Şingal (êzîdîPress) – Careka dî îrîşa moçe tê bêşiyê îrîşên jiyanê, ji ber piştî rewşa Şingal û derdorê wê û nemana çi dezgehên hikumeta Îraqê li parêzgeha Mûsil, ji bilî çend qezaiya. Yek ji wan Şingal û Fermanberê wê jî pirsa moçê xwe dikin.

Viyan Dexîl, endamê parlamena Îraqê
Viyan Dexîl, endamê parlamena Îraqê

Li vê derê Vîyan Dexîl, endama perlemanê Îraqê li Bexdayê, ji ÊzîdîPress got: “Em ji ber vê çendê kar dikin bi hikumeta Îraqê û herêma Kurdistanê re, ji ber gehandina moçên fermanberan li Şingal û deverê dî yê bi ser parêzgeha Mûsil ve. Bi taybetî deverên çekdarên DAÎŞ derbasî vir nebûne”. Her wiha Dexîl got: “Xelkê van devere xelkekî hejare û jîyana wan li ser vî moçên werdigirn ji dewletê”.

SedoCeto
Seîdo Çeto

Ji alîkî dî ve Seîdo Çeto, serokê lîsta biratî û pêkve jîyanê, li encumanê parêzgeha Mûsil ji ÊzîdîPress re got: “Piştî rewşa Mûsil nexweş bû û çekdarên DAÎŞ dest li ser kirin, me kombûna xwe ya encumanê li Dihokê kir bi amide bona wezîrê dewletê yê kar û barên parêzgehan û bi fermî behsa moçêyan hat kirin û daxwaz ji wezîr hate kirin, moçên fermanberên van deveran bêtan, benqa Şingal yan a Şêxan, ji ber rewşa ewlehiyê ya van devere başe û çi êrîş û metirsî nîna li ser van benqa”.

Her disa li vî barî de çend fermanbera metirsîya xwe dîyarkirin û gotin em ji nehatina moçên xwe ditirsin, bi taybetî li vê rewşa nebaş ya dor û berê Şingal de.

êzîdîPress, 04.07.2014
© Hassan Omar / Weşangerê ÊzîdîPress li Şingal