Hazim Tehsîn Beg (wêne: kdp.info)

Şingal. Kurê Mîr Tehsîn Beg û cîgirê wî, Hazim Tehsîn Beg, ji malpera fermî ya nûçegeha PDKê re ragihand ku divê PKK ji Şingalê derkeve.

Hazem Beg got: “Em daxwaz ji hêzên PKKê dikin hest bi berpirsyaretiyê bikin û beriya ku rewş aloz bibe ji Şingalê derkevin, da ku hikûmt karê xwe bike bo vegerandina xelkê navçeyê.”

Derbarê şerê rizgarkirina Şingalê jî Hazem Beg wiha got: “Ji bilî Hêzên Pêşmerge ku Serok Barzanî serperiştiya wan dike, ti hêzeke din di operasyona rizgarkirina Şingalê de beşdar nebûne”.

Hazem Beg daxwazên xwe ji PKK wiha anîye ziman: “Em daxwaz ji hêzên PKKê dikin ku bi xweşî avahiyên hikûmî li Şingalê vala bikin, da ku hikûmet karê xwe bike û amadekariyên vegera xelkê bo Şingalê bikin, eger dernekevin dê pirsgirêk çêbibin û emê wan neçar bikin bi nexweşî ji Şingalê derkevin, lewma em naxwazin ti pirsgirêk derkevin, bila ew bi xwe hest bi berpirsyaretiyê bikin û ji Şingalê derkevin.”

Hêzên PKK piştî 03.08.2014 hatin Şingalê. Bi hatina Dewleta Îslamî hêzên Pêşmerge ji Şingalê vekişiya bûn û bi vî awayî rê ji bo jênosîd kirina êzîdiyan vekirin. Bi hezaran êzîdî hatin kuştin, bi hezaran keç û jin hatin girtin û heta niha wek “carîye” tên tecawiz kirin. Hêzên PKK rojên piştî 03.08.2014 dorpêça çiyayê Şingalê ji aliyê Dewleta Îslamî şkênandin û korîdorek vekirin ji bo rizgarkirina bi hezaran êzîdî.

PKK herwiha bi mehan li Şingalê dijî Dewleta Îslamî şer kir. Ji ber vê jî niha xelkek ji Şingalê heye ku piştgirya PKKê dikin.

@ÊzîdîPress 29.11.2015