LeichenÜberresteKhanaSorBerekatIsa
Bermayîyên du qurbaniyan li bakûrê Şingalê

Şingal. Di sibeha şemiyê de li cihekî rizgarkirî gorrekî komî hat dîtin û tê texmînkirin ku ji nêzîkî 80 cenazê pê tê. Bermayiyên cenazeyan li rojhilatê bajarê Şingalê çend metre nêzîkî akademiya teknîkî hatin dîtin. Li gor agahiyan di nav ên kuştî de mêr, jin û zarok hene.
Bi vê dîtinê gumanên ku hîn gelek komên gorî ên din hene piştrast bûn. Di çileya pêşîn a 2014 de, gava bakûrê herêma Şingalê hat rizgarkirin, 15 gorên komî bi sedan kuştî hatibûn dîtin. Ev gorra komî ku hatiyê dîtin wê ji aliyê pisporan were lêkolînkirin û tomarkirin.
Hikûmeta Barak Obama niha ji bo qebûlkirina komkujiya êzîdiyan wek jênosîd ketiyê bizavê. Li gorî agahiyan, wezîrê amerîkî ê karên derve John Kerry wê di çend hefteyên din de derbarê vê mijarê de daxuyanî bide. Berî du rojan Mûzeya Bîranîna Holocaust ya DY di raporekê de komkujiya êzîdiyan ji aliyê Dewleta Îslamî wek jênosî binav kirin.