Pêşmerga li ser rêya Şingalê | ©ÊzîdîPress
Pêşmerga li ser rêya Şingalê | ©ÊzîdîPress

Şingal (Başûrê Kurdistanê) – Piştî êrîşên terorîstên îslamî yên DAÎŞê ser Mûsilê, 1000 Pêşmergeyên din ketina nava Şingalê ji bo kontrolkirin û parastina herêmê. Hêzên ewlekarî yên girêdayî Bexdayê (leşker û polîs) ji tirsa êrîşên îslamîstan bi tevayî reviyane. Pêşmerge û çekdarên Êzîdî avahiyên fermî li Şingalê kontrol dikin û alayên Kurdistanê li şûna yên Iraqê lê daliqandin.

Statûya mayinde ya herêma Şingal heta niha ne zelal bû, ka wê tevî herêma Kurdistanê bibe an girêdayî Bexda bimîne. Gorî madeya 140 ya destûra Iraqê divê referandûmek bihata kirin, lê heta îro tim hat paşxistin.

Wezareta Pêşmergeh di daxuyaniyek de diyar kir ku deverên ku ew niha kontrol dikin, ew nema berdidin ji ber ku hêzên girêdayî Bexda wan deveran bêxwedî hiştin, çek û hemû madyên din yên leşkerî hiştine bo terorîstên îslamî. Hêzên Pêşmergeh xwe tevî şerê navbera îslamîst û Bexdayê nakin, tenê deverên kurdan diparêze, wek Şingal û Kerkuk.

Wisa xuyaye ku buyêrên rû didin ji bo Şingal tê wateya guherîneke dîrokî: Eger Pêşmergeh Şingal bernedin, Şingal dikeve nava sînorên Herêma Kurdistanê.

êzîdîPress, 12.06.2014