmayên „Êzdiyatiya resen“ û „Êzîdî“ wek dûşopên Şêxadî û hilgirên „Êzîdiyatiya sexte“ û çanda Erebiyatiyê. Li gorî vî mantiqê nasyonalîst „Êzdî Kurdên sipî“ ne, lê Êzîdî „Erebên reş“ in. Wate „Êzdîtî“ ola Kurdan a „sipî resen“ e, lê „Êzîdîtî“ mîna Misilmantiyê ola Ereban a „reş û sexte“ ye. Lewre birêz Cewo wek nasyonalîstekî Kurd heq dide xwe ku têza xwe weha şirove bike, û di serencamê de, min û her kesekî mîna min difikire bi „Êzîdîtiyê“, „erebkirin“ û „misilmankirina“ Êzdîtiyê“ tawanbar bike: „Çi gunehê xwe veşêrim, di sêrî da min digot, ku ev ji tênegihîştian êzdîtîyê tê, lê paşê min dît, ku mabesta vî camêrî ne êzdîtî ye, êzîdîtî ye (li beşê vê gotarê yê I binihêr’in!) – ew li cîhekî jî di gotara xwe da peyva êzdî bi k’ar nayne, şer’ê wî ji bo êzîdîtyê ye, ne ji bo êzdîtîyê! Û, ku êzîdîtî ne êzdîtîye jî, tiştekî veşartinê nîne (di derberê vê pirsê da bi hûrbînî di gotara min a “Êk’pansîya bierbkirina K’urdistanê didome?” da heye! – jêdera wê li jorê binihêr’in!)“.

Diyar e, ku xwediyê têza „Êzdîtiyê“ dîrokê li gorî kêfa dilê xwe û daxwaza îdeologiya xwe dixwîne û şirove dike: Kî Şêxadî û Şêxadiyetiyê di dîroka Êzîdiyatiyê dibîne, dixwîne û qebûldike, ew „Erebkirinê dike“!

Her gava ku zanayek, lêkolînvanek, teyologek yan dîroknasekî Êzîdî rastiya Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê wek qonaxeke sufîst a herî berz di Êzîdiyatiyê de, ku wê demê netewayetî û sînorên wê nas nedikirin, bike, nasyonalîstên Kurd dinyayê xirab dikin, mîna ku gunehkariyek hatibe kirinê.

Berî demekê birêz Cewo heman „bumbeya nasyonalîst“ bi serê birêz Pîr Dîma de jî teqand, ku yek ji zana û teyologên Êzîdî yên bijarte ye.

A pîr Dîma li ser Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê dibêje, dîrok e ne çîrok e; fakt e ne siyaset e; theolojî ye ne îdeolojî ye; dîtin e ne çavgirtin e; rastî ye ne  sextekarî ye. Jixwe „Ilmê Sîngê“ yê Êzîdiyan jî wê dîroka ji rastiya rabûnûrûniştina wan, bi hûrgilî vedibêje.

Bi çavên dîrokê, ne giring e Şêxadî Kurd be yan Ereb be; ya giring ew e, ku wî xwe ne wek Kurd ne jî wek Ereb daye nasadinê, belê hertim wek Êzîdî xwe naskiriye û Êzîdî jî wisa bi xwe dane naskirinê. Bi çavên orientalistik jî ne giring e tu, ez yan ew çawa û çiqasî Şêxadî Kurd yan jî Ereb dibînin; belê a giring ew e, ku wî çawa wek irfannasekî her xwe Êzîdî dîtiye, naskiriyê û herweha çawa Êzîdiyatî jî daye nasandinê. Êzîdiyatî bi giştî û Şêxadiyetî bi taybetî, ji dîndariya berteng û sînordar wêdetir sufîzm û derwêşî ye. Wate, herwekî çawa Êzîdiyatî wek dînekî derwêşane, sînorên di navbera Xwedê û mirovan de nas nake, wisa ew sînorên di navbera mirov, ziman û nasyonan de jî nas nake.

Ha ji ber vê taybetmendiya sufîstane ye, ku di Êzîdiyatiyê de, Pêxemberayetî tune ye: Her kes bi qasî xwe û irfannasiya xwe Xwedayê xwe ye!

