Li roja çarşemê, 3ê Tebaxê, li Duhokê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo bîranîna jenosîda êzîdiyan axavtineke kir. Di axavtina xwe de, Nêçîrvan hewl da ku berpirsiyartiya derketina ji Şingalê ji stûyê pêşmerge derxe û bike stûyê leşkeriya iraqî.

Di nav axavtina Nêçîrvan de gelek gotinên nerast û xapînok hebûne ku rastiyên tal ên jenosîdê dixwastin veşêrin. Nêçîrvan wê idiyayê dûbare kir ku Pêşmerge têra xwe nehatibûn biçekkirin ji bo ku Şingalê biparêzin. Divê ji Nêçîrvan bê pirskirin ku çawa destek cotkarên êzîdî bi çekên sivik yên nêçîrê li çend deverên di çiyê de dikarîbûn pêşketina Dewleta Îslamî DAÎŞ bisekinînin.

Eger niştecihên herêmi bêyî perwerde û çekên şerî, bilindbûna çiyê karîbûn bikarbînin ji bo ku DAÎŞ nikaribe çiya kontrol bike, bifikirin ku wê parastin çiqasî baştir bûya eger Pêşmerge bimana. Eger wan xwe di wê rewşê de nedidît jî ku deverên zozanên nêzîkî çiyê biparêzin, wan dikarîbû li kêlekên çiyê bimînin û mertalek bin ji bo reva sivîlan. Li şûna vê yekê wan herêm bi temamî vala kir û mirovên sivîl beparastin hiştin, piştî ku soz dabûn wan ku wan biparêzin.

Nêçîrvan dêhna xwe da şikestina leşkeriya iraqî, bêyî ku bal bikşîne ser wê rastiyê ku Pêşmerge bûn ku Şingal kontrol dikirin. Wî herwiha got ku çekên leşkerên iraqî ketibûn destê DAÎŞ piştî leşkerên iraqî şikestin, lê qet behsa wê yekê nekir ku herwiha çek ketibûn destên kurdan. Di rastiyê de, li Neynawa embarên çekan bi tamamî ketibûn destên hêzên kurdî. Jê bêtir, Pêşmerge li Şingalê çekan û wesayityên çend liqên lêşkerên iraqî dişewitandin, ku ne revîn lê diman û şer dikirin ji bo parastina Til Eferê heta ku neçar man paşve bikişin. Hêceta “çekên me tune bûn”, bê bingeh e û derew e. Di axavtina xwe de, Nêçîrvan behs nekir ka YPG, ku çekên ji yên Pêşmerge siviktir bi wan re hebûne, dikarîbûn şerê DAÎŞ bikin piştî DAÎŞ êdî ketibû herêmê (bêyî ku di destpêkê de avantaja kontrola herêmê le cem wan hebe, çawa ku li cem Pêşmerge hebû). Wî herwiha behsa wê yekê nekir ku di 02.08.2017 êzîdiyên li herême ji serokên pêşmerge pirsîn bê ka ew dikarin herêmê ji ji sivîlan vala bikin, lê ji wan re hat gotin ku divê ew bimînin.

Nêçîrvan gelekî behsa siviktirbûna çekên pêşmerge kir, lê gelekî balkêş e ku wan qebûl nedikir qet tiştek ji wan çekan ji êzîdiyan re bihêlin kîjan rica ji wan dikirin ku qet na, hema tiştek ji wan re bihêlin daku bikaribin pê malbatên xwe biparêzin.

