Hêlîkopterê leşkeriya iraqî
Hêlîkopterê leşkeriya iraqî

Şingal. Îro helîkopterên leşkeriya iraqî gihaştin têkoşerên êzîdî li çiyayê Şingalê. Ji aliyê hêzên êzîdiyan hatiye piştrastkirin ku çar helikoptêr çek û fîşekan birin ji wan re. Berî vê jî leşkeriya iraqî çekan şand ji êzîdiyên li ser çiyayê Şingalê, lê di ser rêya Hewlêrê re. Lê gelek caran tenê nîvî ji wan çekan gîhaştibû Şingalê an ew çekên nû ku hatin şandin ji aliyê kurdan bi yên kevn hatin guhertin. Ji ber vê lêşkeriya iraqî vê carê rasterast çekan radestî êzîdiyan li Şingalê kir.

Di şerê îro de li Şingalê pênc terorîstên îslamî hatin kuştin. Li aliyê têkoşerên êzîdî têkoşer Xwedêda Berekat Xwedêda bû cangoriyê Êzîdxanê. Heta vê gavê balafirên koalîsiyonê û leşkeriya iraqî tûrên cavderiyê difirin. Doh balafiran li aliyê bakur û rojavayê çiyayê Şingalê cihên “Dewleta Îslamî” bombebaran kirin, di nav wan de merkeza polîsan li Sinûnê.

Rewşa 9.000 sivîlên li ser ciyayê Şingalê wek berê hîn dijware, niha bi taybetî ji ber serma zivistana ku tê.

êzîdîPress