Dîrok fakt, cih, dem, kesayetî û bûyer in. Ya di dîrokê de bûyî gereke mirovê lêkolîner ku objektîv li bûyerên wê digere, bibîne, bixwîne û binirxîne. Şêxadî û Şêxadiyetî di Êzîdiyatiyê de dîrok e, belê dîrokeke mezin e jî, lê ne çîrok e. Ew dîroka Êzîdiyan  û qonaxeke giring ji dînê wan e. Zanyarê ku xwe bi rastî zanyar dibîne, gereke vê rastiya dîrokî di Êzîdiyatiyê de bibîne û bixwîne, wek çawa Êzîdî wê dibînin û dixwînin. Lê eger birêz Cewo û nasyonalîstên wek wî Kurdperest naxwazin vê yekê, wek dîrokek qewimî, bibînin, ew problema wan û îdeolojiya wan e. Şêxadî di dîroka Êzîdiyan de, ne derwe belê rastî ye. Ev rastî gereke were berbiçavkirin û xwendinê, ne were „binçavkirin“ û „jiholêrakirinê“.

Rast e, Êzîdî di çend qonaxên sereke re derbas bûne, ku yek ji wan jî Şêxadiyetî ye, lê ev nayê wê wateyê ku qonax Êzîdiyan ji hev parçe bikin. Êzîdî, bi ya min yek milet e, bi yek dîn û yek baweriyê ye. Yê ku dixwaze Êzîdiytiyê (yan Êzdiyatiyê) li ser „Êzdiyan = Kurdên sipî“ û „Êzîdiyan = Erebên reş“ parve bike û bibiêje, ku „Êzdî“ resen in, ji ber ku „Kurd“ in, lê „Êzîdî“ „sexte“ ne ji ber ku „Misilman“ û „Ereb“ in, bi ya min ew mirovekî heta bi qirikê di şovenîzmê de teqinî ye û rasîzmê di nav Êzîdiyan sazdike.

Rast e Êzîdiyatî olek ji olên Kurdî yên resen e. Lê pakî û nepakî, çakî û neçakî, rastî û nerastî, rasteqînî û nerasteqîniya vê olê ne ji ber wê ye, ku tenha „oleke di Kurdî“ ye û ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye.

Ne her tiştekî bi Kurdî tenha „pak“, „rast“ û „çak“ e. Ne her tiştekî bi „Ne-Kurdî“ jî tenha „nepak“, „nerarst“ û „neçak“ e.

„Dînê sipî“ û „dînê reş“ jî tune, belkû mirovên ku dînan reş yan sipî dikin, hene!

Parvekirina dinyayê li ser „reş“ yan „sipî“, metodek ji metodên rasîzmê ye.

Parvekirina Êzîdiyatiyê jî li ser „Êzdîtiya çak“ û „Êzîdîtiya xirab“, yan jî „Êzdiyatiya berî Şêxadî = Kurdiyatiya resen“ û „Êzîdiyatiya piştî Şêxadî = Erebiyatiya resen“, heman metoda ji heman rasîzmê ye.

Ha li vir birêz Cewo xwe bixwe bersiva menalîteya „Kurdperestiya şovenîst“ dide, û xwe bixwe jî dide diyarkirin ku nasyonalîzma Kurdî çawa metodên faşîzmê beramber Êzîdiyan û dînê wan, bikartîne.

„Êzîdîtî“ wek ku birêz Cewo dibêje, ji Êzîdiyan re ne lazim e, ji ber ku ew ji „Êzdîtiyê“ bihtir „Misilmantî“ ye, û ji „Kurdiyatiyê“ jî wêdetir „Erebiyatî“ ye. Baş e, bila birêz Cewo û ligel wî hemî nasyonalîstên Kurd, dînê xurû bi Erebî û ji Erebistanê heta bi Erebistanê, ku îro roj dînê 95% ji Kurdan e serersat bike û berê wî bide Kurdiyatiyê û Kurdistanê, û paşê berê xwe bidin „Êzîdîtiya bi Erebî“ anku Şêxadiyetiyê ku zimanê wê 97% xurû bi Kurmancî û ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye!

