[youtube]https://www.youtube.com/watch?v=y58oLhLYxtk[/youtube]
Ermenistan. Li Ermenistanê hejmareke mezin ji êzîdiyan dînê xwe guhastin xacperestî. Li gorî qanûnên dewleta Ermenistanê, zarokên êzîdî mecbûrin ku dersa dînê xacperestî bixwînin, ew ders jî bi pesindayîn û propaganda xacperestî tesîr li ser zarokên êzîdî dike. Li gorî statîstîkên fermî heta niha ji qasî 30.000 êzîdî ku li Ermenistan dijîtin, 10.000 bûne xacperest.
Li gorî standarda mafên mirovan yên navnetewî, azadiya dînî heye, ku destûr nade dewletê propaganda dînî bike û zarokên dibistanê bêyî destûra dê û bav dersa dînî bistînin. Ferzkirina dersa dînî li ser zarokan sûcekî dijî mafên mirovane.

Rêxistina êzîdiyan “Sînjar”, ku Borîs Mûrazî serokatiya wê dike, rexneyan ji bo vê yekê anî ziman. Lê Wezîrê perwerdê yê Ermenistanê yê wê demê, Armên Aşotian, di sala 2011 de bersiv da û got: “Ez pêşniyar dikim ku bajarvanên zana dûr bisekinin ji vî pirsî. Bila gencên êzîdî tevlî vê pirsê nebin, bila ser hînbûna xwe bifikirin”.

Parêzerê mafê mirovan yê ermenî Artûr Sakûnts dibêje: “Armanca dersa dîroka ermeniyan ew e ku zarok bike bin bandora dêro apostolîk a ermeniya”. Lê heta niha ji bo vê pirsê dewlet tu gav neavêtin. Li aliyê din jî berteka êzîdiyan jî li dijî vê siyast û propagandayê jî tine. Nûnerên rêxitinên êzîdiyan wek Ezîzê Emer Tamoyan piştgirê dewleta Ermenîstanê ye. Nivîskar û rewşenbîrên êzîdî ku karê netewperestiya kurdîtiyê dikin, pirsgirêk di vê meselê de nabînin, eger piştî dînguhestin “kurdên xacparêz” derkevin. Lê gelek êzîdî jî vê yekê wek “fermana sipî” yan jî “jenosîda sipî” dibînin, ku ji fermana Dewleta Îslamî bêtir civaka êzîdyan ber bi tunebûne dibe.

@ÊzîdîPress, 28.01.2017