Eilmeldung

Êzîdiyên bicek li Xanasor (Şingal)
Êzîdiyên bicek li Xanasor (Şingal)

+++Saet* 01:30+++
Terorîstên DAÎŞ êrîşî gundên Êzîdiyan Sîba Şêx Xidir û gundên derdorê dikin. Êzîdiyên bi cek û pêşmergeyên wê deverê ev cend seatan ber xwe didin.

+++05:00+++
Terorîstên DAÎŞ gav bi gav pêş dikevin. Hejmara zêdetir ya pêşmergeyên  ku ji bo piştgiriya parastina gundên Êzîdiyan ne hatin.

+++07:30+++
Hêzên pêşmerge ji deverên qada şer vedikişin. Tenê Êzîdiyen bi cek berdewamî ber xwe didin li hemerî terorîstan. Di nav Êzîdiyên wan derûdoran panîk berifreh dibe ji ber ku diyare ku Êzîdî bi tenê nikarin berxwedana xwe dirêj berdewam bikin.

+++09:00+++
Terorîstên DAÎŞ çend gundên Êzdiyan bi dest xistine: gundê Tîl Benat, Sîba Şex Xidir, Til Keseb û Til Eziz. Bi hezaran Êzîdî niha ji gundên xwe ber bi bakurê Şingalê diçin û li nav ciya xwe vedişêrin. Êzîdiyên bi cek derûdora firarên êzîdî hene

Terorîstên DAÎŞ li Şingalê
Terorîstên DAÎŞ li Şingalê

+++10:00+++
DAÎŞ ber bi bajarê Şingal dimeşe, di navbera wan û çekdarên êzîdî şer derket. Zarok, jin û extiyarên êzîdî yên bêçare hewl didin birevin. Mêrên êzîdî malbatên xwe ber bi bakur ve dibin û ji bo parastina gundên êzîdiyan. Li bakur niha hêzên YPG û pêşmergeh xwe amade dikin ji bo alîkariya Êzîdiyan.

+++10:30+++
Komên mezin yên YPG û Pêşmergeh niha gihaştin deverên başûrê Şingalê, yên din li ser rê ne. Şer li hemberî terorîstan ji gelek deveran diqewime.

+++12:20+++
Nûçeyên yekemîn gîhaştin me ku êzîdî hatin qetil kirin. Li gorî vê nûçeyê gelek êzîdî li Til Eziz hatin kuştin. Lê ev nûçe ji aliyê korespondentên me li Şingalê nikare were piştrast kirin.

Firarên êzîdî li ciya li stargehek ji xwe re digerin
Firarên êzîdî li ciya li stargehek ji xwe re digerin

+++12:30+++
Heta niha bi hezaren Êzîdî direvin. Firarên êzîdî li ciya li stargehek ji xwe re digerin. Bê av, xwarin û parstin, zarok, jin û extiyar di wê tirsê de gerek bê deng bimînin da ku terorîst bi wan nehesin û bikujin. Dezgeha „Zentralrat der Yeziden in Deutschland“ ragihandinek parve kiriye derbarê rewşa Şingalê.

+++13:00+++
Ziyaretek êzîdiyan ji aliya terorîstan hate xirakirin, niha jî dixwazin ziyaretên din xira bikin.

+++13:35+++
Nûçe belav dibin ku ziyareta Seyid Zêneb hatiya teqandin ji aliyê îslamîstan.

+++13:40+++
Îslamîstan li Şingalê mêr û xortên Êzîdiyan girtin. Berdevkê YPG Can Polat dibêje ku bêtîr şervanên YPG li Şingalê bicih dibin. Hezaran Êzîdî ji bo rizgarkirina gundên xwe şer dikin. Dem bi dem bêtir Êzîdiyên ku ji bakûrê Şingalê tevlî şer dibin.

