Bombe li gundê Til Benat ketî (wêne: Mîyeser Şehwanî)
Bombe li gundê Til Benat ketî (wêne: Mîyeser Şehwanî)

Şingal (êzîdîPress) – Îro piştî nîvro çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê “DAÎŞ” gundê Til Benat bombe baran kir û ber bi deverên bin destê xwe ve çûn.

Saad Simêr, xelkê gundê Til Benat, ji êzîdiPress re got ku îro piştî nîvro dengê çend peqîna ji rexê gundê me hat û em derketin û me dît du bombê dî jî hatin, li rexê gundê yê bakur ketin, lê titişt nekirn û erdê bor yê gûnd ketin, li nêzîkî mala qaîm meqamê qeza Şingal mîyeser hecî.

Her wiha Simêr got: “Hêzên Pêşmerge şerê wan kirin lê ew jî reviyan ber bi dever cizîrê ya li bin destê wanda çûn”. Her tê dîyar kirin, ku roja borî çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê “DAÎŞ” çend bombê dî ber bi kargeha Şingal ya çemento yê ve berdabûn û her ew jî li dorî kargehê ketin. Til Benat gundek ji gundên Şingal yê kevine, akincî wî jî Kurdin, Êzidî û mislimanên Şîaa ne, lê behra bîtir Êzidîne.

êzîdîPress, 30.06.2014
© Hassan Omar / Weşangerê ÊzîdîPress li Şingal