komkujiya_ermeni

Tosinê Reşîd

Meta Cewar keçmama bavê min bû. Jîyana wê bêtirî 100 salî domand (sala jidayîkbûna wê kesî nizanibû).

Bîra wê tiştekî nebînayî bû; dikaribû ser bûyareke 60-70 sal berê bûyî, bi dêtalên usan hûr bigota, qey bêjî ew bûyar duh, pêr bûne.

Zarşîrin bû, ser çi pirsê jî bipeyivîya, tu ji gotinên wê têr ne dibûyî.

 Sala 1969an min ji bo malbeta me ji meta Cewar pirs kir û gotinên wê ser qeytanê nivîsîn. Dûarojê min ew gotin derbasî ser kaxazê kirin.

 Çend roj berê ew pelên nivîsare êdî zer bûyî ketin ber destê min û min carekê jî ew xwendin. Bi bawarîya min ev kurtedîroka malbeta me rûpelekî bedbextîya êzdîyên Serhedê, ya salên Cenga Cihanê yê Yekemîn, tîne ber çavan û wê ji bo xwendevanan balkêş be. Meta Cewar çawan gotîye, min usan nivîsîye û usan jî raberî xwendevanan dikim.

“Di qeza Qersê da 14 gundên Sîpikan hebûn. Sûsiz da 8 malê Şerqîya hebûn, temam merivên heve nêzîk bûn. Lê piranîya gund Îsedizî bûn, malxalanê bavê te. Du malên Şerqîyan jî li Şatiroxlîyê hebûn; mala Reşît, Sînot û mala Teyo.

Ji zîyareta gund ra “Zîyareta Gulheyranê” digotin. Kêleka zîyaretê ra çemê Gulheyranê dikişîya. Zîyareteke eyan bû û xên ji êzdîyan usan jî miletên mayîn dihatine ber. Nava gund dêreke xiravbûyî jî hebû, çawan zîyaret diçûne ber wê jî.

Kêleka gund gelîyê axê bû, milkê wan bû. Ava gund kêm bû. Carekê ji çemê Gulheyranê av karêz kirin anîn, lê paşê karêz şikest, usa jî ma. Zivistana ava qalixa hin vedixwarin, hin jî didane pêz, dêwêr.

Gundê Sûsiz ji Qersê êpêceyî dûr bû. Siyarê baş rojê da diçûn, vedigerîyan, lê erebe rojê da ne digihîştinê. Kirîn-firotana wan hîmlî Qersê bû, lê carna diçûn Xirave Dîgorê dikana ku Egît axa yê birê Elî begê serokê eşîra Sîpika, bi Vaxoyê ermenî ra vekiribû.

Tiştê wanî firotanê hîmlî pez bû, rûn, penêr, hirî û genim. Gund bi xwe zozan bû, bi havîna dernediketine zozana.

Şerqîyên Sûsiz ji Eyntaba Serhedê, gundê Esmer hatibûn. Mala axê (Emer axayê serekeşîrê êla êzdîyên Sîpika.- T.R.) ûrisa ra gilîyê xwe dikine yek û ji Eyntavê têne topraxa ûris, Qersê. Wexta hatinê Şerqî çar mal bûne, du mal tên Qersê, du mal jî li wir, gundê Esmer dimînin.

Derheqa gundê Sûsiz da keçika kilameke ha digotin:

 

Gelîyê Gomê bi gongile,

Eyla Sinco miqabile,

Lawko, qurba, şûşa dilê min şikestîye

Belkî bicebire.

 

Malên Şerqîyan

Ji Eyntabê du mal hatibûn; mala Keleş û mala Emo. Keleş û Emo birê hev bûn. Pênc kurê Keleş hebûn; Ozman, Simo, Memê, Çeto, Kurdo[1].

Icar salê şêr, gava eskerê ûris şûn da vekişîya, eskerê tirka dîsan hat. Êzdîyên wan gundan gişk revîn. Wê rev û bezê da qira me hat; kî hate kuştin, kî di Ava Reş da çû, kî unda bû.

Romê Axbaranê (li Ermenîstanê) xwe gîhande me. Piranîya mêrên mayî jî li wir kuştin. Qira mala Elî axa li gundê Camûşvana Mezin anîn. Kurd jî bi romîya ra hatibûn, qira mala Elî axa wan anî.

Îja ez seva mala kalkê te bêjim.

Yê Ozmanê kalkê te 11 zar bûn: Etîfe, Memê, Rezaq, Silêman, Sifîyan, Reşît, Ahmê, Zozan, Xemê, Pêro, Besê. Ji wan sê man; Reşît, Ahmê û Zozan[2].

Yê Simo sê kur, qîzek bûn, kes nema, nizanim revê da çawa bûn.

Yê Memê du kur, sê qîz bûn, ji zureta wî kes nema.

Yê Çeto du qîz, du kur bûn, nizanim revê da çi hate serê wan.

Yê Kurdo tenê Qanat ma, xwedê min qurbana wî bike.

5 kurên Emo bûn; Qubat, Ûsê, Reşo, Bekir, Xalit.

Yê Ûsê sê kur, qîzek bûn, revê da nizanim çawa bûn.

Yê Reşo sê kur, du qîz bûn, kes ji wan nema.

Yê Xalit sê qîz, sê kur bûn, revê da nizanim çawa bûn.

Ji 7 zarê Qubat tenê Avas û ez marûma xwedê man.

Ji 5 zarê Bekir tenê Hetem û Seyran man.

A kurê min. Şikir ji Xwedê pey aqasî ra duyê ocaxê Keleş û Emo vênesîya, niha jî hûn rabûne.

1969 Kûrekend

 

[1] Bêguman keç jî hebûne, lê meta Cewar ne seva Keleş, ne jî seva Emo, navê keçên wan nade.

[2] Li vir meta Cewar besa mêra nake, ji ber ku berî wê ji min re gotibû, wekî eskerê tirka gişkan (kalkê min Ozman jî nav wan de) berev dikin, dikin merekekê û saxe sax dişewitînin.

Çavkanî: www.riataza.com