daf

15 îlonê li Rûsîyayê, bajarê Novosîbîrskê konserta Şivanê Perwer dilrehmiye derbas bû bona alîkarî-piştovanîya êzdîyên Şengalê. Bi sedan binelîyê bajêr hatibûn guhdarîya hozanê nav u deng bikin,
Wextê vekirina konserte, seroke komela êzdîyê Sîbîrê Mamoyê Eso got, wekî li bajarê Novosîbîrskê weke 12 000 êzdî dijîn. Ew rê-risma miletîye, erf û edetê meye dîrokî baş xwey dikin, nisleta teze zimanê xwe bîr nake, her tişt tê kirinê, wekî gelê me tucar edetê kal û bavan bîr neke. Mamoyê Eso domand, wekî hema roja ewlîn de, wextê şengalîya ketin nava qal û cengê, wextê qetil destpê bû êzdîyên evî bajarê Rûsîyayê wek neferê malekê berev bûn û her kesî weke qewat u hereketê xwe alîkarîya peretî berev kir, şandin mihacirê Şengalê re.
Êvarîya konserta Şivan Perwar mexsûs rewşenbirê êzdî yên Novosîbîrskê ve care dane teşkilkirinê dîsa bona komeke, alîkarîye bidin sêwî û belengaza, beroderê êzdîyan.
Bi xeberdan peşda hatin wisa jî endamê komela êzdîyan, welatperwerê bi dil û can, milethiz Rizganê Dewatî (teşkildarekî êvarîyê), Samilê Mahar, mevanê kurdê ji komara Qazaxistanê ê wisa jî wekilê miletê rûs.
Ser konsertê ku bona 1000 kesî bû, weke 1200 meriv berev bibû. Çawa dibêjin; te derzî biavîta, nediket erdê. Peşdahatina Şivan li evî bajarî qewimandineke tarîqîye bona êzdîyan, ew cara ewlî ye hatibû qeza Sîbîrê (Novosîbîrsk bi aqara xwe ve û bi hejmara xwe ve şeherê Rûsîyayê – sisîyan e).
Şivanê Perwer berê ewlîn xeberda derheqa qetila Şengalê û 74 fermanê êzdîyan de, derheqa tifaq û yekîtîya miletê me de. Ewî xwezma de kivş e, wekî tu dijminek nikare wî miletî alt bike, kîjan bi tifaqê, yekbûnê, piştovan e!
Şivanê Perwer konserta xwe bi straneke xwe ye nû destpê kir, ku peşkeşî Şengalê û êzdîyên hatine kuştin kiribû. Li ser mezin de jin û qîz, çûk û mezin digiryan, tu kesî nikaribû hestrê xwe zevt bike.
Dawîya konsertê de xencî pere, ku bona bîlêta berev bûbûn, bi deha mêvana bi rêzedilî alîkarî berev kirin bona şengalîya.
Mamoste Şivan Perwer got: “Min pir we hiz kir xûşk û birayê min ê li Sîbîrê, ez çavê we maç dikim, wekî hûn edetên kal û bavan wisa baş xwey dikin û xûşk-birayê xwe yê ku dikevin tengasîyê bêxwey nakin, piştovanê wanin.

Cemalê Ûsiv