Birêz Cewo min tawanbar dike, ku ez daxwaza „erebkirina“ Êzîdiyan dikim, lewma jî ez zarawê „Êzîdî“ bikar tînim. Cewo weha dinivîse: „Dibe ku, ji bo wê ye, ku ew wisa bi gef û gur’ doza nek’urdîbûna êzîdîtîyê dike. Û di vê da dibe ku ew r’ast be! Heman dozê mîr T’ehsîn beg jî dike, û ew jî r’ast e, ji ber ku t’u p’êwendîyên êzîdîtîyê bi êzdîtîyê r’a nînin…“[12]

Nexêr, ev „gunehbarkirin“ ji xeyala we a „nasyonalîst“ e kekê Ezîz. Karê min lêkolîn e; lêkolîn jî çavên objektîv dixwaze, lê ne çavên „nasyonalîst“!

Mebesta min ji xwendin, lêkolînkirin û analîzekirina Êzîdiyatiyê ne „Erebkirin“ ne jî „Kurdîkirin“ e, ev karê îdeologîstên Ereb û Kurd e, lê ne karê min e. Ne heqê min, ne jî heqê çu kesê din heye, ku dînê Êzîdiyan, li gorî kêfa dilê xwe bibe polîtîzekirinê!

Êzîdî Kurd bin, yan xwe Kurd bibînin, Ereb bin yan xwe Ereb bibînin, ev pirs ne pirsa min e, wek lêkolînvanekî, belkû pirsa Êzîdiyan bixwe ye, ew xwe çi û çawa û ji kuderê heta bi kuderê dinasin, dibînin û dixwînin.

Xelkên „Başîk û Bahzanê“ bi Erebî (Erebiya şamî) xeber didin, lê Êzîdî ne û ji hemî Êzîdiyên din jî xwe Êzîdîtir dibînin. Gelo guneh û sûcê wan çi ye, ku Êzîdî ne, û Êzîdî bûne, lê bi Erebî xeber didin?

Li gorî mantiqê Cewo ev „Êzîdiyên Misilmanbûyî“ ne, gereke werin „tunekirin“, tenê ji ber ku bi Erebî xeber didin! „Êzdîtî“ li pey vî mantiqê nasyonalîst gereke tenha di qalibekî xurû bi Kurdî de be, lê xwediyên vî mantiqî ji bîr dikin ku Êzîdiyatî oleke weha kevnar e, ku dîroka wê 4000 sal derbas dike, anku ew berî fikra nasyonalîzmê bi hezarên salan e. Dema ku Êzîdiyatî wek ol, bîr û bawerî li Rojavayê Îranê (Kurdistana Îro) û Mezopotamyayê hebû, wê demê ne zimanê Erebî sûc bû, ne Tirkî, ne Farisî, ne Kurdî, ne jî çu zimanê din.

Berê dîn ji nasyon û neteweyan mezintir bû, lewre gelek imperatoriyên mezin yên berê li ser bingeha olî hatin avakirin, ku gelek nasyon û ziman derbas dikirin.

Yên îro Şêxadiyetiyê (ku bi Erebiyatî û Misilmantiyê tê tawanbarkirinê) di Êzîdiyatiyê de, wek „sûc“ dibînin û wê red dikin, Êzîdiyatî baş nexwendine, eger xwendibin jî wan ew tenha bi çavên nasyonalîst xwendiye.

Pirsa lêkolînkirina Êzîdiyatiyê ji bo min ne ew e, ku Êzîdî çiqasî xwe „Kurd“ yan „Ereb“ yan nasyoneke din dibînin, belê pirsa herî giring ji bo min wek mijara lêkolînkirinê, ev e: Êzîdî xwe çawa, bi çi, li ser çi, jibo çi û ji kuderê heta bi kuderê xwe Ezîdî dibînin?

Dîn bawerî ye, lê Netew tam tiştekî din e. 

