Gundê Bara
Gundê Bara

.
Bara. Îro li gundê Bara ku dikeve aliyê rojavayî çiyayê Şingalê, hêzên YPG, YBŞ û HPŞ di şerê li dijî Dewleta Îslamî bi ser ketin û gund rizgar kirin. Berî du rojan hêzên YPG, YBŞ û HPŞ dest bi operasiyona rizgarkirinê kirin. Pevçûn îro bi seatan dom dikir. Tenê îro bi kêmasî 20 terorîstên Dewleta Îslamî hatin kuştin. Bara di 21. cotmehê ji aliyê DÎ hatibû zeftkirin.

Şervanê berxwedana Şingalê bi qîzek li ser çiya
Şervanê berxwedana Şingalê bi qîzek li ser çiya

Wek din jî şer li nêzîkî devera Sinûnê hebû. Di vî şerî de jî gelek terorîst, bi kêmasî şeş hatin kuştin. Terorîstên din jî ji neçarî vekişiyan. Hinek çekên terorîstan ketin destê hêzên xwerparastinê.

Herwiha li Şlo jî şer di navbera HPŞ û Dewleta Îslamî derket. Li bakurê Şlo cend dever hatin rizgarkirin. Li wir jî terorîstên vekişiyayî wesayît, doşka û hejmarek mezin ji çekan hiştin. Qasî deh terorîst jî hatin kuştin.

Leşkeriya iraqî bi berdewamî komên alîkariyê dibe ji xelkê li çiyayê Şingalê. Gorî agahiyên me ku ji Şingalên tê şeş pakêt (qasî neh ton) alîkariya mirovî li rojavayê çiyayê Şingalê hatin avêtin.

êzîdîPress, 14.11.2014