Artêşa Îraqê
Artêşa Îraqê

Enbar (Irak) – Li herêma Enbar terorîstên DAÎŞ 19 eskerên êzîdî ji artêşa Iraqê kuştin. Li gor nûçeyên Rudawe fermandar Saîd Heyder beyanek da ku ew niha tevî 300 eskerên kurd ji artêşa Iraqê – 200 ji wan Êzîdî – ji aliyê terorîstan hatin dorpêçkirin.

Saîd Heyder got “Em nikarin biçin Sûriyê, ji ber ku em dûrî sînorê Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola YPGê de ne û ji ber xalên kontrolê yên DAÎŞê jî em nikarin vegerin Şingalê”.

Heyder herwiha banga alîkariya Pêşmerge dike ku werin hawara wan.

êzîdîPress, 12.06.2014