Cejna Cimaya Şêxadî li hemî Êzîdiyên cihanê pîroz û bimbarek be! Şêxadî Êzdîyatiyê ji kavilan ji nû ve rakir û em heta niha bi navê wî Ezdiyatiyê diparêzin.

Hecî ku Şêxadî bêsebeb rexne dikê, bila ji xwe bipirsê: gelo çawa bav û kalên me betir ji 900 salan Şêxadî renxe nekirin, heta em ji welat reviyan û me bi sikên têr destpêkir?

Herkes dizanê, dema Şêxadî ji bo Êzdiyatiyê wek bihara gulan bû, felsefa Êzdiyatiyê xurt kir, herwiha Şex Fexrê Adiyan û gelek yên din.

Yên ku Şêxadî îro rexne dikin, ya ji aliyê siyasetê ve ya jî ji daxwazên şexsî navnotiya Şêxadî dikin. Eger Êzîdî xasên xwe qebûl nekin, ew çawa ji xelkên din dikarin hurmet ji bo vê dînê bixwazin?

Li gel vê yekê divê em ji bîr nekin, dîroka me teva bi xwînî hatiye nivîsandin. Em xûşk û birayên hevin, divê hurmeta me ji bo Xasên Êzdiyatiyê hebê.

Silavên germ,

êzîdîPress, 07.10.2013