Iraqi army soldiers from 4th Battalion, 2nd Brigade, 5th Division stand outside an Iraqi army compound in Buhriz, Iraq, Jan. 31, 2007. (U.S. Air Force photo by Staff Sgt. Stacy L. Pearsall) (Released)
leşkerên iraqî li Buhriz, Iraq, 2007. (U.S. Air Force photo by Staff Sgt. Stacy L. Pearsall)

Başîqa. Piştî bicihbûna eskerên Tirkiye li Başîqa, hikumeta merkezî ya Iraqê ji Tirkiye xwest ku eskerên xwe “bilez” ji axa Iraqê vekişîne. Niha jî serokê hikumeta Bexdadê Heyder al-Abadî gef li Tirkiyê xwar û dibêje eger di nav 48 seatan de Tirkiyê eskerên xwe venekişîne, dê hemû operasiyonên heyî ber çavan re derbas bikin. Gelek parlamenterên iraqî nerazîbûna xwe diyar kirin û daxwaza êrîşên hewayî li dijî eskerên Tirkiyê kirine eger piştî 24 venekişin.

Roja înê 130 eskerên tirk tevî 25 tankên xwe ketine bajaroka êzîdiyan Başîqa ji bo avakirina bazeke xwe. Li gorî rojnameya tirkî “Hurriyet”, Tirkiyê dixwaze bi temamî qasî 2.000 eskerên xwe li wir bicihbike. Bertekên Hikumenta Herêma Kurdistanê û serokê  wê Mesûd Barzanî li dijî Tirkiye tunene. Tê bawerkirin ku di navbera herdu aliyan de lihevkirinek heye.

Piştî nerazîbûna hikumeta iraqî, serokwezîre Tirkiyê Ahmed Dawûdoxlû nameyek ji Abadî re şandî û tê de dibêje ku wê Tirkiyê tiştek bi nerazîbûna iraqê neke. Niha jî bi sedan eskerên Tirkiyê ku dixwastin têkevin Iraqê, li ser sînorê Tirkiyê sekinîne. Lê eskerên ku heta niha gihaştin Başîqe venegeriyan Tirkiyê.

@ÊzîdîPress, 07.12.2015