VI- Êzîdxan (Êzdîxan) û Kurdistan

Pirsgirêka zarawê „Êzîdxan“ û „Êzdîxanê“ jî mîna pirsgirêka zarawê „Êzîdîtî“ û „Êzdîtiyê“ ye. Bi ya min hîç ferqeke zêde di navbera wan de tune ye. Ne „Êzîdîtî“ li ser navê „YEZÎD“ tapokirî ye, ne jî Êzîdxan. Ev pirsgirêk tenha di serê nasyonalîstên Kurd û Ereb de ye. Reh û rîşalên Êzîdiyatiyê berî „YEZÎD ê Muawiya“ bi hezarên salan e. Ya ji vê jî wêdetir, ku gereke were gotin û destnîşankirinê ew e, ku „Êzîdxan“ (yan jî Êzdîxan) wek zarawekî watedar di dîrok, rabûn û rûniştin, dîn û dinya Êzîdiyan de, ji Kurdistanê kevintir e.

Ev jî fakt e, dîrok e, lê ne çîrok e. Û a giringtir jî li vir ew e, ku ev zarawê êzîdiyane bi zimanekî kurt û Kurmancî; anku bi Kurmanciya zelal di „Ilmê Şêxadî“ de (ku nasyonalîstên Kurd wî wek „Ilmê Erebî“ li qelem didin) hatiye.

Eger Êzîdî „Kurdên resen“ in, naxwa gereke Êzîdxan jî Kurdistana resen be.

Eger Kurd berê tev Êzîdî bûn, naxwe Kurdistan, wek min pirrcaran gotiye û nivîsandiye Êzîdxan bû, herwekî çawa gerek îro roj jî Êzîdxan (çi nebe ji hêla manewî de) di dilê Kurdistanê de baya.

Eger Êzîdiyatî rêya rasteqîne a Kurdistanê ye, naxwe gereke Êzîdxan jî bibe „Vatîkana Kurdistanê“.

Lê a rast, îro roj, Êzîdxan di zihniyeta nasyonalîstên Kurd de, ji Kurdistanê bihtir „Antî-Kurdistan“ e; ji „Kurdistana resen“ jî zêdetir „Kurdistana reben“ e. Theoriya „Kurdên resen“ di vê zihniyetê de, ji parastina Êzîdiyan bihtir, bixwe jiholêrakirin û tesfiyekirin e.

Hewerkî çawa nasyonalîstên Kurd yên mîna Celadet Bedirxan berî dora 80 salî Êzîdxan ji qewlên Êzîdiyan rakir û Kurdistan li şûna wê kir[13], îro jî nasyonalîstên Kurd bi heman metodên şovenîst hewl didin, ku Şêxadî ji dîroka Êzîdiyan hilbikin û Zeredeşt (ligel rêza bo Zeredeştiyan û baweriya wan) di şûna wî de rabikin.

VII- Zor faşîzm e

Faşîzm wek fikir di bingeha xwe de, serencama fikrê nasyonalîst yê tundrew e, ku di sala 1922an de, paş şerrê cîhanî yê yekemîn, li Îtaliyayê rû daye. Faşîzm di koka xwe de, berî her tiştî, zor e; anku ew serecama siyaseta ji zorê ye, ku bi şêweyekî sîstematîkî metodên ji zorê heta bi zorê li dij aliyekî yan gurûpekê tên bikaranînê. Faşîzm ne tenê qirkirina madî û cesteyî ye, belê ew qirkirina manewî ye jî. Dema ku birêz Cewo heq dide xwe û nasyonalîstên bi Kurdî mîna xwe, ku „Êzîdîtiyê“ yan jî „Şêxadiyetiyê“ ku bi „Erebîtî“ û „Misilmantiyê“ tê tawanbarkirinê, ji kokê de hilîne û bibe qirkirinê, gelo ma navê vê hizrê û vê têzê çi ye? Ma ev ne metodek ji metodên faşîzmê ye, ku tu dixwaze dînekî ji kokê de hilweşîne?

90% ji Êzîdiyatiya îro berdest, bi taybetî di warê qewl, beyt, duwa, qesîde û dirûzeyan de, ku bi navê „Ilmê Sîngê“ tê binavkirinê, Êzîdiyatiya ji Şêxadî û vir de ye. Eger me Şêxadî (li pey dawxaza birêz Cewo û nasyonalîstên mîna wî bi Kurdî) ji Êzîdiyatiyê avêt, gelo dê çi dîn ji Êzîdiyan (yan jî „Êzdiyan“) re bimîne?