Gava pêşmerge vekişiyan, yek ji makîneyên wan a ajotinê, liser rêya mezin a navbera bajarê Şingalê û çiyê, de arize dîtibû. Li ser vê makînê çekek giran hebû. Paşê, gava DAÎŞ li ser vê rêyê dan dû êzîdiyên sivîl, êzîdiyekî xizan û nexwendî bêyî ku perwerdeya leşkerî pê re hebe hilkişiya ser vê makîneyê, bi wê çekê girt û bera wan çekdarên îslamî ku dihatin, dida.  Ji ber avantaja bilindbûna cihê wî, wan çekdarên îslamî nikarîbûn berdewam hilkişin çiyê. Ev yek wext qezenc dikir heta balafirên koalîsiyonê hatin alîkariya dûrxistina DAÎŞ li ser çiyê. Ew kesê êzîdî dikarîbû tenê bi destê xwe çiya ji DAÎŞê biparêze. Ev yek nîşan dide ku çawa yek çek bi tenê çiqas dikare serketî be – bifikirin wê çawa bûya eger Pêşmerge bimana û şer bikirana.

Sebeke ku çiyayê Şingalê hatibû parasitn, qezayek bû, arizeyek bû, makîneyek ku pêşmerge hewl dabû wê bi xwe re bibe li dijî girîna êzîdiya, lê arize bûbû.

Dûre, PDK maaş dabû wî kesê êzîdî, wek ku hertim karê wan en, û wî kirin “fermandar”.

Mirovên belenganz yên gundî, bêhêz û nexwendî, bêyî ku yek gotina wan di siyasetê de bimeşe, rihet dikarin werin tirsandin yan kirîn.

Paşê, PDK ji bo vê rûdanê peykerek ava kir ji bo bibîranîna vê makîneyê, û li kêleka wê jî wêneyek mezin ê Mesûd Barzanî bicih kir. 


Ev yek durûtiyek bêşerme: Kiriyarek tirsonek û bêxwedîhiştin nîşan didin wek ku heman kes leheng û mêrxas bin.

Di axavitna xwe ya îro de, Nêçîrvan Barzanî got: “Piştî DAIŞ êrîşî Şingalê û navçezên derdora wê kir, çekên di destê Pêşmerge de bûn, ne mumkîn bu ku karibe parastina Şingalê bike.” Ev gotina heqareteke li dijî her kesê ku ji jenosîdê bi saxî filitî.

Di çend salên piştî jenosîdê, hikumeta herêma Kurdistanê peyva “jênosîda êzîdiyan” bikar nedianî. Di bibîranînên berê de ya salvegera jenosîdê, nûnerên hikumetê vê yekê wek “keraseta Şingalê” yan “jenosîda Şingalê” binavdikirin.

Tevî ku başe gava serokwezîr niha wê rûdanê wek “jenosîda êzîdiyan” binavdike, hewldanên berdewam ji bo birandina berbirsyartiyê ti alîkariyê nake.

Eger biryareke bihesab, yan eger bi tenê namerdî bûbe, vekişîna Pêşmerge rê ji jenosîda êzîdiyan re vekir. Herkes rastiya Şingalê dizane, û ev berdewamiya derxistina hêcetan şerm e.

Ku nûnerên hikumeta herêma Kurdistanê nikarin bi wijdanî li van rastiyan binêre, ev yek dibe wek sitrînek ji bo wan kesan yên ku her tiştî winda kirine. Êzîdiyên di jenosîdê de saxmayî ne hewceyî bêtir hêcetên vala û derewîn in – ew hewceyî lêborîneke rastgo ne.

Ji dêlva vê yekê, Nêçîrvan axavtina xwe ji bo bibîranîna jenosîdê îro weke platformek bikar anî ji bo êrîşî Bexdayî bike berî referandoma serxwebûnê. Li şûna ku alîkariya êzîdiyan bike ji bo vegera Şingalê û avakirina pêşerojeke bi ewle, jenosîda wan hîn jî ji bo armancên siyasî tên bikaranîn.

Axavtina Nêçîrvan Barzanî ya îro, bêrêziyek bû ji bo saxmayînên jenosînê – gotinên wiha yên kirêt dibin egera êşên bêtir.

© ÊzîdîPress, Matthew Barber, Zanîngeha Chicago, USA