Dr. Nikolaus Brauns, Dîroknas
Dr. Nikolaus Brauns, Dîroknas

Dr. Nikolaus Brauns (dîroknas), wergera nivîsa wî: https://www.jungewelt.de/2015/04-08/008.php

Ji bo êzîdiyan derbek li ser rûyê wan bû: Di şeva duşemê de hêzên ewlekarî yên kurdî fermandarê Hêza Parastina Şingalê (HPŞ) ya êzîdiyan Heyder Şeşo di mala wî de li Duhokê bincav kirin. Li gorî peyvdarêkî hikumeta kurdî pêwîst dibînin Şeşo ku hemwelatiyê almane ji ber avakirina “hêzeke derqanûnî” were darizandin.

Heyder Şeşo biraziyê Qasim Şeşo yê ku di Tebaxa bihûrî HPŞê damezirand. Berî vê pêşmergeyên Partiyê Demokrat ya Kurdistanê (PDK) yên serok Mesut Barzanî ji Şingalê vekişiyan. Tevî ku hijmara wan yî zêdetir ferman ji wan re hat ku ji ber êrîşên terorîstên “Dewleta Îslamî” wan deveran bi tenê bihêlin.

Ev vekişandin ku heta niha hikumeta Barsani ti sebebên wê diyar nekir firsend da komkujîyênn dû wê û revandina bi hezaran êzîdî, ku ji aliyê cihadiyan wek “kafir” tên dîtin û kuştin. Ev gunehên çekdarên Dewleta Îslamî li hemberî êzîdiyan li gorî pisporên Neteweyên Yekbûyî gihaştin asta jenosîdê.

Ji ber ku hikumeta kurdî red kir alîkariya HPŞ bike, Şeşo ji aliyê hikumeta Iraqê pere, çek û hacet ji bo 3.000 şervanên xwe stend. Ji bo vê yekê HPŞ di çarçoveya programeke qanûnî ya hikumeta iraqî ji bo biçekkirinê bi resmî wek Heşb al-Şabî hat qeydkirin.

“Bincavkirina serfermandarê yekîneya me siyasî ye”, beyaneke çapemenî ya HPŞ di roja duşemê de diyar dike. “Hewl didin ku îradeya me bişkênînin bi rêya ku zorê li yek ji serkirdeyên me yê herî naskirî bikin.”

Di hefteyên bihûrî hêzên ewlekarî yên kurdî qasî 24 êzîdî di kampên Zaxo û Duhokê bincavkirin, ji ber ku di xwepêşandanan de ji bo mafê xwebirêvebirinê deng kirin. Sê çalakvanên êzîdî – helbestvan Hecî Qeyranî, stranbêj Dexîl Osman û rojnamevanê Rûdaw yê berê Berekat Îsa – ji ber gefên kuştinê mecbûr man ji derûdorên PDK birevin dewletên din.

Pêla zordestî herwiha digihêje alîgirên PKKê û endamên berê yên PDK. Sebebê vê rewşa bêrihetiyê ew e ku gelek êzîdî nema baweriya xwe bi hikumeta kurdî tînin. Dêlva ku Şengal bi hêrêma otonom ve were girêdan weke Barsanî dixwaze, ew xwebirêvebirin dixwazin. di meha çilê de heyetek ji 200 êzîdî di konferanseke biryara hazirkirina damezrandina kantona Şingalê dane.

Konferans “Yekîneyên Berxwedana Şingalê” (YPŞ) weke hezeke parastinê fermî qebûl kir. Ev yekîne ku jin jî di nav de ne ji gerîlayên PKK û YPG hatin perwerdekirin, ango ji yên ku bi sedhezaran êzîdî di havîna bihûrî de ji mirinê xilas kirin.

Lewre Barzani PKKê, ku tevî pêşmergeyan û hêzên êzîdiyan Dewleta Îslamî ji çend deverên Şingalê derêxisint, tawan dike ku ew dixwaze wê herêmê bike bin kontrola xwe. Şeşo û şervanên wî îdeolojiya PKK û YPG ya xweseriya demokratik û azadiya jinê parve nakin. Lê armanca wan jî siyaseteke ji PDK serbixwe ye li Şingalê, ev jî wan niha dike hedefa êrîşên hikumeta kurdî .

Qasî 280 êzîdî di dawiya hefteya bihûrî piştî neh mehan li Musilê ji destê Dewleta Îslamî derketin Piraniya wan qalin û çend zarok jî tevî ne. Tê bawer kirin ku meriyên wan gelek pere ji bo berdana wan dane.