agit

Tbîlîsî (Gurcistan) – Di dema seredana xwe ye li Gurcistanê serokkomarê Swêsirê Dîdiê Burkhalter 3 hezîranê rastî çar rêxistinên nedewletî hat. Nav van de Navenda atlantîk ya hevkarîya navnetewî bû jî, yê ku Agît Mîrzoyêv berpirsyarya wê dikir.

Dema hevdîtinê da derheqa pirsgirêkên ciwanên herêmê hatibû behs kirin. Birêz Burkhalter alîyê xwe da ji bo beşdarên hevdîtinê behsa wan pirsgirêkan kir, yê ku Swêsira wek rêvebira Rêxistina Ewleyî û Hevkarîya Evrûpayê, dixwaze li ser bixebite.

Agît Mîrzoêv rêvebirê Mala êzdiyên Gurcistanê ye û li heman demê jî, li Gurcistanê, dewletên Sovêta berê û Yekîtiya Ewropa parêzarê mafê mirovaye naskirî ye. Berî du salan ew bi vexwandina hukûmeta Nepal beşdarî hazirkirina destûra vê dewletê bû û wek pisporê mafên kêmnetewa şêwirdarîya koma amadekarên destûrê dikir.

êzîdîPress, 04.06.2014