ProtesteZakho
Asayîş li Zaxo

.
verletzterDemonstrantZakhoZaxo. Piştî destpêkirina êrîşa DAEŞ ser Şingalê, êzîdiyên ku li kampan dimînin xwepêşandanek li dar xistine ji bo ku balê bikşînin ser rewşa Şingalê.

Li kampa Bayed Kandal ya bi ser bajarê Zaxo di navbera xwepêşanderên êzîdî û hêzên ewlekarîye yên kurdî şer derket. Du xwepêşander ji aliyên hêzên ewlekariyê hatin gulle kirin û paşê hatin emeliyatkirin. Kesek din jî sivik birîndar bû. Li gorî şahîdan şidet ji aliyê polîsan hatiye dest pê kirin piştî hejmara xwepêşanderan hêdî hêdî zêde bûbû.

Rewşa pênaberên êzîdî di van rojên dawî pir dijwar bû ji ber baran, şilî û sermê. Berî niha sê zarokên di kampa Xankê de di agirê cadirekê de jiyana xwe ji dest dan. Roja înê du êzîdî di xwepêşandanekê de hatin bincavkirin. Heta niha qasî 20 şervanên êzîdî li çiyayê Şingalê şehîd ketin.

êzîdîPress