DAIŞ li Şingalê terorê dike
DAIŞ li Şingalê terorê dike

+++13:45+++
Cavkaniyên me li Şingalê behsa qirkirina sivîlan dike: „Li Sîba Şêx Xidir gelek Êzîdî hatin kuştin, ji ber ku wan pîştî vekişandina pêşmergeyan gûndê xwe bê xwedî nehiştin. Wan heta dawî ber xwe da.“

+++14:00+++
Terorîstên îslamîst ziyaretên Êzîdiya bi dest xistine.

+++14:05+++
Wezareta Pêşmerge êşareta despêkirina operasiyona leşkerî ji bo azadkirina Şingalê da.

+++14:15+++
Niha jî îslamîst êrîshî êzîdiyên nêzîkî Şêxan dikin: Hêza pêşmergeyên wê deverê lawaze û ji ber vê wan berxwedana xwe bi temamî sekinand. Cend gundên nêzîkî Babirê niha vala bûn.  Êzîdî ber bi Şariya û Duhokê direvin. DAIŞ beyanek da ku heta êvarî hemû êzîdî ji Şengal û Şêxanê derbider bikin.

+++14:40+++
Li gorî nûçeyek Xendanê terorîstên îslamîst li Şingalê bêtirî 30 Êzîdî kuştin.

Waliyê Mûsilê
Waliyê Mûsilê

+++15:15+++
Waliyê Mûsilê banga cihanê dike: Eger em tiştek nekin, li seatên pêşiya me de bi hezaran êzîdî wê werin kuştin, an ji tî- û birçîbûne bimrin. Bi hezaran di destê kujerên DAIŞê de ne, çend hezar niha bê xwarin û vexwarin reviyane çiyê.’

+++16:15+++
Operasoynek mezin  ya YPG/Pêşmergeh niha dest pê kir. Bi hezaran Êzîdî li kêleka YPG/Pêşmerge şer dikin ji bo parastina welatê xwe.

+++16:25+++
Gali Kurdstan TV radigihîne ku terorîstên DAIŞ ziyareta Şerfedîn li Şingalê xira kirin. Cavkaniyên me li Şingalê vê nûçeyê nikarin erê bikin.

+++16:35+++
Terorîstên DAIŞ pênc gundên devera Babirê bi dest xistin. Niha metirsî ew e ku îslamîst bigihêjin heta peristgeha Lalişê.

+++17:20+++
Li gorî nûçeyek DY dora 200.000 mirov li Iraqê di rev û bezê de ne, piranya Êzîdîyên Şingal û Şêxan in.

+++17:40+++
Hevserokê PYD Salih Muslim bi rêya Twitterê: “Parastina Şengalê û Çanda Êzdayi barê stuye her Kurdistani ye.roj roja roja namûs û şerefê ye.”

+++18:00+++
Nûçeya ku ziyareta „Quba Şêx Şerfedîn“ ji aliyê terorîstan hatiye teqandin, ne rast e. Êzîdiyên wê deverê dibêjin ku ziyaret hîn li cihê xwe ye.

+++18:10+++
Êzîdiyên devera Şariya amadebûna xwe diyar dikin ji bo şerê li dijî terorîstên DAIŞê. Bi taybetî Êzîdiyên devera Babire niha revîne Şariya piştî ku DAIŞ êrîşî bajarê wan kir û bi dest xistin

+++19:00+++

Êzîdiyên devera Başiq û Bahzan, herwiha yên ji Xetara Şêxan niha cih û warên xwe hiştin û ji ber metirsiya êrîşên terorîstên îslamîst direvin.

+++19:05+++

Bêtirî 100 qîzên êzîdî û jinên ciwan yên Şingalê ji dema êrîşa terorîstan ser bajar heta niha winda bûne, ev nûçe ji aliyê firarên êzîdiyên Şingalê hat girtin, ku niha gihaştin nêzîkî Şêxan. +++20:00+++ Bi hezaran firarên êzîdî heta niha bi seatan di germiyana dora 40° bê nan û av in. Dêyek êzîdî bi girî dibêje: „Em temenmezin dikarin rojekî wisa derbas bikin, lê zarokên me diqîrîn û digrîn.“

+++19:10+++
Terrorîstên DAÎŞ zîyareta êzîdiyan “Quba Nabî Yûnis” li Musilê diteqînin.