Ya xwediyên vê têzê ji Êzîdiyan dixwazin ne dîn belê siyaset e, ne Êzîdiyatî (yan jî „Êzdiyatî“) belê Kurdiyatî bixwe ye.

Eger wisa ye, yê Kurd jixwe Kurd e, lê ev çi tevlîhevkirina dîn bi siyasetê re û Êzîdiyatiyê bi Kurdiyatiyê re ye?

Birêz Cewo wisa bawer dike ku „hem bi dîrokî, hem di vê r’ewşa obyêktîv da di nav gelê k’urd da hîç bingehek ji bo faşîzmê nîne… Û t’evgera gelê k’urd a dêmokratîxwaz jî govenîya wê ye!..“.

Nexêr, kekê min faşîzm bi Kurdî ne tenê heye belê berz e jî.

Faşîzm bi Kurdî li dij Êzîdiyan û Êzîdiyatiyê, ku ola ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye, du caran tê bikaranînê; cerkê wek dîn bi rêya „faşîzma Islamî“, ku Êzîdî bi rêya vê pirsê „tu Êzîdî ye yan Misilman î“, tên heramkrinê;

a din jî bi rêya „faşîzma Kurdperestî“ ku Êzîdî bi rêya vê pirsê „tu Êzîdî ye, yan Kurd î“, tên binçavkirin, senzûrkirin û qedaxekirinê.

„Faşîzm“ di serî de û berî her tiş zor e, çi zora madî çi jî a manewî.

Dema ku Êzîdî di „Kurdistana azad“ de û li jêr al û sirûda Kurdî tên fermankirin û „Pêşmerge“ pişta xwe bi sifir berxwedan, sifir şehîd, sifir birîndar û sifir windayî didin wan û Êzîdxanê radestî DAIŞ dikin, gelo navê vê çi ye?

Zor her zor e, ku metodek ji metodên faşîzmê ye.

Kurdekî nasyonalîst li vir „x“ li ser Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê dixe û dînê Êzîdiyan bi darê siyaseta ji zorê dibe „Zeredeştîkirinê“!

Kurdekî din jî li wir, „x“ li ser Şingalê dixe û Êzîdxanê bi darê siyaseta ji hîlê û xiyanetê dibe „Daişkirinê“!

Li vir zor e û li wir zor e, herdu jî faşîzm bixwe ne.

VIII- Faşîzm ne tenê „jor“ e

Li gorî birêz Cewo, „divê mirov nat’sîonalîzma gelên serdest a sîstêmî ji “nat’sîonalîzm”-a gelên bindest cuda bike, helbet, eger mirov bikaribe ya gelên bindest “nat’sîonalîzm” nav bike!. Eger nat’sîonalîzma gelên serdest net’ewa xwe li ser ên dinê r’a digire û, anegorî wê jî, berjewendîyên net’ewa xwe li ser ên hemûyan r’a dibîne, lê ya gelên bindest, ew helwesteke xwezayî ye – li hember bindestî, stemk’arî û mijovdarîya faşîzm û natsîonalîzma sîstêmî ya dewletên serdest. Ango, ew r’êaksîona xwep’arastinê ye…“[14].

Ev a li jor rêzkirî, bi ya min, tenê theorî û „xeberdanfirotin“ e, lê realîte tam tiştekî din e. Faşîzm ne tenê „jor“, belê „jêr“ e jî.

Bo nimûne kêm gel bi qasî gelê Filistînî rastî metodên faşîzmê hatine, lê ya filestîniyan xwe bixwe bi serê hev kiriye, ne ji faşîzma bi serê wan hatiye kêmtir e. Dema Helepçe ji hêla rejîma Seddam ve hate bombarankirin, Filistîniyan wek „miletekî bindest“ bi serpereştiya Yasir Erafat li şûna şermezarkirinê karesat pîroz û bumbarek kirin!

Hêz û îdeolojiya DAIŞ jî, ku îro roj kambaxtirîn nimûneya faşîzma olî ye, ne ji „qatên têr û serdest“ belê ji „qatên jêr û bindest“ pêktê. Faşîzm, bi qasî jor, dikare li jêr jî bê jî. Faşîzm, şovenizm, dîktatorî, zordarî, neheqî, bêadaletî, newekhevî ne bi „jêrdestî“ û „jordestiyê“ ve girêdayî ye, belkû bi sazumana nirxan, perwerde, dîn, bîrûbawerî, heyîn û neyîn, rewşa seykolojî û civakî ve girêdayî ye. „Jêrdestek“, li gorî şert û mercên xwe, dikare bi sedqat ji „jordestekî“ dîktatortir, şovenistir û faşîstir be.

