mirMin ev peyva bikaranî ne ku ez li hinekan dixwazim neheqiyê bikim ne ji mafê mine û ne ji pîvanê min yê exlaqî ye. Ger ez bi peyvê xwe hin hêz û rêkxistna biêşînim daxwaza lêbôrîne dikim. Lê pêşiyan gotiye; ciyê ne şewite, dûman jê dernakeve.

Min peyva dewlet bikaranî, ger bi rastî dewletek hebûya, wê di heman demê de, xwedî dad û mêzîn bûya ku mafê niştimanî bi parasta. Lê mafê gel û xelkên di navêna rêxistan de tê xwarin. Kesê ne ji rêkxistan be, ne xwedî heman maf û derfet e. Tevî ku me dewletek nîne, ku ji aliyê cîhenê ve were nasîn, lê me partî hene xwe di ser her nirxî re dibînin û weke dewleta tevdigerin. Bê pîvan û normên cîhanî. Ger min îro derfetek û dadgehek hebûya, minê îro giliyê hemû partî û rêkxistinên kurd bikira. Lê ev nîne. Lewma em gilîyê xwe dîsa digihînin wan. Ez weke kesek ji yê vê civakê ji we ne qayîlim.

Ji derveyî vê jî, îro her rêkxistinê çapemeniya xwe heye û li gorî berjewendiyê xwe yê polîtîk bikar tîne û bûyera berovajî dike. Şerê çapemeniyê di nav kurda de serdeste û birîna brakujiyê dikole. Ev ne ji berjewendiyê me yê netewî û yê exlaqî ne. Nema mirov dikare bi çavkaniyekê ewle bibe. Mafê hemwelatî û raya giştiye heye, bûyera durist fêr bibe.

Lê em werin ser birîna vekirî û fermana Şengalê. Ji kêliya ku bajarê Mûsilê ketibû destê Daiş ê, xuya bû ku ev hov, wê êrîşî Şengalê bikin. Tevî ku hêza Pêşmerge li wir hebû, vê hêzê ev xelkê hejar avît ber devê gur û hova. Bi qasî DAÎŞ ev hêz û serkirdeyê pêşmerga jî tewanbarin. Divê bê şert û merc ev tewanbar bêne darizandin û ji kar bêne dûrxistin.

Ji bo Şengal êzdî bimîne, divê êzdî li deverên xwe xwedî erk û gotin bin. Nabe her hêz û partî vî xelkê ji ber devê qirkirin û fermana maye, ji bo alîgiriya polîtîk bikarbînin. Ji salan ve ronakbîr û me ev mijara xwe bi xwe bi rêvebirinê kire mijar lê nehate bihîstin. Bi hêviya piştî vê sosretê were bihîstin û hin tişt werin guhertin.

Erka her hêz û rêkxistan kurde êzdiya bi parêze, ev ne qencî û minete ev mafê wan e. Bi kirina vê jî ji rûreşiya demên berê rizgar nabin, ew deyndarê êzdiya ne, weke deyndarê pêşiyên xwe bin. Fermanê heta niha hatine serê êzdiya her destê axa, beg û şêx û mella yê kurdê misilman têde hebûye. Yê êzdî qelandine, ne ereb, ecem, tirk û hin netewê din tenêbûn, ew di serî de kurdê sunnî bûn. Divê ev wûsa bête zanîn. Nêzîkbûna Esed û Seddam dida êzdiya, ji bo berjewendiyê xwe be jî, hê hêzên desthelatdar yê kurd ne dane êzdiya.

Ji bo kurd ji vê şermê bêne rizgarkirin, divê Şengal xweser û xwedî aûtonomî be.

Xwedî derketina raya giştî, nîşan dide ku êzdî ne bê xwedî û kesin. Niştiman perwer û dilsozê dozê xwedî li mexdûrê doza kurd û Kurdistanê xelkê êzdî derdikeve û êşa wan weka ya xwe, di dil û hişê xwe his dike. Ev jî hêviyekê li cem mirovê êzdî peyda dike. Êzdayetî nirxek ji yê Kurd û Kurdistanê ye. Her weha yê dergûşa şaristaniyê mezopotamya û cîhanê ye. Xwedî derketina li êzdiya, xwedî derketina nirxên gerdûnî ye. Lê gava gava hin gavên durust neyên avêtin, wê ev jî weke fermanê berê bê jibîr kirin. Ne ji bo berjewendiyê partîzanî, ji bo berjewendiyê êzdiya bêne parastin, divê xwedî li Şengalê were derketin. Nexwe wê êzdî dîsa bibin qurbaniyê partîzanî.

Kurdistana bê êzdî ne kurdistan e!
Cîhana bê êzdî, bê reng û pîvan e!
Bi hêviya şaristanî, di dergûşa mirovaniyê Mezopotamya de nemire!

Newaf Miro