+++20:00+++
Hezara penaber ew bi seetan ber germayîya 40° bê av û nan in.
“Em rûsipî dikarin rojek teyax kin, bes zarên me digirîn û diqîrin” dêyek êzîdî bi kelogirî got.

+++22:00 Uhr+++
Civata Ruhanî ya êzîdiyan revandina 100 jinên êzîdî ji Şingalê piştrast kir û daxwaziya alîkariya êzîdiyan kir. Heta niha tu agahdarî derbarê jinên êzîdî tuneye.

+++22:05 Uhr+++
Nûnerên êzîdiyan niha li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtin pêk tînin ji bo derbarê rewşa êzîdiyan de bişêwirin. Herwiha kontakt bi konsolxaneya Emerîka hat kirin, wan jî hazirya xwe ji bo alîkarî nîşan da.

+++22:15 Uhr+++
Behskirinên qetliyamên li Şingalê dijî êzîdiyên sivîl zêde dibin. Li gorî hin beyanan gelek jin û zarok li nêzîki Til Benat ji aliye terorîstên DAÎŞ hatin qetil kirin. Heta niha rewşa giştî ne zelale.

+++22:35 Uhr+++
Siyasetmedara kurd Amîna Saîd banga hikumeta Bexdayê, hikumeta Kurdistanê û dezgehên alîkariya mirovî dike da ku alîkariya firarên êzîdî û malbatên li Şingalê bikin. „JI bo parek mezin ji wan mirovan, bi taybetî yên bê derfet, ne pêkane ji bajarê ku niha di destê îslamîstan de ye derkevin.

+++23:28 Uhr+++
Li bajarên êzîdiyan Başiq û Bahzan (herêma Şêxan) bi sedan êzîdî xwe bi çek kirin ji bo parastina bajarên xwe. Parek mezin ji xelkê heta niha ber bi bakur reviyane, pişte îslamîst gav bi gav nêzîktir dibûn û pênc gund bi dest xistin. Firarên êzîdiî niha li geliyê Lalişê û gundên derdorê hatin bicihkirin, bi hezaran êzîdî jî niha li ciyayên Şingalê asê man.

4ê Tebax

+++00:40 Uhr+++
Serokatiya DAÎŞ: Eger Êzîdî îslamê qebûl nekin, emê wan hemûyan bikujin.

+++00:40 Uhr+++
Dîsa piştrastkirinek ji aliyê peyamnêrê me ji Şingalê: Ew niha li ber ziyareta Şerfedîn sekinîne, ku heta niha nehatiye xirakirin. Lê heta niha îslamîstan ziyaretgehên din yên êzîdiyan û şîîyan xira kirin.

+++01:20 Uhr+++
Li Şingalê 10 zarokên êzîdî û 5 pîrejinên êzîdî ji ber tunebûne û kela germiyanê jiyana xwe ji dest dan. Rudaw behs dike ku gelek zarok û extiyarên din jî niha di rewşek xirab de ne.

+++01:30 Uhr++
Îslamîstên DAÎŞ 2 di êrîşek ser erebeyek sivîl de 2 zarok kuştin, rêwiyên vê erebê dixwasit biçin cihekî ewle. 

+++01:45 Uhr+++
Şingaliyek ji me re radigihîne ku ji malbata wî 5 qîz ji aliye terorîstan hatin revandin. Keca herî temenmezin 15 salî ye.

+++02:25 Uhr+++
Yekîneyên Pêşmerge li Şingalê di van deqeyan de bi çekên giran terorîstên DAÎŞê bombebaran dike

+++02:30 Uhr+++
Firarên ji Şingalê ji peyamnerê me li Lalişê: „Eger ne YPG neketiba Şingalê, emê niha hemû mirî bûna“

+++03:00 Uhr+++
Firarên êzîdî heta niha jî xwe li van çiyan de parastinê digerin.

+++11.30 Uhr+++
Tevîko pevçûnên dijwar û bikaranîna çekên giran di şevê de, (başûrê) Şingal hîn di bin kontrola îslamîsta ye.

