Şingal. Heyder Şeşo di hevpeyvîneke xwe ligel kanala Rûdaw TV ragihand ku Hêza Parastina Şingal (HPŞ) navê xwe kiriye Hêza Parastina Êzîdxan (HPÊ). Heyder Şeşo got ku fermandarên Hêza Parastina Şingalê di kombûna xwe ya dawî de li mezarê Şerfedîn ev biryar dane, ji ber ku mesela Êzîdxanê ji ya Şingalê mezintire. Heyder Şeşo rêz û ihtiramê li hemberî cangoriyên bin navê HPŞ aniye ziman: “Ihtram ji wan şêhîden me re, wan xelkê me ku xwîna xwe daye û hayata xwe li ser vî erdî daye di bin navê Hêza Parastina Şingal. Emê di bin logoya Hêza Parastina Şingalê bimînin lê bi navê Hêza Parastina Êzîdxan.”.