Pîr Malo û lawê wî li çiyayê Şingal (2009; © Robert Leutheuser)
Pîr Malo û lawê wî li çiyayê Şingal (2009; © Robert Leutheuser)


Wergera reportaja nûçegeha amerîkî cbsnews “Why did ISIS attack the Yezidi poeple?” ji aliyê peyamnêra 60 Minutes report Lara Logan. Reportaja orjînal ya bi înglîzî hûn dikarin li vir bixwînin.

Wergeradin: ÊzîdîPress – Kurmancî

Êzîdiyên bakurê Iraqê çand û dîneke wan ya kevnar heye. Ev yek jî wan dike armanca êrîşên Dewleta Îslamî. Reportaja 60 Minutes.

.cbs-link {color:#4B5054;text-decoration:none; font: normal 12px Arial;}.cbs-link:hover {color:#A7COFF;text-decoration:none; font: normal 12px Arial;}.cbs-pipe {color:#303435;padding: 0 2px;}.cbs-resources {height:24px; background-color:#000; padding: 0 0 0 8px; width: 612px;}.cbs-more {font: normal 12px Arial; color: #4B5054; padding-right:2px;}

“Tişta ewil ku meriv dibîne, bi rastî behna meriya diçikîne. Yani ez dixwazim bêjim meriv dimîne heyirî ji ber ku hemû avahî winda bûne, li wir hemû wêran bûyî.” Bi vî awayî peyamnêra 60 Minutes Lara Logan di videoyê de rewşa bajarê Şingalê ya bakurê Iraqê tîne ziman.

yezidisk

Şingal welatê esîl e ya hindekahîya dînî ku wek êzîdî tên naskirin, ji kîjanê biqasî 5.000 di jenosîdekî sîstematîk ku di tebaxa 2014 de dest pê kir, ji aliyê Dewleta Îslamî hatin kuştin. Logan dide zanîn kû heta niha hîn jî cenazeyên wan tên dîtin û nêzîkî 3.000 êzîdî hîn di destê Dewleta Îslamî de ne.

60 Minutes tevlî keşîşê katolîk Patrick Desbois, ku jiyana xwe daye tomarkirina jenosîdan li herderê cihanê,  çûbû Şingalê. Ew dibêje ku vê carê ji wî re tiştekî cuda ye. Erka niha ew e ku jenosîd bê sekinandin, hewldana parastina milet e, hewldana bilindkirina dengê qurbaniyan e, ji bo haykirina xelkê. Makîneya kuştinê hîn sax e.”

Gava Şingal rizgar bû, Logan û Desbois tevî leşkerên kurdan ketine nav bajar ku niha wêran bûye. “Dewleta Îslamî biryara ketina nav Şingalê da ji ber ku wan zanîbû ku ji bo hilweşandına çand û dîroka û miletê êzîdî, ev dever cihekî gelekî bibandor bû ji bo destpêkirinê,” Logan dibêje.

yezidisi

Lê çima diviyabû ku pêşin êrîşî êzîdyan bikirana? “Wek ez fam dikim, ev miletek e ku asîmîlekirina xwe qebûl nakin,” Desbois dibêje. “Hêlîneke berxwedanê bû di nav cihana îslamî de.”

Êzîdî baweriya xwe bi yek xwedayî û heft melekan tînin. Dînekî kevnare ku elementên gelek dînên din jî di nav xwe de dihewîne. Bi awayê devkî derbasî îro bûyî, bêyî pirtûkeke pîroz weke incîl yan quran, ev yek jî bû sebebek ji sebebên ku Dewleta Îslamî êzîdyan kiriye hedef. “Ji êzîdiyan re derfet naye dayîn ku weke êzîdî bijîn,” Logan dibêje. “Yan ew ê bên kuştin, yan jî ewê bên kolekirin, û eger ew hatin kolekirin, dînguherandin li ser wan tê ferz kirin.”

60 Minutes qesta pîroztirîn cih kir, peristgeha Lalişê, û mirovên êzîdî, çûk û mezin, neşirandin gava ji paçên rengîn girêkan girê didin, beşeke ji rêûrismên miqedes. “Hertim mirov tên, wan girê didin û girêkên din vedikin,” Logan dibêje. “Ev cûreyê wan ya duakirinê ye.”

yezidisd

Li jêra peristgehê rûbarek heye, li ku jinên êzîdî ku ji aliyê Dewleta Îslamî hatibûn girtin û paşê azad bûn, tên û dest didin vê avê. “Ev rêûrismeke helalkirinê ye,” Logan amaje dike. “Ew ne tenê hatin tecawizkirin û bêhurmetkirin, dînguherindin bi xwe jî, li ser koleyan ferzkirina qebûlkirina îslamê jî bêhurmetkirineke din e.” Hatina cem rûbarê “dihêle ku ew vê yekê li paş xwe bihêlin,” Logan amaje dike, “û ev jî beşeke ji bo prosêsa dermankirinê ye ji bo wan.”

Herwiha ev ji bo wan bibîranîneke ku ew kî ne. Tevî ku êzîdî hin xalan ji çandên din hilgirtine, çanda wan cuda dimîne, Logan dibêje.

“Ew ne misilman in û ne jî mesihî ne,” ew dibêje, “ew êzîdî ne û nasnameyeke wan ya pir bihêz heye û ew çawa bûne wisa mane, terka wê nedane.”

CBS; Wêne © Robert Leutheuser, Beyond Borders Photography

Wegerandin © ÊzîdîPress, 11.05.2016