Dezgeha zadê ya girêdayî (Netewên Yekbûyî) NY (Food and Agriculture Organization of the United Nations, FAO) eşaret da ku, xwarin/verxwarin bibe deverên buyeran. Jiyana bêtirî 10.000 firarên êzîdî ku li nav çiyan de xwe vedişêrin hîn di xeterê de ye. NY behsa “trajediyek mirovî (humaniter)” dike.

+++11:40 Uhr+++
Li bakûrê Şingalê li ber bajarê sînorî Rabia hêzên YPG û Pêşmergeh serketinên ewilîn bi dest xistin. Serketinên li Rabia derfetên nû ku li başûrê Şingalê pêwistin bi xwe re tîne.

+++11:55 Uhr+++
Li gorî siyasetmedarê êzîdî Dr. Mirza Dinnayî heta niha 20 zarokên êzîdî ku ji terorîstan reviyabûn mirin. Hejmara firaran rabû heta 300.000.

+++12:00 Uhr+++
Li bajarê Şingalê şerê kolanan û xaniyan di navbera hêzên taybet yên Pêşmerge û îslamîstan dest pê kir. Bajar ji aliye YPG û Pêşmergeh hatiye dorpêçkirin. Gundên derûdorê ku ji do ve piştî vekişîna Pêşmergeyan ji aliyê DAIŞ hatibûn bidestxistin heta niha di destê DAIŞê de ye

+++12:10 Uhr+++
Şahîd ji peyamnêrên êzîdîPress re behsa qetliyamek li hemberî êzîdiyên sivîl ji aliye îslamîstan dikin. Li gorî vê ew do bi şev bi meşê çûbûn ber bi gunde Ginya Miherkan ji bo av ji firaran re peyda bikin. Li gund wan 53 cenaze hijmartin, 30 yên din jî li derveyî gund. Piştî îslamîst bi wan hesyanê ew ji gund reviyane bêyî ku cenazeyan binasînin.

+++12:30 Uhr+++
Firarên li çiyayên Şingalê: „Me hema bêje xew nekir, tenê parîk nan heye. Ji bo me ne xeme, lê zarokên me ji birçîna digrîn.“ Do 10 zarok û 5 pîrejin li çiyayên Şingalê jiyana xwe ji dest dane.

+++12:45 Uhr+++
Me niha karîbû bi peyamnêrê xwe li çiyayê Şingalê re ku di nav firaran de ye têkîlî deynin. Ew nûçeya cenazeyên gundê Ginia Miherkan piştrast dike. Hin cenaze dikarîbûn binasînin, ew gundiyên naskirî bûn. Li çiyayê Şingalê niha kerasetek mirovî heye: “Av û nan tune. Eger di seatên pêşî de alîkarî negehije me, bi herzaran wê bimrin!”

+++13:10 Uhr+++
Bi taybetî zarokên bicûk li çiyayên Şingalê ji ber tunebûna av û xwarin zehmetê dibînin. Peyamnerê me li Şingalê behs dike ku gelek zarok „êdî nîv-mirî ne“. Eger di van seatên pêşî de alîkarî nê, gelek zarok wê bimrin.

+++13:20 Uhr+++
Qedera dora 2.000 gundiyên Werdî heta niha ne diyare, metirsî heye ku ew ji aliye îslamîstan hatin qetilkirin.

+++13:30 Uhr+++
Wladimir van Wilgenburg bir rêya Twitterê: Nûnerên êzîdî ji hikumeta Iraq û Kurdistanê daxwaz kirin ku bi helikoptêr alîkariya maddeyî bibin ji firarên li çiyayên Şingalê.

+++13:45 Uhr+++
Peyamnerên me dibêjin ku îslamîstan li gundê Duhola qetliamek kirin. Meriyên qurbaniyan dixwasin têlefonê wan bikin, lê îslamîstan bersiv dan. Gund nêzîki bajarê Rabiya ye, li ku heta pevçûn navbera YPG/Pêşmerge û îslamîstan heye.

