Hecî Qeyranî, Dexîl Osman û Berekat Îsa
Hecî Qeyranî, Dexîl Osman û Berekat Îsa

Laliş. Ji ber gefxwarinên kuştinê ji aliyê nûnerên Hikumeta Kurdistanê sê çalakvanên êzîdî di rojên dawî de ji başûrê Kurdistanê reviyane. Helbestvanê êzîdî Hecî Qeyranî ji Şingalê, stranbêj Daxil Osman û peyamnerê Rûdawê yê berê Berekat Îsa ji ber çalakiyên xwe ji aliyê derûdorên PDK ve bûn armanca tehdîtên kuştinê.

Berî vê di navbera êzîdiyan û Hikumeta Herêma Kurdistanê nerazîbûn derket holê ji ber erîşa ser û bincavkirina xwepêşandanan, qedexekirina ala berxwedana Êzîdiyan di xwepêşandanan de û bincavkirina çalakvanekî êzîdî.

Ev sê kesên êzîdiyên naskirî gelek caran helwest û tevgera dezgehên kurdî li hemberî xwepêşandanên êzîdî rexne kirin û bi vê yekê xwe kirin armanca tehdîtên kuştinê. Li gor Berekat Îsa, fermandarê Pêşmergeyan Wahid Bakuzî xwe aciz kiribû ji ber ku hat hiştin ev sê kes birevin û ku wî got ku dixwest wan kuştî bidîta.

Hecî Qeyranî di beyaneka videoyî de dibêje, ku jê re hat gotin ku ew ê “wek kucikan bê kuştin”. Wahid Bakûzî yek ji berpirsiyarên revîna Pêşmergeyan ji Şingalê di 3. Tebaxa 2014 ye. Du ji wan sê çalakvan niha gihiştine Almanya, yê sêyemîn jî li Tirkiye ye. Ev buyer wê rewşa di navbera êzîdiyan û hikumeta Kurdistanê hişktir bike.

Bi Daxil Osman, Hecî Qeyranî û Berekat Îsa, êzîdîyên Herêma Kurdistanê sê nunerên xwe yên herî dengbilind winda dikin. Hikumeta Herêma Kurdistanê heta niha derbarê van bûyeran û yên berî vê tu agahî û helwest nîşan nedan. Piştî despêkirina jenosîda li Şingalê rexne li ser Hikumeta Kurdistanê her diçû bilindir dibû, lê dewsa bi hawara rexneyan ve werin, hikumeta Kurdistanê bi kotekî, zordarî, gefa kuştinê, bincavkirin û tirsandin dixwaze êzîdiyan bêding bike.

© ÊzîdîPress, 5ê Nîsan 2015