Qesab û serbirên DAIŞ (di nav wan de, helbet Kurd jî hene), ku haha serên mirovan mîna berxikan dibirin, ne zarokên „qatên jordest“, belê zarokên „qatên jêrdest“ in. Mîrên DAIŞ û aqildarên wê jî, zorbeyî zorê wan herwisa ji rêzê ne.

Teoriya birêz Cewo li vir dişibihe teoriya „dîktatoriya prolîtaryayê“. Kekê min dîktatorî dîktatorî ye, herwekî çawa faşîzm jî faşîzm e; ha ji „miletê serdest“ be, ha jî ji „miletê bindest“ be. Herdu jî dikarin faşîst bin, çi bi dev û theoriyê, çi jî bi kirin û pratîkê.

Zilm û zordarî, her zilm e û her zordarî ye, ji kî dibe bila bibe.

Helbet „miletê faşîst“ wek zaraw tune ye, lê îdeolojiyek dikare miletekî ber bi faşîzmê ve bibe. Faşîzm di koka xwe de, di serî de fikir, bîr û bawerî ye. Şensê wî fikrî di nav „miletê jêrdest“ de, dikare bi qasî şensê wî di nav „miletê jordest“ de be. Lê ew fikir çiqasî dikare derfeta realîzekirinê bibîne, ew tiştekî din e.

Bo nimûne, kuştin berî bibe kirin, ew pilankirin e; lewre kuştin bi qasî kirinê pilankirin e jî: Ha kirin û ha pilankirin; rê ji herduyan diçe kuştinê, ku bixwe tawan e. Ya „Erebê Misilman“ di Şingalê de bi serê „Kurdê Êzîdî“ (çi jin çi jî mêr, çi zarok çi jî kal) kir, „Kurdê Misilma“ jî kir. Ma li vir ferqa kuştina Êzîdiyekî bi destê „Kurdekî“ yan Erebekî“ çi ye?

Kuştin her kuştin e; sedema kuştina Êzîdiyan li Şingalê û herweha sebîkirina jinên wan, çi ji hêla Kurdan ve çi ji hêla Ereban ve, her yek bû, ew jî ew bû, ji ber ku Êzîdî bûn, ku di mantiqê wan „kafir“ in, yan jî ne-misilman in!

Yê Êzîdî di tenûran de birin şewat û sotandinê, berî Ereban Kurd bûn!

Yê jinên Êzîdiyan birin sebîkirinê, berî Ereban, dîsa her Kurd bûn!

Di serdema îraqa dîktator de, faşîstek hebû navê wî jî Seddam Hisên bû, lê îro roj Li Kurdistanê ku qaşo „azad“ e, faşîst, ku zorê li Kurdistanê belav dikin, sê ne: Dînê mezin, Eşîra mezin û partiya mezin.

Li hêla din, ya Kurd jî xwe bixwe bi serê hev dikin, ne ji a dijminê wan bi serê wan dike kêmtir e.

„Birakujî“ jî ku hertim li ber derê Kurdan û Kurdistana wan e, nîşana herî berz a vê yekê ye.

Faşîzm, hevinkarkirin e!

Faşîzm, hevneqebûlkirin e!

Faşîzm, hevtalankirin e!

Faşîzm, hev jiholêtrakirin e!

Faşîzm, hevkuştin e!

Hoşeng Broka

hoshengbroka@hotmail.com

27.05.2015

[1]Broka, Hoşeng: Êzdaname: çîroka „Xwedayekî sextekar“: http://www.felsefevan.org/ezdaname-ciroka-xwedayeki-sextekar.html

[2] Êzdaname I, weşanên Laliş, Bielefeld, bê dîroka weşanê, “Qewlê Zerdeşt”, R. 142-147: weşana digital:

http://vk.com/doc-3424908_335313691?hash=e3966797e3d41360c1&dl=bf258f3a0faab48cb0

[3] Mebest ji azadiyê li vir helbet „azadiya pozîtîv“ e, ku mafê her kesî ye bi qasî her kesî azad be. Bi gotina Jean-Jacques  Rousseau (1712-1778) „azadiya te tewaw dibe dema ku azadiya yên din dest pê dike“.

