CarsemaSor2016
Laliş. Bi merasîm û şahiyê, îro Êzîdiyên cihanê sersala nû pîroz dikin. Êdî ji êvara berî cejnê, cemaeta Êzîdiyan bo nimûne li Gurcistanê, Ermenistanê û herwiha li Amerîka û Kanada sersalê pîroz kirin. Sersala Êzîdiyan ku bi navê Çarşema Sor, Cejna Sersalê û Çarşema Serê Nîsanê te naskirin, di roja çarşema êkê li meha Nîsanê ya li gorî salnameya julianî tê pîroz kirin. Ev cejn êk ji cejnên herî kevnare di nav Êzîdiyan û rohilata navîn de ye. Di heman demê de cejna buharê ye, ji ber ku di vê mehê de siruşt ji nû ve kulîlkan dide.

Merasîma serekê weke her sal li paristgeha Êzîdiyan Lalişê de pêk tê. Lê belê ji ber jenosîda dijî Êzîdiyan li Şingalê û berdewamiya girtina hezar jin û zarokan, rewşa şahiyê ne weke her sal e. Lê dîsa jî penaberên Êzîdî di nav kampên koçberan li herêma Kurdistanê û deverên din, hêkan bi cend rengan xemilandin û nan çêkirin û di nav xwe de parve kirin.

Di roja Çarşema Sor, li gor mîtolojiya Êzîdiyan, Xwedê afirandina dinyayê temam kir û tav cara yekemîn hat ser rûyê erdê û qeraxa esman bi xwe re sor xemiland. Hêkên ku roja cejnê tên rengkirin, durê û teqîna wê durê bîr tînin. Ji teqîna durê, kewn û cihan hatin afirandin. Çarşema Sor jî di nîşana mezinê milyaketa, Tawisî Melek, de ye, ku bo mîtolojiya Êzîdyan rolek taybet digire. Roja cejnê dûnavên Êzîdiyan bazinbaran di nav xelkê Êzîdî belav dikin, ku gelek caran ser destê Êzîdiyan tê dîtin.

Cend bîr û bawerî, adet û kevneşopî bi vê cejnê girêdayî ne, ku gelek paralêlên bi cejna Babîliya Aktîû parva dike. Li Lalişê Êzîdî kom dibin û bi hezara çira pîroz vedixin û sersalê bixêr dikin.

© ÊzîdîPress, 20ê Nîsanê 2016