DAÎŞ
DAÎŞ

Tuz (Irak) – Li bajarê Tuzê çar Êzîdî ji aliyê terorîstên DAÎŞê hatin revandin. Di roja çarşemê her çar kesên revandî tevî şofêrê xwe yî xristiyan li ser rêya Bexdadê bûn jo bo biçin ser karê xwe.

Wesayîta wan ji aliyê teroîstên DAÎŞ hat sekinandin û pasportên wan kontrol kirin. Her çar rêwîyên Êzîdî birin cihekî ne diyar, lê şofêrê wesayitê rêya xwe berdewam kir. Hin çavkanî jî behsa pênc kesên revandî dikin.

Ji ber ku rêya navbera Bexda û Mûsil ji aliyê terorîstên DAÎŞ tê kontrolkirin, rêwîyên Êzîdî rêya navbera Kerkûk û Bexda, ya ku di Tuzê derbas dibe, bijarîn. Lê terôrîtst niha ber bi Bexdayê diçin û rêyên din jî bi kar tînin. Heta niha tu agahî derbarê kesên revandî tunene.

êzîdîPress, 12.06.2014