[4]  وهبي، توفيق: بررسي مختصري از تاريخ أديان كرد، ترجمة سيد جمال الدين حسيني، انتشارات سيديان، مهاباد، 1361

وهبي، توفيق: اليزيدية بقايا الديانة الميثرائية، مجلة لالش، عدد 2&3، دهوك، 1994.

شابيرو، ماكس إس. & هندريكس، رودا أ.: معجم الأساطير، ترجمة حنا عبود، دار الكندي، ط1، بلا مكان للنشر، 1989، ص36

رشيد، جمال أحمد: له ميزووي كوردستان دا جاندو ئايين و هونه ر، كومه له ي روشنبيري و هونه ري كوردي له فريزلاند،1994، ص91.

حبيب، جورج: اليزيدية بقايا دين قديم، دار بترا، ط2، بدون مكان للنشر، 1996، ص46،47.

أرباب كيخسرو شاهرخ: زرتشت بيامبري كه ازنوبايد  شناخت(فروغ مزد يسني، تهران، 1380ش، ص159.

[5] http://www.amidakurd.net/qunciknivis/helwesta_b%C3%AAs%C3%AEnor_a_asta_

[6] رشيد، جمال & د. رشيد، فوزي: تاريخ الكرد القديم، جامعة صلاح الدين، دار الحكمة،  أربيل، ،1990، ص95.

وهبي، توفيق: اليزيدية بقايا الديانة الميثرائية: مجلة لالش، عدد2&3، دهوك، 1994، ص 69.

محمد، مسعود: لسان الكرد، مطبعة الحوادث، بغداد، 1987، ص 15.

قه ره داغي، عه بدولاّي(مه لا عه لي): زه رته شت،APEC، ستوكهولم، 1997، ب 98ـ101.

[7] Cewo, Ezîz: Helwesta bêsînor a asta absurde û nedîtina rastiyan, jêderkî rabirdû.

[8] Cewo, Ezîz: Helwesta bêsînor a asta absurde û nedîtina rastiyan, jêderkî rabirdû.

[9]  بروكا، هوشنك: دراسات في مثيولوجيا الديانة الإيزيدية، برلين، 1995.

[10] بروكا، هوشنك: د. سيار الجميل: من “تفكيك هيكل” إلى “تفكيك اليزيدية”!:http://www.rojava.net/Hosheng_Broka_10.02.2007.htm

http://elaph.com/ElaphWeb/ElaphWriter/2007/2/209519.htm

[11]  Nabo, Laufrey: Kulturgeschichte des Oreintes, Zentrum der Ezidiforschung (Archäologie, Ethnologie, Theologie), Steinfurt, 1992.

حبيب، جورج: اليزيدية بقايا دين قديم، مصدر سابق، ص49ـ55.

د. البندر، رشيد: الإيزيدية “ديانة قديمة” تأثرت بالمحيط وحافظت على هويتها (1ـ2)، صحيفة الحياة اللندنية، عدد 12004، الجمعة كانون الثاني (يناير)، 1996، ص 21.

وهبي، توفيق: اليزيدية بقايا الميثرائية، مصدر سابق، ص 63ـ94.

فتاح، شاكر: اليزيدون والديانة اليزيدية، ترجمة دخيل شمو، ط1، ش. ل. 6253، بيروت، 1997، ص 6ـ7؛ ص 16ـ19؛ ص 20ـ21؛ ص 42ـ45؛ ص 98ـ102.

Menzel, Theodor: Yezidi, Encyclopedia of Islam, London IV, 1913.

[12] Cewo, Ezîz: Helwesta bêsînor a asta absurde û nedîtina rastiyan, jêderkî rabirdû.

[13]  جلادت بدرخان: نفيزين ئيزيديان، مطبعة الترقي، دمشق، 1933

[14] Cewo, Ezîz: Helwesta bêsînor a asta absurde û nedîtina rastiyan, jêderkî rabirdû.