Dayikek êzîdî tevî zaroka xwe, 26. Mijdar (AP/Muhammed Muheisen)
Dayikek êzîdî tevî zaroka xwe, 26. Mijdar (AP/Muhammed Muheisen)

Dîsa di behra navbera Tirkiyê û Yûnanîstan de kêşeyek qulibî. Di nav de jî gelek êzîdî hebûne. Çalakvanên êzîdî ji koma “Eziden Weltweit” ku li girava Lesbos ya Yûnanîstanê de beşdarî çalakiyên xilaskirina pênaberan dibin, vê agahiyê piştrast kirin.

Cenazeyên 10 êzîdî heta niha hatin dîtin. Di nav de jî zarok hebûne. Heta niha 5 kesên din wenda ne. Li gorî agahiyên ji “Eziden Weltweit”, piranî wan kesên êzîdî ji gundê Babîrê ne.

© ÊzîdîPress, 01.02.2016