+++14:00 Uhr+++
Mesûd Barzanî: “Bêyî alîkariya navdewletî em şerê terorê dikin. Her bosteke ji axa Şingalê emê vegerînin“

+++14:10 Uhr+++
Li Şingalê 67 êzîdî ji aliye îslamîstan hatin qetilkirin, piştî ku wan welgerandina ser dînê îslamê qebûl nekir. Rojnama almanî FAZ li ser binghea şahîdan behsa vê yekê dike. BasNews behsa 88 kuştiyan dike.

+++14:45 Uhr+++
Gelê Tirbesipi û Dêrikê li Rojava pêşwaziya firarên êzidyên Şingalê dikin. Firar ji aliyê hêzên YPG tên parastin.

+++15:00 Uhr+++
Medyayên cûda yên kurdan bi yekdengî behs dikin ku YPG û Pêşmerge bajarê Rabiya bi dest xistin. Ev yek derfetên nû ji bo şerê li Şingalê bi xwe re tîne.

+++15:20 Uhr+++
Rojnameger Alî Şingalî (Badinan Sat) radigihîne ku terorîstên îslamîst êzîdiyên sivîl wek „mertalên mirovî“ bikartînin piştî hikumeta Irakê eşaret da ku herêmê ji hewa bombebaran bikin.

+++15:50 Uhr+++
Hevpayvîna fermandar û pêşkêşkarê YPG Can Polat bi êzîdîPress re

+++16:30 Uhr+++
Heta niha bi hezaran firarên êzîdî li çiyayên Şingalê li bende alîkariyê ne. Ji do ve gelek ji wan bê nan û av in.

+++16:55 Uhr+++
Mîrê êzîdiyên cîhanê Mîr Tehsîn Beg ragihand ku kurdên êzîdî ji ber şerê DAIŞê di rewşeke xirab de dijîn. Mîr Tehsîn Beg ji Barzanî jî xwest, rê bide kurdên êzîdî bixwe çek hildin û li dijî DAIŞê şer bikin. LINK

+++17:00 Uhr+++
Piştrastkirî: şervanên YPG terorîstan ji Rabiya derxistin û niha bajar kontrol dikin.

+++17:15 Uhr+++
Li gorî nûçeyek pukmedia alîkarî gihaştî çiyayên Şingalê. Civata Ruhanî ya Êzîdiyan dibêje ku nîvê êzîdiyên Şingalê niha ketine nava Herêma Kurdistanê, nîvê din hîn li Şingalê ye. 

+++17:20 Uhr+++
Peyamnêrê êzîdîPress li Şengalê: “Dora 3.000 êzîdyên biçek ziyaretgeha Şerfedîn li Şingalê diparêzin. Ew hazirin ji bo parastina Şingalê jiyana xwe bidin.” 

+++18:00 Uhr+++
Li Şingalê niha demezrandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê hat diyarkirin.

Di beyaneke bi zimanê erebî rêxistina YBŞ sebebên damezrandina xwe û armancên xwe diyar dike. Damezrandina YBŞ bersiveke ji bo nebicihanîna sozên serokwezîr N. Barzanî ku soz da avakirinek yêkîneyek qasî 600 pêşmerge ji bo parastina êzîdiyan li Şingalê. Ji beyana YBŞ:

“Ji bo xelkê Şingalê,

şert û mercên ku em niha tê de dijîn û buyerên li cihên ku em lê jiyan dikin nîşanê me dan xweparastin çiqas girînge. Şert û merc herwiha nîşanê me dan ku divê em wek rêxisitin bi xwe li xwe xwedî derkevin da ku em xwe ji êrîşên ku hebûna me dike nava xeteriyê, biparêzin. […]

Me gelek caran bal kişand ser xeteriyê û berî da partiyên kurdan, ji bo ku yekîniyek parastina Şingalê ava bikin ku ji êzîdiyên Şingalê pêk tê. Lê kesek li hişiyarkirin û hawara me guhdar nekir. […] Me biryar da ku em bi xwe li hemberî êrîşên terorîstan ber xwe bidin.