Bermayiyên komkujiya Hardan (ÊP)

Şingal. Li başûrê Şingalê şervanên êzdî goreke komî dîtin, ya ku tê de bi kêmasî 7 êzdiyên ji aliyê têrorîstên DAÎŞ’ê ve hatine kuştin, veşartîne. Nasnameya cenazeyan hîn nayê naskirin.

Gora komî li gundê Qendîlê hate dîtin. Piştî ku DAÎŞ 3ê tebaxa sala 2014’an Şingal dagir kir, bi deh hezaran êzdî berê xwe dan çiyayê Şingalê, da ku bikaribin jiyana xwe xilas bikin. Bi rê ve cînarên wan ên misilman û têrorîstên DAIŞê wan gulebaran dikirin.

Heta niha li Şengalê 14 gorên komî hatine dîtin. Berî niha gelek gorên komî li bakûrê Şingalê gundên rizgarkirî de hatine dîtin. Tenê li gundê Koço nêzîkî 600 mêrên êzdiyan hatin kuştin û zêdeyî 1000 jin û zarok ketin destê DAÎŞê.