HPSYPS

 

Hevdîtina serokatiyên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Hêza Parastina Şingal (HPŞ) encam da. Piştî hevdîntinê fermandarên HPŞ, YBŞ û Yekîneyên Jinên Êzîdxan (YJÊ) daxuyaniyek çapemenî dan û encamên hevdîtinê bi raya giştî re parve kirine. Ji bo HPŞ fermandar Hezder Şeşo, ji bo YBŞ fermandar Mazlum Şengal, jo bo YJÊ Bêrîvan Axîn bi hevre daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de damezrandina fermandariyek hevbeş bi navê “Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şingalê” wek sîwanek ji bo her sê hêzan hat îlan kirin. Heyder Şeşo, Mazlûm Şengal û Bêrîvan Arîn di axavtinên xwe de ji partiyên PDK, YNK û PKK xwestin ku tevlî vê fermandariya hevbeş bibin ji bo rizgargirina Şengalê.

Mazlûm Şengal di daxuyaniya xwe de banga xwe wiha anî ziman: “Ji bo azadkirina vê xaka pîroz, em bang li hemû hêzên li Şengalê ne dikin, di bin sîwana Fermandariya Hevbeş a me damezrandiye de cih bigirin û bi hev re tevbigerin.” Herwiha Bêrîvan Axîn ji bo rizgarikrina Êzîdxan û jinên êzîdî ku hîn di destê Dewleta Îslamî de ne bangek wisa kir.

Serokê HPŞ Heyder Şeşo jî wiha got: “Em bang li hemû hêzên ji bo azadiya Êzidxana Pîroz şehîd dane, di bin sîwana Fermandariya me ya Hevbeş de bibin yek, dikin. Eger yekitî çêbibe, em ê bikarin Şengalê ji dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin  û azad bikin. Me ji bo vê yekê pêngavek wiha avêt, îro ji bo me hem rojek pîroz û dîrokî ye. Îro em hêzên HPŞ, YBŞ û YPJ Şengal hatin gel hev û me Fermandariya xwe ya Hevbeş îlan kir. Ji bo vê em li bendê ne ku hêzên din ên li Şengalê ne dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de bên gel hev. Em îro hemû bi logo û rengên xwe tevlî Fermandariya Hevbeş a bi pêşengiya ‘Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo azadiya Şengalê’ bûn. Û em ê bi vî şêweyî Şengalê azad bikin. ji bo vê jî divê hemû kes di bin vê sîwanê de bibin yek. Ji ber ku Şengal a me hemû ya ne. Wê Fermandariya me ya Hevbeş ji bo azadkirina Şengalê rol bilîze. Ji bo vê jî di serî de hêzên weke PKK, YNK û PDK, em li bendê ne ku hemû hêzên Kurdistanê destek bidin û berpirsiyartiyên xwe bînin cih.”