Şervanên Êzîdî li çiyayê Şingalê
Şervanên Êzîdî li çiyayê Şingalê

Xanasor. Hêzên parastînê li Şingalê dest bi êrîşên ser cihên Dewleta Îslamî (DÎ) kirin. Li gor danzanîyan, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneya Berxwedana Şingalê (YBŞ) bi hevkariya fermandayê Hêzên Parastina Şingalê (HPŞ), Qasim Dirbo, li deverên Bara êrîşî DÎ kirin. Gorî agahiyan paşdezeftkirin nêzîke.

Îro nîvro li Bara ku dikeve rojavayê çiyayê Şingalê pevçûn hebû. Li gor agahiyan heşt terorîstên DÎ hatin kuştin. Êrîşek din pêk hat li ser rêya navbera Bara û Xanasor li bakurê Şingalê ku heta niha di destê DÎ de ye. Li gorî nûçevanên ÊzîdîPress ji Xanasorê, hin gundên derûdora Bara hatin rizgarkirin.

Behskirinên ku êrîş ser cihên DÎ li Sinune hatibi kirin nikarin werin piştrastkirin. Li gorî çalakvanekî êzîdî ev desinformasiyone, ji bo ku hêzên parastinê yê êzîdî bikin feqekê. Dawiyê de jî fermandarên êzîdî wan behskirinan derewandin.

Di navberê de jî leşkeriya iraqî komên alîkariyê avêtin ji bo 9.500 sivîlên li çiyayê Şingalê. Evan jî ji 12 pakêtên alîkariyê pêk tên û her paketek 1,5 ton girane. Çalakvanekî kurd dibêje ku ev alîkarî ji dezgehek ne-hikumetî – NGO (non-governmental organisation) – ya norvêçî hatiye. Herwiha hikumeta Bexdayê piştî biryareke wezareta parastinê wê bêtir çekan bişînin ji Şingalê re.

Êrîşên li rojavayê çiyayê Şingalê ji aliyê balafirên iraqî tê piştgirîkirin. Balafirên iraqî tûrên kontrolkirinê difirin û cihên DÎ bombe dikin.

êzîdîPress, 14. Nov. 2014