Rêvebiriya nû ya FKÊ | © Mala Êzîdiyan Celle
Rêvebiriya nû ya FKÊ | © Mala Êzîdiyan Celle

Di 8. Hezirana 2014 de Federasiyona Komelên Êzidyan (FKÊ) 9emîn kongreya xwe li dar xist. Berî destpêka kongreyê gelek kes bi baldarî li benda encamên wê bûn. Niha malpera www.dergush.com (malpera girêdayî FKÊ) biryarên kongreyê diyar kir. Herwiha endamên rêvebiriyê yên nû hatin destnîşankirin.

Dr. Leyla ferman û Alî Atalan weke hevserokên FKÊ hatin destnîşankirin. Ji ber ku hewldan hene ji bo damezrandina sîwanek mezin ya hemû rêxistinên Êzîdiyan, biryarên kongreya FKÊ pir girîng bûn. Bi taybetî li ser xalên ku dikarin bibin bingeha sîwanê biryar hene, û li aliyê din jî biryarên ku rê li ber sîwanek tevahî digrin, tunene. Ji ber vê yekê biryar hêviya xurtkirina tifaqa Êzîdiyan didin. FKÊ xurtkirina tifaqa Êzîdiyan da ber cavên xwe û ji bo vê yekê tevî xebata sîwaneke Êzîdiyan dibe. Armancek ji vê xebatê ew e ku Yekitiya Ewropa bi fermî Êzîdiyan nas bike. Herwiha biriyar hat dayin ji bo perwerdaya zarok û ciwanan di warê Êzdiyatî de û girîngdayina rola jinan û ciwanan di xebata civakî de. Biryarek ji biryarên erênî jî ew e ku Çarşema Sor ne wek festival, lê wek cejn bê pîrozkirin, festîval jî di bin navê cand û hunera Êzîdiyan bê li dar xistin.

Hevseroka berê ya FKÊ, Feleknas Uça | © ANF
Hevseroka berê ya FKÊ, Feleknas Uça | © ANF

FKÊ di biryarek xwe de „li dijî têgehên mîna eşîr, bavik, paşverûtiya malbatî û qelen, ku zerarê didin nasname, netew û baweriya me û di nava civakê de dijminatiyê bi pêş dixin, û herweha rê li ber pirsgirêkên mezin vedikin“ derdikeve û li dijî vê biryara tekoşînê da. Helbet divê rêxistinên Êzîdiyan li hemberî „paşverûtiya malbatî û qelen“ derkevin ji ber ku zerareke mezin didin civaka êzîdî. Biryara kongreyê erênî ye ku dixwazin ji bo pêşketina civaka êzîdiyan, „xebata sazî di ser berjewendiyên eşîrtî û malbatî û kesayetî“ bên girtin. Lê têgehên êşîr û bavik tegehên bingehînin ji bo sazî û strûktûra civaka êzidî û ne erênî ye ku Êzîdî li dijî van têgehan derkevin. Eşîrtî di dîroka êzîdiyan de faktorek dijî asîmîlasiyona dînî bû: Tifaqa eşîrî Êzîdiyan ji bandora derve diparast. Û hevgirêdana şêx, pîr û mirîdan li ser eşîrên mirîdan û binemalên şêx û pîran hatiye avakirin. Strûktûrek kompleks ya civaka êzîdî heye ku bû bingeha tifaq û parastina êzîdiyan. Ji ber vê yekê di guhertin û nûkirinan de nêzîkbûnek hesas zanistî pêwiste.

Kêmasiyek mezin di kongreyê de ew e ku FKÊ derheqa pirsa Zerdeştî biryar neda. Heta niha di damezrandina sîwanek xalek nelihevkirinê bû, ku FKÊ bi şaştî Êzîdî weke Zerdêştî bi nav dikin.

êzîdîPress, 18.06.2014